Serkirdeyên aliyên siyasî pesna rola Mam Celal didin

Kurdistan 02:04 PM - 2024-10-03
Serok Mam Celal PUKMEDIA

Serok Mam Celal

Serok Mam Celal

Hejmarek ji serkirdeyên partiyên siyasî û berpirsên hikûmetê bi boneya salvegera koça dawî ya serokê welat Mam Celal peyamek belav kirin û têde de, hewl û rola Serok Mam Celal di avakirina Êraqa nû û çareserkirina pirsgirêkan de bilind nirxand.

 

El Hekîm pesna rola Serok Mam Celal dide

 

Rêzdar Emar El Hekîm, serokê Rewta Hikme ya Niştimanî, di salvegera koça dawî serok Mam Celal de rol û şareziya nirxand.

Birêz Emar Elhekîm di twîtekê de li ser malpera (X) got: Di heftemîn salvegera koça dawî ya wî de, em rola netewî ya serokkomarê berê Mam Celal Talebanî (rihma Xwedê lê be) bi bîr tînin. Ew rêberê niştimanî yê ku bi jêhatîbûna xwe ya siyasî û civakî û hişyariya xwe ya bilind karîbû herdu berevaniyê  (pêkhat û Welat) bi hevre bicivîne bê nekokî, ku bi komek şervan re wêneyekî mezin  ê têkoşîna yekgirtî ya Êraqê derxîne ji bo armanca bilind a avakirina Êraqeke nû.

Got jî: Em sersaxîyê ji rêzdar birêz Bafil û Qubad Talebanî, birayên di Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê û hemû gelê me yê rêzdar ên Kurdistanê dikin.

 

El-Mendelewî: Mam Celal aliyên herî xweş ên fedakariyê xêz kir

Serokê Encûmena Nûneran bi wekalet Muhsin El-Mendelawî destnîşan kir ku Mam Celal hêlên herî xweş ên fedakarî û têkoşînê bi cih kiriye û jiyana xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe û azadkirina welatê xwe ji dîktatoriyê terxan kiriye.

El-Mendelawî di daxuyaniyekê de got: Di vê rojê de em heftemîn salvegera koça dawî ya Serokkomarê berê rihmetî Celal Talebanî bibîr tînin.
Wî her wiha got: "Vê kesayetiya neteweyî ya degmen hêlên herî xweş ên fedakarî, têkoşîn û rêveberiya siyasî ya jêhatî bi nav kir û jiyana xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe, azadkirina welatê xwe û rawestana li hember dîktatoriyê terxan kir."
Wî berdewam kir: Piştî guhertinê, rihmetî Celal Talebanî dil hebû ku di hemû qonaxên avakirina Êraqa nû de roleke bi rûmet bilîze, bi avakirina sîstemeke piralî ya demokratîk ku hemû Êraqiyan hembêz dike, bibe rêberê jîr û sîwana ku hemû pêkhateyan hembêz dike.

Qasim El-Erecî xebatên Mam Celal dinirxîne

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim El-Erecî têkoşîna dirêj a Serok Mam Celal û rola wî ya girîng di komkirina neteweyî de nirxand.

El-Erecî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: Di heftemîn salvegera koça dawî ya Serokê berê yê Komarê Mam Celal Talebanî de, em bi serbilindî kar û xebata wî ya dirêj ya têkoşînê û rola wî ya girîng di komkirina yekîtiya niştimanî de di qonaxeke hestiyar û girîng de bi bîr tînin. ku ew rûbirûyê hemû serkirdeyên siyasî bû, ku rastiyeke nû ya pêkvejiyana niştimanî derxist hole, rihmetî mînakek bû yekkirina niştiman bi hemû rengên xwe û destek bû bo nêzîkbûnê di navbera jihevqetiyan ku demokrasî bi ser bikeve û milet azad, ewle û aram bibe.

Beha El-Erecî,Mam Celal navenda têgihiştinê ye

 

Cîgirê Serokwezîrê Êraqê Beha El-Erecî bi boneya salvegera koça dawî ya Serokomarê berê yê Êraqê Mam Celal peyamek araste kir.
Di heftemîn salvegera koça dawî de, Xwedê rehma xwe li te bike Mam Celal Talebanî, berî serokatiyê tu bavek bû, berî ku tu kurd bî welatparêzekî Êraqî bû eksena çareserî û têgihiştinê, ne alîgirê nekokiyê û lihevnekirinê.

 

Reyan Kaldanî: Cihê Serok Mam Celal di dîroka Êraq`ê de diyar e

Reyan Kaldanî Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilyon bi boneya heftemîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal di peyamekê de wiha got: Em kesayeta netewî ya Serok Mam Celal bi rêzdarî bi bîr tînin, ku cih destên wî di dîroka Êraq`ê de diyar e,rêbaza Mam Celal jiyana pêkve ya aştiyane di navbera pêkhateyên Êraq`ê de dirust kir ku ewê di hizra nîştimnî de zindî dê bimîne.

