Namzedên lîsta 129: Xizmetkirina ciwanan û peydakirina derfetên kar karê me yê pêşîne ye
Kurdistan 12:10 PM - 2024-10-10
PUKMEDIA
Logoya YNK û Parlamentoya Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya piştevanîkirin û alîkariya ciwanan û dabînkirina hemû pêdiviyên wan û handana wan ji bo xizmetkirina welatê xwe û dûrketina ji fikra koçberkirina derveyî welat dike xizmeta ciwanan bike ku asta jiyana wan bilind bike.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî berdewam tekezî li ser xizmetkirina ciwanan û peydakirina derfetên kar ji wan re kiriye.Bi bername û planên taybet ji bo peydakirina jîngeheke guncaw ji wan re, ev yek ne tenê dikare pêşî li koçberiya ciwanan bigire, lê her weha koçberiya berovajî jî dikare ji nû ve dest pê bike.
Handana ciwanan ji bo afirîneriyê
Namzeda jimare 33 yê lîsta Yekêtiya Niştimanî ya lîsta 129 Lajan Mihemed Osman ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li navçeya Hewlêrê Lajan Mihemed Osman ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsta YNK bernameyeke yekgirtî ji bo xizmetkirina ciwanan li Herêma Kurdistanê heye.
Wê got jî: Sedema koçkirina ciwanan ji dervey welat ji ber nebûna derfetên kar, nebûna derfetên jiyanê û bêhêvîbûna wan ji xwendin û paşerojê ye, bi dest me de piroje hene bo piştevanîkirina ciwanan.
Piştgiriya ciwanan û rastkirina rêbazê
Halmet Hoşyar Kerîm namzedê jimare 70 yê lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li navçeya Silêmaniyê ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya 129 bernameyeke yekgirtî ji bo xizmetkirin û piştevaniya ciwanan heye û bernameyên me yên vê carê ji hilbijartinên berê cudatir in û tekezî li ser rastkirina rêbaza rêveberiyê dikin.
Got jî: Pêwîste bi damezrandin û avakirina kargehan û handana veberhêneran derfetên kar bo ciwanan, û bilindkirina asta jiyana hemû welatiyanbên peydakirin.Em ê bixebitin ku qerdê ji bo zewacê ji ciwanan re peyda bikin û piştgiriyê bidin kesên afirîner ku şiyanên xwe nîşan bidin wê ji nû ve welat ava bikin li şûna ku koçî derve bike.
Başkirina rewşa ciwanan
Lulaf Xalid Mezîrî namzeda jimare 18 li ser lîsteya 129 li bazneya Duhokê ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtî bi salane ji bo xizmetkirina ciwanan û nîşandana şiyanên wan yên afirîner kar kiriye.
Herwaha got: Ciwan îro di rewşek xirab de ne û nabe berdewam be ji ber ku ev rewş bûye sedem ku bi hezaran ciwan koçberî derveyê welat bibin, lewma Yekîtiya Niştimanî bernameyeke yekgirtî ji bo xizmetkirina ciwanan û bidawîkirina diyardeya koçberiyê heye.
Wê berdewam kir: Emê kar bo misogerkirina mûçe û dayîna pêşîne bo ciwanan bikin bo zewacê û kirîna
xaniyan, û dana krediyan ji bo pirojeyên biçûk ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan û dûrketina ji fikra koçkirina derve.
Lîsteya 129 ... bernameyek yekgirtî ji bo xizmeta ciwanan
Yekîtiya Niştimanî tekezî li ser wê yekê kir ku, ew kar li ser alîkarîkirin û piştevanîkirina xortên afirîner di warên curbicur de ji bo nîşandana şiyanên wan yên dahênerî dike.
Yekîtî di çarçoveya bernameya Lîsteya 129 a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, çend xalên xizmetkirina ciwanan eşkere kirin, ji wan jî:
1- Danîna pilaneke guncaw ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan di warên cuda de û çareserkirina pirsgirêka bêkariyê.
2- Danîna bernameyeke guncaw ji bo kêmkirina diyardeya koçkirina ciwanan û dabînkirina rewşeke guncaw ji bo destpêkirina koçberiya berevajî.
3- Rêkxistina festîval û konferansên hunerî û werzişî yên salane li navendên parêzgehan, rêveberiyên serbixwe û navçeyên Herêma Kurdistanê.
4- Alîkarîkirin û piştgirîkirina ciwanên afirîner di warên curbicur de ji bo nîşandana şiyanên xwe yên afirîner.
5- Xebat ji bo kêmkirina nirxê Înternetê û rêyên din ên pêwendiyê.
6- Kêmkirina nirxê xwendinê ji bo xwendekaran û aramkirina mûçeyên xwendekaran.
7- Zêdetir giringîdan bi ciwan, xwendekar û rêxistinên civaka sivîl.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

