Lîsta 129: Hewlêr dê Digel YNK`ê rêbaza hikûmetê serast bike
Kurdistan 11:00 AM - 2024-10-15
PUKMEDIA
Lîste YNK 129
Lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) peyamek
ji bo xelkê berxwedêr yê Hewlêr`ê, dengdêrên rêveberiya Soran û Koyê û hemû
navçe û gundên parêzgeha Hewlêr`ê şand û amaje bi wê yekê kir ku, bi dengê xwe
emê dawiyê li zilm, cudakarî, neheqî, birçîkirin û bêkarîyê bînin, em bi dengê
we.. bi vîna we.. bi piştgirîya we; em dikarin rêbaza rêveberiyê li paytexta
Herêma Kurdistan`ê serrast bikin û azadî, aştî, xizmetguzarî û avedaniyê ji bo
hemû bajar û bajarokên din yên parêzgeha Hewlêr`ê misoger bikin û Hewlêr ya
Minare jî bibe paytexta gelê Kurdistan`ê bi hemû civak û bîr û baweriyên cuda.
Di peyamê de hatiye: Hewlêr bi hêz e û bi hêzeke wek YNK`ê re
dê ber bi serxistina Lîsta hijmare (129) ve biçe; û rêbaza rêveberiyê li Herêma
Kurdistan`ê serrast bike.
Naveroka Peyamê...
Peyama Lîsteya (Yekîtiya Nêştimaniya Kurdistanê) hijmare
(129) li parêzgeha Hewlêr`ê
Xelkê berxwedêr yê Hewlêr ya qela û minare
Dengdêrên îdareya Soran û Koyê û hemû navçe û gundewarên
parêzgeha Hewlêr`ê
Bi salan e hûn ji ber cudakarî, neheqî, yekdestdariya
desthilatdariyê, nebûna azadiya îfadeyê û rêveberiyeke otorîter dinalin, em ji
bo yekrêzî û parastina pêkhateya Herêma Kurdistan`ê neçar bûne;ku helwest û dilgiraniyên xwe bi riya çapemeniyê
ji raya giştî re ragihînin, û ji ber vê yekê em îro derfetek dibînin ku
helwesta xwe ya li hemberî zilm, neheqî û rewşa aloz ya îdarî ya li parêzgeha
Hewlêr`ê ji bo we yên welatparêz û tevahiya gelê Kurdistan`ê aşkere bikin.
Mixabin Hewlêr ya qela û minare ya paytexta Herêma
Kurdistanê havînê ji ber kêmbûna av û têhbûnê û zivistanê jî ji ber baran û
lehiyê dixeniqîne;xelkê wê yê xwecihî ji kêmtirîn maf û azadiyan bê par in û
heta nikarin bi xwepêşandan, grev û boykotan jî li ber dezgehên hikûmetê yan
baregehên partiyan nîgeraniyên xwe diyar bikin; yan jî ji rêxistinên
navneteweyî bi awayekî aştiyane û sivîlane daxwaza mafên xwe bikin;xelkê Hewlêr`ê
niha li bajarê xwe wek mêvan tên dîtin, kesên biyanî bi guhertina demografîk re
nerên bajêr girtine û xwe bi xwediyê malê dizanin.
Li hemû cîhanê hertimî xwepêşandan û derbirîna ne razîbûnan
û dirsutkirina fişaran li ser desthilatdaran tên kirin, lê li paytexta me her cûre
xwepêşandanên sivîl qedexe ne; û heta kombûnên aştiyane jî çarenivîsa wan
serkutkirine.
Di sîstemên demokratîk de û li paytextên welatên demokratîk,
pirpartî û parlementerî de rêveberiyeke hevpar heye; lê li paytexta welatê me
yek partiyê desthilatdariya rêveberiya herêmî girtiye destê xwe û heta li navçe
û qezayan jî ku ew partiyê ew têk çûye
jî, mafê rêvebirina rêveberiya herêmî nadin ew partiyên serkeftî; an jî bi
kêmanî ew di saziyan de nûnerên wan hebin.
Valakirina gundan û derbiderkirina welatiyan ji gundên
parêzgeha Hewlêr`ê bi sedema operasyonên serbazî li deverên Balekayetî û
Soran`ê diyardeyeke metirsîdare û divê ew yek bi dawî bibe, ji ber ku
berdewamiya vê rewşê metirsiyê li ser paşeroja herêmê dirust dike.