Sekreterê giştî yê Tevgera Babilyon aşkere kir ku Mam Celal parêzvanekî xurt yê mafên hemû pêkhateyan û tevgera Babîliyon jî bû, Wî çi caran weke kêmnetewe li wan meyze nekiriye, niha jî malbata Serok Mam Celal bi taybetî Serok Bafil Celal Talebanî di karê siyasî di û di çarçoveya nîştimanî de digel hemû pêkhateyên Êraq`ê bi cudakrî li ser rêbaza serok Mam Celal berdewam dibe.

 

Xezelî: Em siyaseta jîran e yê Serok Mam Celal bi şanzî bi bîr tînin

 

Qeys Xezalî ;Sekreterê Giştî yê Tevgera Esa`ib Ehl El -Heq bi helkefta salvegera koça dawî ya serok komarê berê yê Êraq`ê Mam Celal ragihand ku, di salvegera koça wî ya dawiyê de, em bi şanazî siyaseta wî ya jîrane û rola wî di yekrêziya tevahiya Êraq`ê de bi bîr tînin; ku rolek girîng di yekrêziya di navbera hemû pêkhateyên Êraqî de listibû, û çi cudahiyek nedixist navbera wan,û cihê tiliyên wî di pêkve jiyana aştiyane ya di navber pêkhateyan de diyar bû.

Xezelî got: Niha jî Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) Bafil Celal Talebanî heman rola Serok Mam Celal ji bo avakirina Êraqek e demokrasî û yekgirtî d dilîze.

 

Falih Feyaz: Serok Celal Talebanî ji bo Êraqek e demokratîk xebat kiriye

Felih Feyaz Serokê Desteya Heşdî Şe`ibî ragihand ku Serok Celal Talebanî kesayetek şoreşger bû ku salên dirêj rûbirûyê rêjîma wêrankirî ya Beis bûye, ji bo rizgarbûn ji sitem û damezrandina Êraqek e piralî ya demokratîk, di vê salvgerê de em tekezî li ser yekrêziyê dikin daku em bingehên welat bihêztir bikin û Êraqek e aram û bihêz ji xelkê re peyda bikin.

 

Musena El-Semarayî: Mam Celal bi aqilmediya xwe ya serkirdyetiyê tê naskirin

Musena El-Semarayî ;Serokê Hevpeymaniya Ezim, di daxuyaniyekê de got:  Nemir Mam Celal bi rêbertiya xwe ya jîran e dihat naskirin, her wiha ji bo azadiya Êraq`ê û rûmeta gelê xwe di meşeke dirêj ya qurbanîdanê de xebat kiriye, lewra em îro bi dilekî tijî rêz, spasî û dilsozî heftemîn salvegera koça dawî ya Serok komarê berê yê Êraq`ê Mam Celal bi bîr tînin.

Got jî: Tekoşîna nemir Mam Celal bo azadîya Êraq`ê û rûmeta gelê xwe, meşeke dirêj û tijî fedakarî û xwebexşî bû, ku bi hewlên bê hempa ji bo bidestxistina serweriya nîştimanî û parastina yekrêziya Êraq`ê di,mercên herî tarî de kar kiriye, û bi aqilmendî û rêbertiya xwe ya jîran e dihat naskirin û di dîroka siyasî ya Êraq`ê de cihê tiliya xwe hêlaye.

 

Yunadim Yousef Kena: Em rola bi bandor yê Mam Celal ji bîr nakin

Yunadim Yûsif Kena; Serokê Tevgera Asûrî ya Demokratîk di heftemîn salvegera koça dawî yê Serok Mam Celal de wiha got: Em bi dilekî xemginî koça dawî ya rêberê mezin Mam Celal bi bîr tînin, di demekê de ku pêwîstiya welat bi wî aqilmendî û rola wî ya bibandor di rûbirûbûna pirsgirêkên li Kurdistan û Iraqê bi giştî hebû, rî roleke berçav di tevgera rizgarîxwaza Kurdistan`ê de lîst û piştre serkêşiya opozisyona nîştimanî ya Êraq`ê berbi demokrasî û rûxandina rejîma dîktator ve bir.

Yunadim Yûsif Kena got: Em rola wî ya bi bandor di avakirina aştî û dirustkirina eniya Kurdistan`ê de di salên 1980'an de ji bîr nakin, û  em rola Mam Celal li ser asta herêmî û navneteweyî bi taybetî di nav hêzên mezin de bilind dinirxînin,her weha helwestên wî yên zelal ji bo piştgirîkirina pirdengî û hevbeşiya nîştimanî û çespandina mafên hemû civakan di destûrê de emê ji bîr nekin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket