Heft sal bi ser koça dawî şikoya netewe re derbas dibe
Kurdistan 11:28 AM - 2024-10-03
PUKMEDIA
Serok Mam Celal Talebanî
Îro hevt sal bi ser koça dawî serok Mam Celal re derbas dibe
ku di roja 3/10/2017 li welatê Almanya koça dawî kir.
Mam Celal ku yekem serokomarê Êraqê û Sekreterê Giştiyê
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû, roja 17/12/2012 bi sedema têkçûna rewşa
xwe ya tenduristî ji Bexdadê ji bo Almanyayê hate şandin bi mebesta wergirtina
çareseriya pizîşkî, lê mixabin roja 3/10/2017 dilê wî yê mezin rawestiya û koça
dawî kir û çû ber dilovaniya xwedê.
Jiyannameya Serok Mam Celal Talebanî
Mam Celal kurê Şêx Husemedîn kurê Şêx Nûrî kurê Şêx Xefûr Talebanî ye, havîna
sala 1933`an li gundê Kelkan ya li quntara çiyayê Kosret ji dayîk bûye, çend
salek ji temenê xwe yê zaroktiyê li gundê xwe derbas dike û piştre bavê wî buye
rêveberê Tekiya Talebanî li navçeya Koyê.
Li wir Mam Celal çûye dibîstana seretayî û bi serkeftî xwendina xwe temam
kiriye, xwendevanekî zîrek û lêhatî bûye, her di temenê zaroktiyê de nîşaneyekî
serkirdayetî têde diyar bûye ku hertim pêşengiya hevalê xwe dikir ji bo
komcivîn û serxweşiyan û boneyan ku di wê serdemê de birêve diçûn. Dema ku
gihêşt pola çarem ya seretayî yek ji pêşengên xwendekaran bû ku bi dilgermî
beşdarî di çalakiyên dibistanê de dikir û beşdarî di gotar xwendin û şanoya de
dikir.
Cejna Newrozê ji aliyê hikûmetên Êraqê yên li dû hev de qedexe bû, lê belê
digel wê yekê jî Gelê Kurdistanê di 21 adara hemû salekê de bi aheng bi bîr
dianîn.
Sala 1945`an ahengek netewî li Koye ji bo Newrozê hate sazkirin, Serok Mam
Celal Talebanî ku wê demê di temenê 13 saliya xwe de bû, têde beşdarî kir û
gotarek bi coş xwendibû ku bûye cihê matmayîna mamostan û beşdarvanan.
Di sala 1946`an de li gel çend hevalekî xwe yên xwendekar û bi amojgariya yek
ji mamostayên xwe komeleyeke fêrkarî ya bi dizî damezrand bi nave Komeleya
Pêşxistina xwendinê (KPX) û Mam Celal bi sekreterê wê komelê tê hilbijartin,
armanca wê komeleyê handana xwendekaran bûye ji bo xwendinê bûye.
Di heman sale de û piştî damezrandina Partiya Demokrat a Kurd li 16/8/1945 Mam
Celal kete bi bandora bernameya partiyê û di nava xwendevanan de dest bi
rêxistinê kir.
Piştî ketina Mam Celal di nav karê siyasî de, rojnameya (Rizgarî) ku Partiya
Demokrata Kurd bi nihênî derdixist gotarên kurt di bin nave (Agir) de dihatin
belav kirinê.
Sala 1947`an Mam Celal dibe endam di nava Partiya Demokrata Kurd û çalak û
lêhatî bûye di wê erkê xwe de fermanên partiyê bi awayekî baş bi cih
dianîn.
Sala 1948`an xwendina seretayî temam kir û li navenda Koye bûye xwendekar
wê sale bi sala (Wesbe) ya (Raperîn) hatibû naskirinê ku gelê Êraqê karî
Peymana (Portsmaws) hilweşîne û hikûmeta Salih Cebir biroxîne û hikûmeta
Mihemed Sedir damezrîne ş di wê keşa azad ku di saya wê (Raperînê) derket hole,
hilbijartinek giştî ya xwendekaran hate encamdan bo hilbijartina nûnerên
kongireya giştî. Serok Mam Celal Talebanî bi nûnerê xwendekarên Koye hate
hilbijartin û beşdarî di yekemîn kongireya xwendekarên Êraqê de beşdarî kirk u
di Nîsana 1948`an de li qada (El-Sîba) ya li bajarê Bexdadê hate lidarxistin.
