16 Oktober YNK Kerkûk ji rûxanê rizgar kir
Kurdistan 09:33 AM - 2024-10-16
PUKMEDIA
16 Oktober
7 sal berê şeva 16-10-2017 Heşdî Şeibî û artêşa Êaqê li
devera Beşîr êrişî Hêzên Pêşmerge kiribûn û piştî çend demjimêr bergirî 38
Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê şehîd bûn û 104 pêşmerge jî
birîndar bûn.
Şehadet û birîndarbûna zêdetirî 140 pêşmergeyên YNKê belgeya
rastiya bûyerên 16ê Cotmehê ye û ji gelê Herêma Kurdistanê re îsbat kir ku tenê
YNKê bo demekê berevanî kir. Ji ber wek tê zanîn ku li wan navçeyên ku hêzên
Yekîtî lê tinebûn di wê bûyerê de bê teqe hatin çolkirin.
Çima êrîşên 16’ê Cotmehê rû dan?
Bûyerên 16ê cotmehê û rojên piştî wê jî bertekek li hember referanduma ne plankirî ya 25ê Îlona heman salê bû.
Ji aliyekî din ve, li gor rêkeftina berê ya di navbera berpirsên Êraqê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê de di bin çavdêriya fermandarên pilebilind ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî de bû, ne rewşa awarte.
Tevgera hêzan bi nefretê tevlîhev bû
Rast e liv û tevgera hêzên Êraqî û cîbicîkirina rêkeftina wan ya berê ligel Herêma Kurdistanê derbarê vekişandina Pêşmerge bo navçeyên berî hatina DAIŞê di 9/6/2014ê de, tevlî kîn û bertek li hember referandumê bû. Çi li ser asta Êraqê, çi li ser asta Herêmî û Nîvdewletî, çi li welatên pêwendîdar bi rewşa Êraq û bi taybet pênc welatên endamên hertimî yên Encûmena Asayîşê, bi taybet Amerîka, çavdêriya rêkeftina Tîrmeha 2016ê ya vekişandina Pêşmerge piştî şerê li dijî DAIŞê kirin.
Herwiha weke ku piştre derketibû holê, du roj beriya referandomê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê nameyek ji serokkomarê berê re şandibû ku referandomê were paşxistin.
Ji ber vê yekê jî paşguhkirina pêvajoya bûyeran ji aliyê Amerîkayê ve, bertek bû li hember xemsariya serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê, ku ne rêkeftina Tîrmeha 2016an û nameya Tillerson li ber çav negirtin. Serokê Herêmê yê wê demê got: "Em hesabê ji gotinên kesekî re nakin!"
Ma ew wekî ku hatî plan kirin derket?
Bê guman her pirose, çi leşkerî û çi siyasî bi encamên xwe tê nirxandin ji ber ku carinan têkçûna rasterast, nemaze têkçûna leşkerî, bi hêsanî nayê fêhm kirin, Lê ketina şerekî siyasî yan leşkerî ku garantiya têkçûna wê ye û dê bibe sedema ziyanên mezin û wêrankirina xelkê, wê demê berdewamkirina wî şerî ji pêvajoyeke ehmeqî pêve ne tiştekî din e.
Xurmatû bi mînak
Şaşiya wê rojê ya ku li Xurmatû qewimî bû, ji ber ku beriya
16ê Cotmehê li wê navçeyê çendîn şer û pevçûn di navbera kurd û tirkmen, kurd û
ereb, erebên şîe û sune, tirkmenên şîe û sunne de rû dabûn û qurbanî jî
ketibûn.
Ji ber wê jî ji ber êrîşên 16ê Cotmehê û ne agahdarkirina hêzên bi giştî
ji naveroka rêkeftina berê û hebûna aloziyên berê di navbera komalgehên Xurmatû
de û rewşek çêkir ku hemû pêkhate di nava xwe de kom kirin.
Ev şerê newekhev bû sedema paşvekişîna ji nişka ve û ne asayî ya Hêzên Pêşmerge.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

