Karmend piştevaniya biryara serok Bafil in
Kurdistan 10:41 PM - 2024-10-06
PUKMEDIA
Hejmara min
Biryara dîrokî ya Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
ya redkirina pirojeya hejmara min ji aliyê hemû karmendên Herêma Kurdistanê ve
bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û tekez li ser wê yekê kirin ku tewtîkirina
çareseriye ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe.
Sendîkaya Biyologan pesna biryarê da
Sendîkaya Biyologan li Kurdistanê biryara dîrokî ya Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya redkirina pirojeya hejmara min û karkirina bo bicîkirina mûçeyên karmendan di bankên federal de bilind nirxand.
Sendîkayê di daxuyaniyekê de ku wêneyek ketiye destê PUKMEDÎAyê hatiye ragihand: Bi navê hemû endamên sendîkaya me li Silêmanî, Helebce û dezgehên Raperîn û Germiyanê em piştgiriya xwe ji biryara dîrokî ya Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê redkirina pirojeya hejmara min û karkirina bo tewtînkirina mûçeyên karmendan di bankên federal de.
Di daxuyaniyê de hat gotin: Ev biryar dibe alîkar bo xizmetkirina karmendan li Herêma Kurdistanê û herwiha alîkariya darayî bo karmendan û bidawîkirina paşxistina mûçeyên wan dike.
Yekîtiya Karmendan projeya hejmara min red dike
Yekîtiya Karmendên Kurdistanê redkirina projeya hejmara min ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser kar dike, red kir û piştevaniya xwe bo biryara dîrokî ya Serokê Yekîtiya Niştimaniî a Kurdistanê Bafil Celal Talebanî piştrast kir.
Yekîtiya Karmendên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê ketiye PUKMEDIA ragihand: Em piştgîrî û piştevaniya xwe ji biryara dîrokî ya Serokê Bafil Celal Talebanî re bo redkirina projeyasaya hejmara min piştrast dikin Piştgiriya me ji bo cîbicîkirina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê li yek ji bankên federal (El-Rafîdên, El-Reşîd û TBI) Li gor biryara Dadgeha Bilind a Federal.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bi navê hemû karmendan pesnê biryara Serok Bafil ya bidawîkirina kar li ser pirojeya hejmara min û karkirin ji bo cîbicîkirina mûçeyên karmendan, parastina maf û mafên wan ên darayî û bidawîkirina pirsgirêka paşxistina mûçeyê karmendan dide.
Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê: Tewtîn pirsgirêka mûçe bi dawî tîne
Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê derbarê biryara serok Bafill Celal Talebanî ya redkirina pirojeya hejmara min de daxuyaniyek belav kir û tê de got: Piştî derxistina biryara Dadgeha Bilind a Federalî derbarê tewtînkirina mûçeyan, baweriya me bi wê yekê heye ku tenê tewtîn pirsgirêka mûçe çareser dike ji ber wê me daxwaza dûrketinê ji projeya hejmara min kir û piştevaniya tewtînê bikin.
Sendîkaya Diranan a Kurdistanê
Sendîkaya Diranên Kurdistanê piştevaniya xwe bo biryara Serok Bafil Celal Talebanî ya redkirina pirojeya hejmara min piştrast kir.
Sendîkayê di belavoka ku PUKMEDIA wêneyek jê wergirtiye de ragihand: Em piştgîriya xwe ya temam ji bo biryara Serok Bafil Celal Talebanî ya redkirina pirojeya hejmara min piştrast dikin.
Daxuyaniyê herwiha got: Em piştgîriya xwe ya temam ji bo cîbicîkirina mûçeyên karmendan di bankên federal de li gor biryara Dadgeha Federalî tekez dikin û bi navê hemû tuxtirên diranan, em pesna vê biryarê didin û xebata ji bo parastina mafan û dahatên darayî yên karmendan û dawî li pirsgirêka paşxistina mûçeyan tê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