Mam Celal di wê kongireyê de cara hyekemîn bû ku helbestên helbestvanê mezin
(Mehemed Mihdî Cewahîrî) kete ber guhê wî ku helbesta xwe ya bi navûbang (Roja
Şehîd) hate xwendin, ku ji bo Ceferê birayê xwe û ji bo şehîdênb raperînê
nivîsîbû, ew kêlîkên han di jiyana Serok Talebanî de dîrokî bûn. Ew yek jî weha
kir ku Mam Celal bibe yek ji murîdên helbestên Cewahîrî û piştre jî bû yek ji
ezîztirîn dostê û ew dostayetî heta kêlîkên herî dawî yê jiyana helbestvanê
Cewahîrî berdewam bû.
Sala 1949`an û bi saya hikmê awarte a zordestî ku Kurdistan û Êraqê bi xwe ve
girtibû, Serok Mam Celal di partiyê serkeft û bû bi endamê komîteya navçeyê ya
Koye ya Partiya Demokrata Kurd.
Di meha sibatê sala 1951`an de li kongireya duyemîn ya Partiya Demokrata Kurd
Mam Celal bi endamê komîteya navendî ya partiyê hate hilbijartin. Lê belê ji
ber parastina rêzên Partî pileya xwe da hevalekî xwe yê dine ku piştî derketina
wî ji zîndanê beşdarî di kongireyê de kiribû.
Her di sala 1951 de li gel çend hevalekî xwe hate girtin û ji bo bajarê
Musilê hate dûrxistin, li wir jî berdewam bûye di xebata xwe ya siyasî de û
piştre çûye Kerkûkê ji bo temamkirina xwendinê û JI Nûve rêxistinên partiyê
avakirin û buye bewrpirsê rêxistinên Kerkûkê. Di heman sale de jî erkê çap û
belavkirinên Partiyê bi awayekî veşartî girtiye stûyê xwe heta ew rojak u
hatiye desteser kirin.
Di sala 1952`an de çûye kolêja mafnasiyê (Hiquqê) li Bexdadê ku wê demê
rêxistinên Partiya Demokrata Kurd (PDK) berbelav bibûn lê belê Mam Celal karî
careke din rêxistinên partiyê kom û xurt bike.
Di heyva Çile de sala 1953 de beşdarî di kongireya sêyemîn ya Partiya Demokrata
Kurdistanê kir û bi endamê komîteya navendî ya PDK hate hilbijartin û di meha
sibatê de serpereştiya yekemîn kongireya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê dike û
di kongirê de bi sekreterê giştiyê Xwendevanên Kurdistanê tê hilbijartin. Her weha
di heman sale de yek bû ji damezrênerê (Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê)
her di wê demê jî nûnerê PDK`ê bû li dev piraniya aliyên siyasî û hizbî yên
veşartî û yên aşkire li Êraqê.
Mam Celal Talebanî di sala 1954`an bi endamê mekteba siyasî ya PDK`ê
hate hilbijartin.
Sala 1955`an jî geşta derveyî Êraqê kir û beşdarî di festîvala lawan û
xwendevanên cîhanê li Warşovayê kir û li wir jî sardana Yekîtiya Şêwirmendiya
Awsawa ya Çînî kir.
Sala 1956 ji berçavan winda bû, dest bi xebata jê erd kir û neçar bû di
qonaxa çarem ya xwendina xwe ya mafnasiyê di cih de bihêle.
Mam Celal di sala 1957`an de çû bo welatê Sûriyê û sardana Moskowê jî kir û di
festîvala lawan û xwendevanên Moskowê de beşdarî kir û hatina xwe ji bo Sûriyê
bi derfet zanî ji bo peywendiyê li gel Kurdên li wir çê bike û peywendiyekî
siyasî çêbû, di heman sale de jî vegeriya Êraqê û beşdarî di karên Mekteba
Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê ya hevgirtî de kirû bûye berpirsê
rojnameya (Xebata Kurdistan) ku li Silêmaniyê bi veşartî der dixist.
