YNK pabendbûna xwe bi biryara Komîsyonê piştrast dike û kampîn rawestand
Kurdistan 12:41 PM - 2024-10-16
PUKMEDIA
Komisyona bilind a hilbijartinan û parlemana herêmê
Li gor biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
nîvê şeva 15/10/2024ê, kampîna propagandaya hilbijartinên şeşemîn civîna
Parlamentoya Kurdistanê bi dawî hatin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke hêza sereke ya siyasî
ya Kurdistanî ya beşdar di hilbijartinan de, pabendbûna xwe bi biryara
Komisyonê ragihand û di kenalên xwe yên medyayî yên curbicur de kampîna
hilbijartinê rawestand.
Piştî du rojan ji rawestandina kampînan, roja Îna bê 18/10/2024,
proseya dengdana taybet bo hilbijartinan birêve diçe û dengdana giştî jî roja
yekşemê 20/10/20 dê birêve biçe. Di her du operasyonan de jî sindoqên dengdanê demjimêrê
heftê sibehê de tên vekirin û demjimêr şeşê êvarê tên girtin û dema dengdanê
nayê dirêjkirin.
Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursî pêk tê, 5 kursî bo
kotaya pêkhateyan, 2 kursî ji bo tirkmenan, 2 kursî ji bo mesîhiyan û kursiyek
jî ji bo ermeniyan. kursî li ser 4 bazneyan hatine dabeşkirin, li navçeya
Hewlêrê 36 kursî hene, ku 2 kursî ji bo Tirkmenan û mesîhiyan in, navçeya
Silêmaniyê 38 kursî ne, 2 ji wan jî bo Tirkmenan û Xiristiyanan in, Duhok 25
kursî yek kursî ê pêkhateya Ermenî ye û navçeya Helebce 3 kursî heye û %30 ji
kursiyan ji jinan re hatiye veqetandin.
Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de 139 lîste beşdar
dibin, ji wan du hevpeymanî, 13 partî û 124 berbijêrên takekesî ji wan 85
berbijêrên giştî û 39 namzedên pêkhateyan ji wan: 19 namzedên mesîhî bi vî
awayî hatine dabeşkirin: Hewlêr 7, Silêmanî 4, û Duhok 8 namzet. û 20 namzedên
tirkmen jî bi vî awayî hatine belavkirin: Hewlêr 14, Silêmanî 6 namzed.
Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan a Êraqê ve tê birêvebirin û li gorî amarên ku PUKMEDIA ji
Komîsyonê wergirtine, 35 rêxistin û medyayên navdewletî, 13 konsulxane, 12
hezar û 972 nûnerên aliyên siyasî, 15 partiyan, 1098 çavdêrên herêmî û 28
rêxistinên xwecihî hatine tomarkirin ji bo şopandina hilbijartinên şeşemîn
rûniştina parlamentoya Kurdistanê .
Komisyonê amaje bi wê yekê jî kir, ku hejmara giştî ya
dengderan li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 683 hezar û 618 dengderan e ji bo
dengdana giştî û 215 hezar û 960 dengderan jî bo dengdana taybet.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