Bi saya vê desthelata hizbî sal bi sal gundên Hewlêr`ê vala
dibin û xelkê wê koçber dibin û tên derbiderkirin, her li wî bajarî hejarî û
bêkarî zêdetir dibe û bi dehan gundên herêmên Biradost, Balekayetî, Soran û
Sîdkan ketine nava xeleka agirê şer, ku sal bi sal şer li parêzgehê kûrtir
dibe; lewma em weke YNK`ê li hemberî vê rewşa ne hevseng ku parêzgeha me têre
derbas dibe, bê deng namînin.
Ji bo vê mebestê me di hemû beşên (îdarî, siyasî, ewlekarî,
aborî, dewlemendî, jîngeh, tenduristî, perwerde û xwendina bilind, çandinî, jin
û ciwan) û beş û warên din de bernameyek berfireh û guncaw amade kiriye; û bi
serkeftina Lîsta YNK`ê emê dawiyê li rewşa ne hevseng bînin û ji bo Hewlêr û
Hewlêriyan emê dest bi jiayneke aştiyane, azad û tijî aşitî, avedanî û hevdu
qebûl kirinê bikin.
Xelkê Hewlêr, Soran, Koyê, Ruwandiz, Balekayetî, Xoşnawtî,
Şeqlawa, Xebat, Teqtaq…
Hûn hêjayî jiyanek baştirin in... Hûn hêjayî xizmetên
zêdetir in.. Hûn hêjayî rêzgirtinek zêdetirin… Hûn hêjayî aşitî û aramiya
mayînde ne.. ji ber vê yekê bila em vê derfeta zêrîn ji destê xwe nedin û bi
dengê we dawiyê li zilm, cudakarî, zilm, ne heqî, birçîbûn û bêkariyê bînin, em
bi dengê we.. Bi vîna we.. Bi piştevaniya we em dikarin rêbaza desthilatdariyê
li paytexta Herêma Kurdista`nê serrast bikin û azadî, aramî, xizmetguzarî û
avedaniyê ji bo hemû bajar, bajarok û gundên parêzgeha Hewlêr`ê misoger bikin;
û Hewlêr ya qela û minare jî bikin
paytexta gelê Kurdistan`ê bi hemû pêkhate û xwedanên ramanên cûr bi cûr.
Ji bo cîbicîkirina bernameya piralî ya ku YNK`ê ji bo
vejandina zêdetir ya parêzgeha Hewlêr`ê dariştiye berjewendiyên hemû çîn û
texan li xwe digire.
Di dawiyê de em dibêjin... Hewlêr bihêz e û digel hêzeke wek
YNK`ê ew ber bi serxistina Lîsta hijmare (129) ve diçe; pêngavn ji bo
serrastkirina rêbaza rêveberiya Herêma Kurdistan`ê diavêje.
Lîsta hijmare (129) ya YNK’ê ya li bazineya parêzgeha
Hewlêr`ê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Barack û Sefedî tekez li pêkanîna Peymana 10 Adarê dikin
02:01 PM - 2026-01-10 -
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
10:08 PM - 2026-01-10
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
08:48 PM - 2026-01-10
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
07:01 PM - 2026-01-10
Civata Şêxmeqsud bo xelkê Şêx Meqsûd:Xwedî li birîndaran derkevin
06:11 PM - 2026-01-10
zortrin xwendraw
-
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
Cîhan 08:48 PM - 2026-01-10 -
Kurdistanî li dijî êrîşên ser taxên Kurdnişîn xwepêşandanan dikin
Kurdistan 12:27 PM - 2026-01-10 -
Barack û Sefedî tekez li pêkanîna Peymana 10 Adarê dikin
Cîhan 02:01 PM - 2026-01-10 -
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
Kurdistan 10:08 PM - 2026-01-10 -
Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 -
Pênc şervanan çalakiyên fedayî encam dan û sê Dron jî ketin xwarê
Kurdistan 12:05 PM - 2026-01-10 -
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
Kurdistan 09:32 AM - 2026-01-10 -
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
Kurdistan 07:01 PM - 2026-01-10



.jpg)
.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