Li yekemîn roja serkeftina şoreşa 14ê Gilawêjê sala 1958`ê de, û bi hevkariya
hevalên di nava bajêr de serpereştiya rêxistina xwepêşandana cemawerî ya li
bajarê Silêmaniyê dike, piştre jî diçe Bexda û beşdarî di karûbarê Mekteba
Siyasî û derkirina kovara (Rizgarî) û (Tehrîr) de dike.her weha erkê wê xebatê
digre stûyê xwe ku di nava rêzên partiyê de berfireh dibû.
Sala 1959`an careke din bi endamê komîteya navendî ya PDK`ê û mekteba
siyasî tê hilbijartin û di heman demê de efserê yedek yê ketîbeya çarem ya
tankan bûye, her weha beşdarî di derkirina rojnama (Xebat) de dikir ku bi
zimanê Erebî derdiket û bi nave (Pîrot) gotarên xwe têde belav dikirin.
Sala 1960 berpirsê liqa Silêmanî û endamê mekteba siyasî ya PDK`ê ku dewreyek
hişyariyê ji bo kadroyan kir. Sala 1961`an bûye sernivîserê rojnameya Kurdistan
û piştî girtina wê rojnameya Xebat jî rastî êrişan tê li Bexda, lê belê di şeva
Newrozê ya heman salî gotarekê li dijî dîktatoriyetê dixwîne û parastina Mela
Mistefa Barzanî (Xwedê jê razî) dike ku di wê serdemê de Ebdulkerîm Qasim
hêjmarek tawan xistibû stûyê wî di encama wê yekê de fermana girtinê bo Mam
Celal derdikeve û bi awayekî veşartî vedigere Silêmaniyê û xwe vedişêre û
beşdarî di rêxistina gireva giştî de dike ku di 6`ê îlonê de hate kirinê.
Di îlona 1961`an dema şoreşa îlonê pêdikeve Mam Celal berpirsê devera
Silêmaniyê bûye, yekemîn navenda şoreşê li Çemê Rêzan vedike û serpereştiya
şoreşa kir û fermandariya hêzên Pêşmerge ya lîwaya Silêmaniyê kir taku hêza wî
berfireh dibe û dibe hêzeke mezin ji bo w ê yekê jî Mam Celal bû bi berpirsê
hêza Pêşmergên Kurdistanê.
Di Newroza 1962`an de, serkidayetiya ew êrişa mezin kir ya bo ser devera
Şarbajêr û di çend rojan de dest bi ser hemû navendên polîsan de girt û hêzên
wî ber bi navçeya Pênciwînê de bi pêşve çûn û hemû ew dever azad kirin. Bi wî
awayî herdu navçeyên Şarbajêr û Pûnciwîn bûne du navendên şoreşê û
serkidayetiyê. Di 1962- 1963`an de jî piraniya navçeyên Qeredax û Qelasêweke û
Germiyan û Sengaw hatine azad kirin, wî demî Mam Celal dermandarê hêza rizgarî
bû, di heman demê de jî serpereştiya damezrandina navendên Bemo û Helebçe û
Tewêle û Biyare dikir.
Sala 1963 û piştî kudetaya reş ya sibatê, Mam Celal bi serokê şanda Kurdî hate
destnîşan kirin ji bo danûstandinên li gel hikûmeta nû ya Êraqê ku destpêkê
rizamendiya xwe li ser giftûgo û çareseriya pirsgirêka rewa ya Kurd nîşanda,
her weha Mam Celal sardana komara Misrê û Cezayîrê kir û li gel Cemal
Ebdulnasir û Biun Bîla civiya û di heman sale de sardana Ewropa kir û
nûnerrtiya şoreşa Kurdistanê kir û serkeftî bû ji bo nasandina pirsgirêka Kurd
aşkire kirina rewşa Kurdistanê û komkirina alîkariyê û hevkariyê ji bo şoreşê
ji welatên Fransa, Almanya, Rûsya, Çekoslovakiya û Nemsa.
Sala 1964`ê Mam Celal vegeriya Kurdistanê û erkê xwe ya fermandariya hêza
Pêşmerge ya rizgarî girte stûyê xwe. Sala 1967 beşdarî di komcivîna
(Sosyalîstên Ereb) kir ku li Cezayîrê hate lidarxistin û têde lêkolînekî gelekî
kûr derbarê pirsgirêka Kurd û rtewatiya tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd û
dostayetiya navbera Kurd û Ereb de pêşkêş kir.
