Fraksiyonên Parlamentoyê piştgiriya siyaseta YNK û Serok Bafil dikin
Kurdistan 04:29 PM - 2024-10-01
PUKMEDIA
Civînên YNK li Begdayê
Şeş fraksiyonên parlamentoya Iraqê siyaseta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bilind nirxandin û piştgiriya xwe bo siyaseta aqilane ya Serok Bafil Celal Talebanî ku xwediyê 98 kursiyên parlamentoyê ye, nîşan dan.
Nûnerên Fraksiyona Dewleta Yasa, Teqdûm, Tesmîm, Esas, Îşraq Kanûn û Xedemet serdana ofîsa Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê kirin û li wê Kerîm Şukur, Bedriya Husên, Karwan Yarwais û Susan Mensûr bi germî pêşwaziya wan kirin.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, Fraksiyona YNKê li Civata Nûneran ragihand: ‘’Nûnerên fraksyonên Iraqî tekezî li ser piştgiriya xwe bo siyaseta aqilane û hevseng a YNKê kirin, bi taybet Serok Bafil Talebanî di proseya siyasî ya Iraqê de, ku berdewamiya felsefeya siyaseta Serok Mam Celal Talebanî ye.’’
Her şeş fraksiyonên 98 kursiyê wan li parlamentoya Iraqê hene, ji wan dewleta yasa 33 kursî, Teqedûm 37 kursî, Tesmîm 5, Esas 3, Îşraq Kanûn 6 kursî û fraksiyona Xedemet 14 kursî hene û roleke wan a giring di Encûmena Nûneran de heye.
Fraksiyona YNKê li gel 6 fraksyonên Iraqî Tekez kirin li ser hemahengî û hevdengiyê li ser biryarên girêdayî jiyan û refaha hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê, ji ber ku destûra Iraqê garantiya jiyaneke xweş ji bo hemû welatiyên Iraqê ji hemû pêkhateyan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

