Namzedên lîsta 129: Xizmetkirina ciwanan û peydakirina derfetên kar karê me yê pêşîne
Kurdistan 12:41 PM - 2024-10-09
PUKMEDIA
Lîsta 129
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya
piştevanîkirin û alîkariya ciwanan û dabînkirina hemû pêdiviyên wan û handana
wan ji bo xizmetkirina welatê xwe û dûrketina ji fikra koçberkirina derveyî
welat dike xizmeta ciwanan bike ku asta jiyana wan bilind bike.
Handana ciwanan ji bo afirîneriyê
Namzeda jimare 33 yê lîsta Yekêtiya Niştimanî ya lîsta 129 Lajan Mihemed Osman ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li navçeya Hewlêrê Lajan Mihemed Osman ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsta YNK bernameyeke yekgirtî ji bo xizmetkirina ciwanan li Herêma Kurdistanê heye.
Wê got jî: Sedema koçkirina ciwanan ji dervey welat ji ber nebûna derfetên kar, nebûna derfetên jiyanê û bêhêvîbûna wan ji xwendin û paşerojê ye, bi dest me de piroje hene bo piştevanîkirina ciwanan.
Piştgiriya ciwanan û rastkirina rêbazê
Halmet Hoşyar Kerîm namzedê jimare 70 yê lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li navçeya Silêmaniyê ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya 129 bernameyeke yekgirtî ji bo xizmetkirin û piştevaniya ciwanan heye û bernameyên me yên vê carê ji hilbijartinên berê cudatir in û tekezî li ser rastkirina rêbaza rêveberiyê dikin.
Got jî: Pêwîste bi damezrandin û avakirina kargehan û handana veberhêneran derfetên kar bo ciwanan, û bilindkirina asta jiyana hemû welatiyanbên peydakirin.Em ê bixebitin ku qerdê ji bo zewacê ji ciwanan re peyda bikin û piştgiriyê bidin kesên afirîner ku şiyanên xwe nîşan bidin wê ji nû ve welat ava bikin li şûna ku koçî derve bike.
Başkirina rewşa ciwanan
Lulaf Xalid Mezîrî namzeda jimare 18 li ser lîsteya 129 li bazneya Duhokê ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtî bi salane ji bo xizmetkirina ciwanan û nîşandana şiyanên wan yên afirîner kar kiriye.
Herwaha got: Ciwan îro di rewşek xirab de ne û nabe berdewam be ji ber ku ev rewş bûye sedem ku bi hezaran ciwan koçberî derveyê welat bibin, lewma Yekîtiya Niştimanî bernameyeke yekgirtî ji bo xizmetkirina ciwanan û bidawîkirina diyardeya koçberiyê heye.
Wê berdewam kir: Emê kar bo misogerkirina mûçe û dayîna pêşîne bo ciwanan bikin bo zewacê û kirîna
xaniyan, û dana krediyan ji bo pirojeyên biçûk ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan û dûrketina ji fikra koçkirina derve.
Lîsteya 129 ... bernameyek yekgirtî ji bo xizmeta ciwanan
Yekîtiya Niştimanî tekezî li ser wê yekê kir ku, ew kar li ser alîkarîkirin û piştevanîkirina xortên afirîner di warên curbicur de ji bo nîşandana şiyanên wan yên dahênerî dike.
Yekîtî di çarçoveya bernameya Lîsteya 129 a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, çend xalên xizmetkirina ciwanan eşkere kirin, ji wan jî:
1- Danîna pilaneke guncaw ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan di warên cuda de û çareserkirina pirsgirêka bêkariyê.
2- Danîna bernameyeke guncaw ji bo kêmkirina diyardeya koçkirina ciwanan û dabînkirina rewşeke guncaw ji bo destpêkirina koçberiya berevajî.
3- Rêkxistina festîval û konferansên hunerî û werzişî yên salane li navendên parêzgehan, rêveberiyên serbixwe û navçeyên Herêma Kurdistanê.
4- Alîkarîkirin û piştgirîkirina ciwanên afirîner di warên curbicur de ji bo nîşandana şiyanên xwe yên afirîner.
5- Xebat ji bo kêmkirina nirxê Înternetê û rêyên din ên pêwendiyê.
6- Kêmkirina nirxê xwendinê ji bo xwendekaran û aramkirina mûçeyên xwendekaran.
7- Zêdetir giringîdan bi ciwan, xwendekar û rêxistinên civaka sivîl.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

