Lîsta 129: Dawiyê li peywendinyên navdewletî yên ji bo hizibekî tînin
Kurdistan 11:32 AM - 2024-10-01
PUKMEDIA
Lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK)
Siyaseta çewt ya rêvebirinê û encamên referandum`ê hîna jî li
ser Herêma Kurdistan`ê metirsî ye, û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) dixwaze
bi riya peywendiyên navdewletî wan metirsiyên li ser herêmê dûr bixe.
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li ser riya Serok
Mam Celal, giringiyê dide peywendiyên navdewletî ji bo xelkê Herêma
Kurdistan`ê ku ev e jî pêgeha Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li welatan
bihêz kiriye, Serok Bafil di hemû peyamên xwe de jî tekez li ser peywendiyên
dîplomatîk yên YNK`ê dike, û wek berbijêrekî lîsta 129 ya YNK`ê jî dibêje: Bi egera
peywendiyên YNK'ê yên digel welatan, ezmûna Herêma Kurdistan`ê û pirsgirêka
Kurd li ser asta cîhanê pêşketiye û bandora xwe li rakirina metirsiyên li ser herêmê
kiriye.
YNK`ê siyaseteke hevseng peyrew dike
Hêro Berzencî, berbijêra hijmare 48 ya ser bi lîsta 129 ya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ji bo hilbijartinên Parlemana Kurdistan`ê
li bazineya Hewlêr`ê, ji bo malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê
(YNK) PUKMEDIA re ragihand: YNK`ê ji destpêka damezrandina xwe ve heya niha
kariye peywendiyên xwe yên navdewletî ji bo netewa Kurd xurt bike,bi taybetî li
ser destê Serok Mam Celal, niha jî Serok
Bafil rolek e girîng di pêşxistina ezmûna Herêma Kurdistan û doza Kurd de li
cîhanê de lîstiye,ji ber wê jî doza Kurd ji bo hemû cîhanê tê naskirin.
Hîro Barzanî dibêje:Serokê YNK’ê heman rola Mam digire di
pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û YNK’ê digel welatên hevsê, herêm û
cîhanê, serdanên vê dawiyê yên Serok Bafil ji bo Îran û Emrîka nîşan dide ku YNK`ê
hertimî hewl daye siyaseteke hevseng peyrew bike û peywendiyên xwe li ser bingehê
berjewendiyên xelkê Kurdistan`ê ava bike.
Pêgeha YNK`ê li ser Kurdistan, Êraq û cîhanê jî pir bilind e
Peywendiyên YNK`ê di asteke gelek bilind de ne û pêgeha YNK`ê
li Kurdistan, Êraq, navçe û cîhanê jî pir bilind e.
Rewand Şehîd Xerîb Helednî berbijêrê hijmare 53 ser bi lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) ji bo hilbijartinên Parlemana Kurdistan`ê li bazineya
Silêmaniyê ji bo malpera fermî ya ekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA ragihand: Serok Bafil her timî hewl daye hevsengiyê di navbera aliyên nakok yên
civaka navdewletî de biparêze û em dibînin ku hem diçe Waşinton û Moskow û Îran`l
jî, me dît jî ku Serokomarê Îran`ê hemû kevneşopiyên protokolî şikandin û serdana YNK`ê û Serok Bafel kir, ev yek jî vê yekê nîşan dide ku serok komarê Îran`ê hemû urfên
protoklan şikand û sardana YNK`ê û Serok Bafil kir ku ev yek wê rastiyê der
dixe kuYNK`ê di astek bilind de peywendiyên xwe xurt kiriye û pêgeha YNK`ê pêgehk
gelekî bilind e li ser asta Kurdistan û Êraq û deverê û cîhanê jî.
Rewand Şehîd Xerîb Helednî dibêje: Di karnameya lîsta YNK`ê
giringiyeke mezin daye peywendiyên derve hatiye dayîn û YNK`ê dê li Parlemana Kurdistan`ê mafên xwe
yên rast dê bi dest bixe, hewl dide peywendiyên derve yên Hikûmeta Herêma
Kurdistan`ê saz bike, ku heta niha gelek rexne tên kirin û xelk di wê baweriyê
de ne ku peywendiyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistan`ê di berjewendiya teng ya aliyekî taybet de ye, lê YNK`ê dixwaze sûdê ji peywendiyên navdewletî yên
Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê digel civaka navdewletî û welatên hevsê werbigire, ji
bo bihêzkirina pêgeha hikûmetê û parastina qewareya destûrî ya herêmê.
