Lîsteya 129: Pêşxistina sektora xwendina bilind û peydakirina mafên mamosta û xwendekaran
Kurdistan 10:07 AM - 2024-09-30
PUKMEDIA
Lîsta 129
Di çarçoveya bernameya Lîsta 129 ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya geşepêdana sektora perwerde û xwendina bilind, çaksazkirina sîstema xwendinê li ser bingeha efrandina takekesî, jinûhverêkxistin û aramkirina dabeşkirina xwendekaran û kêmkirina mûçeyên xwendinê dike li zanîngeh û peymangehên taybet, ji bilî bilindkirina asta jiyana mamosta û karmendan li wezareta Kurdistanê û peydakirina xaniyek guncaw bo wan.
Pêşxistina sektora perwerde û xwendina bilind
Dilşad Mistefa namzedê jimare 16 ji lîsta 129 ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li navçeya Silêmaniyê ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya
129 ji bo pêşxistina sektora perwerdeya cîhanî li Herêma Kurdistanê kar dike.
Got jî: divê sîstema xwendina bilind û lêkolînên zanistî li
gor pêketinên ku li cîhanê bê guhertin û gelek projeyên me hene bo xizmetkirina
xwendekarên herêma Kurdistanê û alîkarîya wan bi temamkirina xwendina xwe û
dabînkirina pêdiviyan ji wan re.
Wî eşkere kir: Em jî kar dikin ku deynan bidin xwendekaran
da ku xwendina xwe ya zanîngehê bi baştirîn awayî biqedînin û bi berdewamî bê
rawestan ji bo alîkariya xwendekar û malbatên wan deynan bidin.
Serrastkirina sîstema perwerdeyê
Namzeda jimare 57 ji bo lîsta 129 ya Hewlêrê Tarîfe Nadir ji
PUKMEDIA re ragihand: Hemû saktor rastî şikestin û karesatên mezin hatine, di
nav de jî sektora perwerdeyê û emê sîstema perwerdeyê ji zarokxaneyê heta xwendina
bilind binirxînin û biguherînin.
Got jî: Em ji bo pêşxistina pirogramên xwendinê, peydakirina
pêdiviyên xwendekaran û piştevaniya xwendingeh, zanîngeh û peymangehên hikûmî
kar dikin.û ev yek tenê bi rêya YNK tê kirin.
Peydakirina pêdiviyên xwendekaran
Namzedê jimare 40 ji bo lîsta 129 li navçeya Silêmaniyê
Nizad Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya 129 ji bo pêşxistina sektora perwerde
û xwendina bilind, piştevaniya zanîngeh û peymangehan û dabînkirina hemû
pêdiviyên xwendekaran kar dike.
Got jî: Ev lîste kar dike bo giringîdan bi rola mamostayan,
piştevanîkirina wan û dabînkirina pêdawîstiyên wan. Gelek pirojeyasa hene di
berjewendiyên mamoste û xwendekaran de ye û pêşxistina perwerde û xwendinê.
Got jî: Divê em kar ji bo pêşxistina asta zanîngeh û
peymangehan, dabînkirina mûçeyên mamostayan, dabînkirina derfetên kar ji bo
derçûyên zanîngeh û peymangehan, dabînkirina mûçeyên xwendekaran û dabînkirina
xwendina bêpere ji bo hemûyan.
Bernameyek berfireh ji bo perwerde û xwendina bilind
Sektora perwerdeyê beşeke mezin ji bernameya kar a Lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê digire ser xwe, ji wan:
1-Xebat ji bo çaksazkirina sîstema xwendinê li gor prensîpa bilindkirina takekes ji aliya perwerdehî û zanistî bi şêweyekî nûjen.
2- Rêxistin û aramkirina mûçeyên xwendekaran û kêmkirina mûçeyên kar li zanîngeh û peymangehên taybet.
3- Başkirina rewşa jiyana mamosta, mamosta û karmendên girêdayî Wezareta Perwerdeyê.
4- Vekirina navendên lêkolînê û dabînkirina bûdceya pêwîst ji bo lêkolînên zanistî.
5- Avakirina pirên peywendiyê di navbera zanîngehên herêmê û zanîngehên Êraqî û navdewletî de.
6- Wekheviya dibistanên fermî û taybet di warê kalîte û progrema xwendinê de.
7- Pêşxistina şiyanên zanînî û zanistî yên mamosteyan.
8- Misogerkirina serxwebûna darayî û îdarî ya zanîngeh û peymangehan.
9- Dayîna deynan ji bo xwendekarên dibistan, zanîngeh û peymangehên taybet.
10- Vekirina zarokxaneyên nûjen û pêşketî, û vekirina zarokxaneyên zêdetir.
11- Di hemû astên perwerdehiyê de zêdetir girîngiyê bidin
zimanê dayikê.
Biryare roja 20/10/2024ê hilbijartinên xula şeşem a
Parlamentoya Kurdistanê were kirin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi lîsta
jimare 129 û bi 172 namzedan, ku li ser çar bazneyan hatine dabeşkirin, beşdarî
hilbijartinan dibe(Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce) û dirûşma bidawîkirina
zulmê û guhertina rêbaza desthilatdariyê li herêmê bilind dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

