Lîsteya 129: Ji bo xizmeta sektora tenduristiyê bernameyeke me ya yekgirtî heye
Rêportaj 12:32 PM - 2024-10-08
PUKMEDIA
Lîsta YNK di hilbijartinan de
Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê bi berdewamî kar dike ji bo pêşxistina sektora tendirustiyê li
Herêma Kurdistanê û dûrxistina wê ji yekdestdariyê û pêşkêşkirina hemû
xizmetguzariyên tendirustiyê ji nav wan derman û kelûpelên din ên pizîşkî bo
hevwelatiyan, wek ku lîsta 129 di bernameya xwe ya Kurdistanê de tekez kiriye.
Bernameyek yekgirtî ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê
Dr Merîwan Cemal namzedê jimare 41 bo lîsteya jimare 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li bazneya Hewlêrê ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya 129 xwedî bernameyeke yekgirtî ye ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê li Herêma Kurdistanê.
Got jî: Em kar dikin bo pêdaçûna sîstema niha ya tendirustî li herêma Kurdistanê, pêşxistina asta nexweşxaneyên hikûmetê, aktîvkirina çavdêrîya tenduristî û baştirkirina ast û kalîteya dermanên ku derbasî herêma Kurdistanê dibin, bi awayekî ku alîkarîya hevwelatîyan bike.
Got jî: Em kar ji bo destnîşankirina kadroyên tenduristiyê û dagirtina kêmasiyan li navendên nexweşxaneyên hikûmî, û avakirina navendên dermankirina nexweşên penceşêrê û hişyarkirina zû li navçeyên Herêma Kurdistanê dikin, ji bilî başkirina asta jîngehê û danîna nirxên klînîkên pizîşkî û nexweşxaneyên taybet ji bo kêmkirina barê welatiyan.
Alîkariya nexweşan dike
Namzedê jimare 44 bo lîsteya jimare 129 ya YNK li bazneya Silêmaniyê Mihemed Taha Qadir ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya jimare 129 ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê û alîkariya nexweşên ku dahata wan kêm e, kar dike.
Got jî: Em kar bo pêşxistina astê nexweşxaneyên hikûmî dikin û hemû corên dermanan bi kêmtirîn buhayan pêşkêşî hevwelatîyan dikin, daku nexweş pêdvî nebe serî li nexweşxaneyên taybet da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

