Çetra Kesk...projeyek nû yê lîsteya 129 ye
YNK 09:57 AM - 2024-10-08
PUKMEDIA
Hevalên çetra kesk
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar dike ku çetra kesk weke
formeke nû di helmeta xwe ya hilbijartinan de ji bo hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê bikar bîne û xizmetguzariyên tendirustî ji welatiyan re pêşkêş bike.
D. Çiro Şehab endamê desteya cîbicîkirina pirojeyê di
daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: çetra hilbijartinê yek ji
pirojeyên Yekîtiya Niştimanî ya Hilbijartinan bo lîsteya 129 e û li hemû
navçeyên hilbijartinan tê cîbicîkirin.
Wê got jî: Me 100 çetrên hilbijartinê li seranserî parêzgeha
Silêmaniyê belav kirin û 70 tîmên tendirustiyê û her çetrek ji 5 hevalên
lîsteya 129 û 3 karmendên pizîşkî pêk dihat.
Wê diyar kir: çetir li hemû bajar, rêveberiyên serbixwe, navçeyên
Herêma Kurdistanê tên dabeşkirin û di wê civînê de bernameya Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê ya ji bo hilbijartinan tê şirovekirin û zelalkirin,
hemwelatî bi namzedan tên nasandin û hemwelatî tên agahdarkirin ku çawa deng
bidin lîsteya 129.
Çiro Şehab got: Di çetrê de tîmên tendirustî û xwebexş hene
ku hemû pêdiviyên tendirustiyê hatine dabînkirin û ev tîman bê pere pişkinîna
pizîşkî ji welatiyan re dikin û ev yek jî îsbat dike ku Yekîtî di xema
welatiyan de ye û li ser daxwazên wan dixebite.
Yekîtiya Niştimanî bi 172 namzetan beşdar dibe
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi beşdariya 172 namzedan
di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li ser her çar bazneyan (Hewlêr,
Silêmanî, Duhok, Helebce) hatiye dabeşkirin û rêjeya zêde ya namzedan zêdetir
ji beşê ciwanan û derçû bawernameyên akademîkin. 68 namzed ji bo Parêzgariya
Hewlêrê, 72 berbijêr bo Parêzgariya Silêmaniyê, 30 namzed bo Parêzgeha Duhokê û
6 berbijêr bo Parêzgeha Helebce.
Di dema diyarkirina namzedên YNK de rêjeya jinan li ber
çavan hat girtin ku ji 172 namzedan 62 namzedên jin in.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ew e ku dê
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li gorî yasaya hilbijartinê û li gorî
dabeşkirina kursî û navçeyên hilbijartinan ku ji aliyê desteya dadwerî ve
hatiye pesendkirin birêve bibe. Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî dê li
gorî tomara dengderan ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
ve tê birêvebirin, were kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

