Tepeserkirina azadiyê li Hewlêr û Duhokê bandor li mamosteyên olî jî kiriye
Kurdistan 07:47 PM - 2024-10-01
Hejî Omer
Mizgefta Celîl Xeyat
Tepeserkirina azadiyan li Hewlêr û Duhokê bandor li peyama mamostayên olî jî kiriye û her mamostayekî olî ku li ser daxwaza partiya desthilatdar li herêmê xutbeyên înê belav neke, dê ji pîşeya xwe were dûrxistin.Namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Dihuk ragihand:’’Çend mamostayên olî ji ber nerînên cuda ji erkên xwe yên pîroz hatine dûrxistin û heta bi kuştin û êrîşê hatine tehdîdkirin."
Serok Bafel: Bi piştgiriya xwedê û gel emê vê rejîma qirêj hilweşîninSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di yekemîn karnavala nasandin û kampanyaya lîsta 129 û namzedên wê li ber stadyumeke tijî gel, heval û alîgirên YNKê got: "Tenê YNK dikare xerabiyên vê hikûmetê serast bike. Tişta ku li dijî ol û çanda Kurdî ye, emê hilweşînin, weke li Silêmaniyê me kir . Eger buldozer nebin ezê wan re bişînim."
Li herêma zer mamostayên olî nikarin bi azadî nêrînên xwe bînin zimanNamzedê jimare 14 yê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li herêma Silêmaniyê Hesen Mistefa Ehmed Resûl ji PUKMEDIA re ragihand: “Li herêma kesk ji bo hemû polan azadî heye, tevî mamosteyên olî, lê mixabin li herêma zer, mamostayên olî nikarin wekî hemû polên din bi azadî ramanên xwe diyar bikin,, nikarin ji minberên mizgeftan jî rastiyê bibêjin, ji ber ku ji aliyê Wezareta
Ewqafê ya ku wezîra PDK'ê ye ve tên derxistin.“Gelek mamosteyên me hene ku ji ber axaftineke ku li herêma zer kêfa rayedaran ne hat ji mizgefta hatin dûrxistin û carinan jî hatin îxrackirin, lê Wezareta Ewqafê hefteyê du gotaran dide Mamosteyên olî têne destnîşankirin û tenê divê li ser wan mijaran biaxivin, ku nabe wiha nebe ji ber ku her herêmek taybetmendî û pirsgirêkên xwe hene.” Hesen Mistefa Ehmed got
Nahêlin mamosteyên olî mesaja pîroz a Qur'anê bigihînin welatiyan
Li herêma zer destûr nayê dayîn ku mamostayên olî bêalî bin û peyama Qur'anê wekî xwe ragihînin.Roja înê jî ger dengê xwe nede wê ji kar bê avêtin û heqaret lê dikin.
Namzedê jimare 5 yê lîsteya YNKê ya jimare 129 li herêma Duhokê Reqîb Mehmûd Ehmed Eyûb ji PUKMEDIA re wiha got:“Azadiya derbirînê û azadiya olê li parêzgeha Hewlêrê hatiye tepeserkirin ku eger mamostayên olî ji babeta ku ji wan re hatiye dayîn dûr bikevin, dê berpirsyar bin, bên dûrxistin û ji pîşeya xwe bên dûrxistin.”
Reqîb Mehmûd Ehmed Eyûb got: “Çend mamostayên me yên olî li parêzgeha Duhokê hene, ji ber ku wan xutbeya înê li ser fermana desthilatdarên vê herêmê nedan, ne tenê ji pîşeya xwe dûr ketin, lê heqaret û gef li wan jî kirin.’’
Li Hewlêr û Duhokê hewl tê dayîn Îslamiyetê bê tepisandin
Li parêzgehên Hewlêr û Duhokê, Wezareta Ewqaf li ser daxwaza wê partiyê xutbeyên înê ji bo mamostayên olî diyar dike, ku îslamiyetê tepeser dike û ji kevneşopiyên civakî dûr dixe.
Parêzer û namzetê jimare 53 yê lîsta jimare 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li herêma Hewlêrê, Bextiyar Îsmaîl Hemed Emîn ji PUKMEDIA re ragihand:"Li gorî yasayan, her aliyek û desthilatek ku rê li ber gihandina peyama pîroz a Îslamê bo welatiyan bigire, ne yasayî ye û tiştê ku li dijî mamostayên olî tê kirin, bi taybetî li Hewlêr û Duhokê, tepeserkirina Îslamê û dûrketina ji kevneşopiyên civakî ye."
“Partiya desthilatdar hewl daye dengê mamostayên olî yên Hewlêr û Duhokê bitepisîne, her mamostayekî olî ku li gorî daxwaza wan neaxive, dê rastî ceza, tundûtûjiyê, gefxwarinê, dûrxistina ji kar were.
Got jî: Wezareta Ewqafê li ser daxwaza partiyê xutbeyên înê bo mamostayên olî diyar dike, ku ji ber pabendbûna mamostayên olî ye, bi taybetî li Hewlêr û Duhokê bandoreke mezin li ser xutbeyên wan heye."Lê li parêzgeha Silêmanî û Helebce ev yek nayê dîtin û mamostayên olî ji diyarkirina axaftin û gotinên xwe berpirsyar in, berovajî vê yekê piştgirî li wan tê kirin."
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her tim hewl daye dengê azadiyê bitepisîne.Ev yek jî bûye sedema nîgeraniya welatiyan û mamostayên olî, di vê kabîneyê de jî ji ber nêrînên cuda, xutbeyên înê û axaftinên li ser torên civakî, çend mamostayên olî yên parêzgehên Hewlêr û Duhokê ne tenê ji kar hatine dûrxistin, belkî hatine girtin û rastî heqaretan jî hatine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23 Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
03:40 PM - 2026-02-23
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
zortrin xwendraw
-
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23 -
Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23




.jpg)

Aplîkêşin