Di karnameya lîsta YNK`ê de ji bo sêktera siyasî û
dîplomatîk hatiye:
Qeyranên li dûv hevdû metirsiyên li ser qewareya
Herêma Kurdistan`ê, encamên referandumê û siwarbûna li ser destkeftan bi riya
berjewendiyên teng û tevlîbûna di ecnêdaye herêmayeiyê de, siyaseta hizbîkirina nûneratiyên Kurdistanê,
îstismarkirina qada dîplomasiyê ji bo berjewendiyên şexsî û bikaranîna Fermangeha
Pêwendiyên Derve weke organeke hizbî,dîplomasiya Kurdistan`ê lawaz kiriye.
YNK`ê Li ser bingehê
rêbaz û prensîbên Serok Mam Celal ku endezyarê avakirina peywendiyên giran,û
peydakirina peywendiyên dîplomatîk û dostaniya herdemî ye, ji bo vegerandina
hevsengiya peywendiyan,vê bernameyê pêşkêş dike:
1-Sererastkirina
rêbaza desthilatdariyê li Herêma Kurdistan`ê û pêkanîna hikûmeteke dadperwer û
xizmetkar û bidawîkirina desthilata deshilatdar a yek alî.
2- Ji nûve dariştina
peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatên derdor li ser bingeha
berjewendiyên hevbeş û hevseng û nehiştina aloziyên ewlekarî û serbazî yên
sînorê Herêma Kurdistan û welatên derdor li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û hevseng û çareserkirina pirsgirêkan
pirsgirêkan bi riya danûstandinan.
3- Nûnerayetiyên Herêma Kurdistan`ê li welatên
hevsê û cîhanê wek saziyek ya nîştimanî, divê ji destêwerdabên hizbî bê dûrxistin.
4-Rêkxistina
nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê li Bexdayê wek dezgeheke nîştimanî ku
xizmeta Herêma Kurdistan`ê bike, ku pilan û rêkarên xwe yên (îdarî, yasayî,
dîplomasî) hebe û li ser bingeha wan pilan û rêbazan erkên xwe cîbicî bike. .
5-Dabînkirina
azadiya siyasî û hizbî û cî bi cîkirina sîstemeke piralî li Herêma Kurdistan`ê.
6-Danana stratejiyeke nû ji bo rêkxistina peywendiyên di
navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federal bi riya danûstandinan û di
çarçoveya destûrê de ji bo gihiştin bi rêkeftinekê û çareserkirina pirsgirêka
mûçeyên karmendan li herêmê û çareserkirina hemû pirsgirêkên din bi awayekî bingehîn.
7- Çêkirina zemînekî guncaw ji bo parlemana Kurdistan`ê
ku wek dezgeheke yasadanan û çavdêriyê ku
dûr ji fişarên hizbî, erkên xwe cî bi cî bike.
8- Cîbicîkirina yasayên ku ji aliyê parlemana Kurdistan`ê ve
tên derxistin derxistin û peydakirina jîngeheke guncaw ji bo hemû komîteyên
Parlemana Kurdistan`ê bi merema çavdêrîkirin, nirxandin û şopandina karên hemû
wezaret û saziyên hikûmî yên Herêma Kurdistan`ê.
9- Dariştina destûreke pesendkirî ji bo Herêma Kurdistan`ê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nirxê zêr dadikeve
11:08 AM - 2026-02-02 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-02-02 Lihevkirina di navbera HSD û Şamê de bi qedexeya derketina derve re dikeve warê cîbicîkirinê
Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
11:15 AM - 2026-02-02
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:16 AM - 2026-02-02
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
09:20 PM - 2026-02-01
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:16 AM - 2026-02-02 -
Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
Êraq 11:15 AM - 2026-02-02




.jpg)

Aplîkêşin

