Lîsteya 129: Em rê nadin ku yekdestdariya çavkaniyên xwezayî ji aliya malbeke; ve berdewam be
Kurdistan 10:30 AM - 2024-10-07
PUKMEDIA
Lîsta YNK di hilbijartinan de
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewl dide samanên xwezayî
li Herêma Kurdistanê bixe xizmeta xelkê û ji berjewendiyên hizbî dûr bixe û
tekezî li ser dûr girtina samanên sirûştî ji wan siyasetên şaş ên ku li Herêma
Kurdistanê hene, dike.
Serok Bafil Celal Talebanî: Em gazê radest nakin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di gotarekê de di dema karnavala girseyî ya lîsteya 129 li bajarê Koyê de got: “Gelek kes ji min dipirsin çima tu li hember gaza Kurdistanê ew qas hişk î, ez qet gazê nadim wan? ya gelê Kurd e û ne ya ti kesî û ne jî ya ti malbatekê ye, em ê ti carî rê nedin siyaseta şaş a ku wan di derbarê petrolê de dimeşiya li gazê nayê kirin, em ê dawî li vê yekê bînin.
Yekdestdariya çavkaniyên xwezayî ji aliyê yek malbatê ve
Rêvnîk Yisîn Nebî Mûsa namzedê jimare 7 bo lîsteya 129 ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji
bo bazneya Duhokê ji PUKMEDIA re ragihand: Neft, gaz û samanên xwezayî yên
Herêma Kurdistanê ti carî nebûne di xizmeta gelê Herêma Kurdistanê de.
Got jî: Samanên xwezayî li herêma Kurdistanê tenê ji bo berjewendiya
yek malbat tê firotin ne li gor berjewendiya gele, ji berk u her du sê mehan
karmend mûçeyên xwe werdigirin, ew bi peymanên ne yasayî ev 50 salin naftê
difroşin Tirkiyê, ev dahat tenê dikeve ser hesabê malbata Barzanî û yekîtiya Niştimanî
wê vê yekê bighure.
Gaza xwezayî
Nadir Mehmûd Mihemed berbijarê jimare 22 bo lîsteya jimare
129 ya Yekêtî ya Niştîmanî ya Kurdistanê li bazneya Silêmanîyê ji PUKMEDIA re
ragihand: Serok Bafil Celal Talebanî ti carî razî nabe ku gaza Herêma
Kurdistanê wek petrolê ji bo berjewendîyê malbatekê were bikaranîn.
Got jî: Serok Bafil kar dike ku hinardekirina petrol, gaz û
samanên xwezayî di berjewendiya xelkê de be, ji ber ku çendîn sal e ku partîya
desthilatdar hinartina petrolê ji bo berjewendîyên xwe bikar tîne bila gaza
sirûştî jî heman tiştê lê neyê.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî dixwaze ji bo berjewendiya
hevwelatiyan û dabînkirina mafên wan li gel hikûmeta federal lihev bike, ji ber
ku çend sal in partiya desthilatdar nikare xizmeta welatiyan bike û hemû
dahatên jêderên sirûştî xistiye berjewendiyên xwe, em dixwazin ku ew dahat
têkevin sindoqeke ewle û bi yeksanî li ser navçeyên Herêmê bêne dabeşkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

