Lîsta 129: Emê pirsgirêkên deverên qutkirî çareser bikin
Kurdistan 10:19 AM - 2024-10-05
PUKMEDIA
Lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK)
Lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) wek çawa
di dema bûrî de hemû hewlên xwe yên siyasî ji bo vegerandina deverên qutkirî bo
ser îdareya herêmê bû, li gor destûrê, niha jî ew rijde li ser çareserkirin wê
pirsê,ji bo vê yekê jî di bernameyê de ye ku madeya 140 çalaktir bike û tevaya
bendên wê cî bi cî bike, her weha pilanek wan ya baş heye ji bo tevaya sêkterên
deverên qutkirî dariştiye.
YNK`ê xwe bi xwedanê deverên qutkirî dizane
Berbijêrê hijmare 13 yê lîsta Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) li dvera Hewlêr`ê, Şêrzad Şêxanî ji PUKMEDIA re ragihand:
Mijara deverên qutkirî yek ji mijarên girînge ku Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) li ser cîbicîkirina madeya 140 kar dike daku bê cî bi
cîkirin, pêştir me dît ku parêzgarê Kerkûk`ê 7 salan Ereb bû, lê Yekîtiya
Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Celal Talebanî dikarî
parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûk`ê destnîşan bike, her weha Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê.
Şêrzad Şêxanî got: Ji bilî pirsgirêka deverên qutkirî, niha
jî dagîrkeriya Turkiyê dest pê kiriye û devereke berfireh li parêzgeha Duhok`ê
dagîr kiriye, û dema em li dîrokê binêrin dema ku artêşa Turkiye biçe her
deverkê jê venagere, zêdetirî 50 baregehên leşkerî yên artêşa Turkiye li Duhok,
Amêdî û Badînan`ê hene.
Amaje bi wê yekê jî kir ku,em li benda dengê gel in, daku em bikaribin bi
riya desthilatê û bi lihevkirina digel hikûmeta Êraq`ê çareseriyek ji
dagirkeriya Turkiye bibînin, ji ber ku ev binpêkirina yasayên navdewletî ye;
her wiha mixabin Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK) jî hişt ku artêşa Turkiye
Kurdistanê dagîr bike, ji ber ku ew pêşde diçin û dibe ku li hinek cihan ji bo
wan şer bikin.
Em kar ji bo vegerandina hemû axa Kurdistan`ê dikin
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) parêzvanê mafên
welatiyan bûye; û dixwaze bi riya wergirtina desthelatê xizmeta zêdetir pêşkêş
bike û kar ji bo vegerandina hemû axa Kurdistan`ê jî bike.
Bêstûn Hacî Kerîm; Berbijêrê hijmare 20 yê lîsta 129 ya Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) li bazineya Silêmaniyê, ji PUKMEDIA re ragihand: Mamê mezin
dibêje: (Yan Kerkûk û Xaneqîn, yan jî heta dawiyê emê şer bikin) YNK`ê hertimî
parêzvanê mafên xelkê bûye, ne tenê ji bo madeya 140,belku ji bo her çar
parçeyên Kurdistan`ê; eger em desthilatdariyê bigirin em ê ji bo vegerandina
tevahiya axa Kurdistan`ê kar bikin.
Bêstûn Hacî Kerîm got: Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK) ji bo berjewendiyên
xwe amadeye her xiyanetekê li Kurd û Kurdistan`ê bike, çi care ne xwestiye
yekrêziya di navbera Kurdan de bê cî bi cîkirin, lê di dema ku desthelat li cem
YNK`ê bû, xelkê Kurdistan`ê di aramiyê de bû, û em ê bi dengê xelkê hewl bidin
desthilatdariyê bi dest bixin û wê aştiyê vegerînin.
Divê deverên qutkirî vegerin ser herêmê
Divê deverên qutkirî vegerin ser îdareya herêmê daku zêdetir
xizmetguzarî ji wan deveran re bê kirin.
Karwan Selman Teter Sindî ; berbijêrê hijmare 24 yê lîsta YNKê li herêma
Duhok`ê ya hijmare 129 li bazineya Duhok`ê ji PUKMEDIA re ragihand: Pêwîste
deverên qutkirî bên vegerandin ser herêma Kurdistan`ê daku em kar û
xizmetguzariyê bidin wan deveran.
Karwan Selman Teter Sindî got: Pêştir ji ber lihevnekirina aliyên siyasî me
gelek cih ji dest dane, ji bo vegerandina deverên qutkirî divê lihevkirinek baş
di navbera hemû aliyên Herêma Kurdistan`ê de hebe.
Derbarê karnameya lîsta Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya ji bo sêktera
(Deverên Qutkirî û madeya 140) de wiha tê gotin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan`ê (YNK) deverên qutkirî yên Herêma Kurdistanê
wek pirseke niştimanî ya stratejîk dibîne, Ji ber wê jî wek berê hemû hewlên
siyasî li ser wê yekê bûn ku li gor destûrê van deveran vegerînin ser
desthilata Herêma Kurdistan`ê.
Niha jî ew rijde li ser çareserkirina wê pirsgirêkê ku di bernameyê de ye;
1. Hewldan bo çalakkirina maddeya 140 ya destûra hertimî ya Êraq`ê û
cîbicîkirina hemû bendên wê.
2. Asayîkirina rewşa ewlekarî, leşkerî û siyasî li deverên qutkirî ku ji ber
encamên referandumê di rewşeke ne siruştî re derbas dibe.
3. Tkezkirina li ser pişk û mafên Kurdan, li gor encamên hilbijartinan, di
rêvebirina van deveran de.
4. Berdewamkirin di alîkariya saziyên xizmetguzariyê yên li deverên qutkirî ,
bi taybet gelê Kurd ku ji ber xemsariya rêveberiyên ferzkirî rastî gelek
pirsgirêkan tên.
5. Piştgiriya perwerdeya Kurdî li van deveran û wergirtina hejmarek baş ji
xwendekaran li zanîngehên herêmê.
6. Alîkarîkirina saziyên rewşenbîrî , hunerî û werzişî yên Kurdî li deverên
qutkirî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10






Aplîkêşin