Sala 1970 rolek xwe ya bi bandor hebû di yekgirtina herdû baskên Partiya
Demokrata Kurdistanê ku pêştir bibûn bi du bask û nakokiyên tehl û xwînî di
navbera wan de hebû.
Sala 1972 geşta derveyî Êraqê kir û demekê li Lubnan û Misir û Sûriyê ma û
piştî ruxandina şoreşa Kurd ku di encama rêkeftina Sedam Hisên û Şahê Îranê de
li adara 1975 li Cezayîrê hate îmza kirin, Serok Mam Celal Talebanî her li wan
deveran ma.
Di 1/6/1975`an li Şamê paytexta Sûriyê li gel desteyek ji hevalên xwe
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê damezrand û nexşeya pêxistina şoreşa nû danî
ku di 1/6/1976 de hate ragihandinê û Mam Celal dibe Sekreterê Giştiyê Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê.
Di salên piştî damezrandina YNK`ê li ser çalakî siyasî û serkirdayetiya
hizbê û şoreşê berdewam bûye û digel hevalên xwe li çiya û şikeftên Kurdistanê
de dijiya.
Bi dîtina piraniya çavdêrên siyasî, Mam Celal yek ji dînamoyê serekî ji
bo jihev nêzîkirina boçûnan li nava rêzên opozisyona Êraqê de li kongireyên New
York û London û Selahedîn û hemû civînên piştî wan kongireyan jî ku peywendî bi
rêxistin û nêzîkbûna mala êraqê ve hebû, mêvandariya piraniya hêzên Êraqê
kiriye li Kurdistanê û piştgîriya bi hemû awayî kiriye bi wan re.
Li ser qada navdewletî jî, Serok Talebanî beşdarî çendîn kongire û civînên
sosyalîsta navdewletî kiriye û li gel serkirdeyên siyasî yên navdewletî yên
piraniya welatên cîhanê re civiyaye.
Ji bilî wê yekê ku Mam Celal kesayetiyekî siyasî û xebatkarekî hoşmend û
nivîskar û mafnas bûye, weku rojnamevanek jî di rojnameyên veşartî û yên aşkire
de nivîsiye û di sala 1959 de bi endamê encûmena sendîkeya rojnamevanên Êraqê
hatiye hilbijartin ku wê demê helbestvanê mezin yê Êraqî Mihemed Mihdî Cewahîrî
neqîbê sendîkayê bûye.
Serok Mam Celal Talebanî ji bilî ku yek ji siyasî û dîplomatkar û rojnamevanên
diyar bûye di heman demê de nivîskarekî navdar jî bûye bi awayekî bi bandor
beşdarî li ronahî xistin ser tevgera siyasî ya Êraqê û navçeyê û tevgera siyasî
ya Kurd kiriye, di vê biwarî de jî çendîn pirtûk di serdemên cuda cuda de
nivîsîne ku pirtukxaneyên Kurdî û Erebî dewlemend kiriye.
Piştî azadkirina Êraqê Mam Celal bi endamê encûmena hukim hate hilbijartin û di
meha mijara 2003`an de serokatiya encûmenê kir û di wê qonaxê de rola xwe ya
aktîv list di meşandina kar û xebata encûmena hukim ya Êraqê de.
Di 6/4/2005 Mam Celal ji gist 248 dengên endamên civata nîştimanî ya Êraqê 227
deng bi dest xist bi hilbijartinekî rasterast û bi yekemîn Serokê hilbijartî yê
Êraqê hate hilbijartin, bi vî awayî Serok Mam Celal Talebanî di ferehtirîn
derwaz çûye nav dîroka Kurd û her weha li ciwantirîn derwaze jî çûye nav dîroka
Êraqê û li navdartirîn derwaze jî çûye nav dîroka siyasî û demokrasî ya cîhanê.
Di sala 2005 ta sala 2014`an bo du xol wek Serokomarê Êraqê hate hilbijartin.
Li 17/12/2012 li Bexdadê celteya mêjî lêda û paşê ji bo çareseriyê bo
nexweşxaneyekê li welatê Almanyayê hate veguhastin û piştî demekê bi
tenduristiyek baş vegeriya bajarê Silêmaniyê.
Piştî wê heta ku koça dawî kir çend carekê bi mebesta çareseriyê sardana welatê
Almanyayê kir û roja 3/10/2017 lêdana dilê xwe yê mezin rawestiya û koça dawî
kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

