Mam Celal dilniya be, rêbaza we di destekî emîn de ye
Nêrîn 09:52 AM - 2024-10-03
PUKMEDIA
Dawûd Çîçek
Nivîskar: Dawûd Çîçek
Bi ser koça dawî ya sembola neteweya Kurd, serokê rewanşad Mam Celal Talebanî re, 7 sal derbas dibin, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê roj bi roj bi hewceyî hîkmet û rêbaza Mam Celal e, ku 60 sal zêdetir ji temenê xwe kir qurbaniya azadiya miletê kurd û Kurdistanê.
Dikarim vê bêjim ku, dengê Kurd û Kurdistanê bi saya siyaseta Mam Celal a hakîmane li hemû cîhanê belav bûye, doza Kurd rewatiya xwe bi dest xist ew jî bi saya xebat û tekoşîn we bûye, ku we ji serê çiyayên Kurdistanê meşxela azadiyê pêxist û heta hûn gihêştin koşka serokomariya Iraqê û hemû cîhana erebî û navdewletî şahîdiya siyaseta we ya hakîmane bû, her weha tevî parçeyên din ên Kurdistanê jî.
Em şahîdê wê yekê bûn ku, yê zemîn ji yekem pêngava danûstandinan di navbera tevgera azadiyê ya bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê amade kir Serok Mam Celal bû, ku karî bi jîrbûn û lêhatîbûna xwe li ser maseyekê bidin rûnişkandinê ku îro Kurd di parlemantoya wî welatî de berevaniyê li mafên xwe dikin û tekoşîna xwe ya rewa dikin. Her weha yê kevirê yekemîn danî ji bo avakirina yekemîn partiya Rojavayê Kurdistanê li Rojavayê welêt serok Mam Celal bû, her weha hêşt ku partiya rojavayê Kurdistanê xwedî biryara xwe ya serbixwe be ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.
Mam Celal, hûn bûn ku we bi berdewam piştevaniya xebata rewa ya Rojhilatê Kurdistanê kir û di demên zehmet û dijwar de li kêleka gelê xwe rawestiyan û hevaltiya we û Dr. Qasimlo nîşana wê yekê bûne ku hûn çend dilsozê birayên xwe bûne li parçeyên din ên Kurdistanê.
Ji xwe bi saya xebat, tekoşîn, siyaset û dîplomasiya we ya hakîmane we karî Kurdistana Başûr ji bin destê dîktatorê herî mezin yên Iraqê xilas bikin û bingeha Iraqeke federal deynin û Herêmeke Kurdistanî ava bikin ku bibe nimûneya herî pîroz li cîhanê û heta hûn gihêştin koşka serokomariya Iraqê û we serokatiya komkara Erebî li Bexdadê kir û hemû serokên ereban li gor şan û şûretên we de tevdigeriyan.
Belê rewanşad (Mam Celal) ne tenê ji bo gelê Kurd belkû ji bo cîhana Erebî û ya navdewletî serkirdeyekî nimûne bû her weha cihê rêzgirtinê bû li cem hemû serokên cîhanê û karî peywendiyên fereh ava bike û Iraqê bighîne kenarên aramiyê, heta ku lêvegerê bilind yê Şî`eyan (Ayatulah Elî Sîstanî) bi semam emanê (Kilîta aştî û aramî) ya Iraqê binav kir.
Tenê serok Mam Celal Talebanî bû, karî hemû serkirdeyên Iraqî bi çep û rastê wê bi Şîe û Sune`yê wê û bi komonîst û mislimanên wê li ser maseyekê li hev bicivîne û wan razîkirin bide ku bi hevre xizmeta welêt bikin.
Li dawiyê dikarim vê bêjim; îro ji her wextî zêdetir Iraq û Kurdistan bi hewceyî serok Mam Celal e, bila giyanê Mam Celal rihet be û piştrast be ku vaye Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî li ser şopa we ye û rêbaza we diparêze û çiqilê çavê neyar û dujminane û bi siyaseta hakîmane ku we li şûn xwe hêştiye berdewame û serkeftinên mezin bi dest dixe û xizmeta rasteqîne ji bo gelê xwe dike, çi li başûrê Kurdistanê û çi li ser astê Iraqê û her weha ji bo birayên xwe li parçeyên din ên Kurdistanê jî.
Serok Bafil bû ku, Kerkûk vegerand destê emîn yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi hîmeta hemû yekîtiyan û kadroyên dilsoz wê ala YNK`ê bilind biparêze û bila serê we bilind be, bi îzna xwedê.
Careke din bi boneya 7`mîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal, dibêjim bila serê malbata rewanşad û bi taybetî hevjîna rewanşad Hêroxan û Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî û Kak Qubad Talebanî û yê hemû gelê Kurd û Kurdistaniyan saxbe, û em dê berdewamin li ser rêbaz û şop û siyaseta we ya hakîmane heta azadî li tevahî Kurdistanê berqerar dibe.
2/10/2024
PUKMEDIA/ XELAT
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

