Serok Bafil: Bi piştevaniya Xwedê û gel emê vê desthilata gendel hilweşînin
YNK 07:13 PM - 2024-09-29
PUKMEDIA
Kernavela nasandina namzedên lîsta 129
Bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê karnavala kampîna hilbijartinan û nasandina
namzedên lîsteya jimare 129 ya YNK dest pê kir.
Kerneval li yarîgeha navdewletî ya Silêmaniyê bi beşdariya
girseyên berfireh ên welatiyan, kadro û alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê birêve çû.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
di gotarekê de di karnavala danasîna namzedan de tekez kir, ku Yekîtî tekane
partî ye ku dikare rêbaza desthilatdariya Herêma Kurdistanê serrast bike.
Serok Bafil Celal Talebanî got jî: Em îro ji bo
piştevanîkirina lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya jimare 129 li vir
in û bi piştgîriya girseyên gelê Kurdistanê, emê desthilata desthilatdar
biguherin û rêbaza desthilatdariya Herêma Kurdistanê rast bikin.
Wî got: Ez spasiya we dikim ji bo amadebûna we îro di vê kernevalê
de ji bo piştevîkirina lîsta 129 , YNK milkê her kudekî dilsoze ji ax û gelê
kurdistanê re, ev çendîn saline m rastî pirsgirêkan tên lê bi saya we îro
Yekîtî Niştimanî yek deng û yek hêz e û ji hemû pirsgirêkan rizgar bûye û bi
alîkariya Xwedê em xwe bispêrin vîna. Me yasaya hilbijartinan serrast kir ku
tenê xizmeta yek partî û yek malbat dikir .
Serok Bafil Celal Talebanî diyar kir: Me li gel hemû aliyên
siyasî hewl da ku li ser yasaya hilbijartinan bigihin rêkeftinekê, lê wan ev
yek red kir û em digel wan çûn gelek hevdîtinan lê ew razî nebûnn piştre em çûn
dadgeha federal û qanûn bi awayekî ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye,
sererrast kir.
Wî got: Yekîtiya Niştimanî îro ji dijminên xwe gelek
bihêztir e, ji hemû partiyan bihêztir û ji wan dilsoztir e û me yasaya
hilbijartinan bi awayekî ku mafê her kesî biparêze serrast kiriye, YNK li ser
rê û rêbaza serok Mam Celal dimeşe û dişopîne û li pişt ti aliyek din a siyasî nameşe.
Serok Bafil Celal Talebanî got: Ez we vedixwînim ku bi
awayekî çalak biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsteya jimare 129 a
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, peyameke min ji keç û ciwan û jin û gelê
kurdistanê re heye, serok wezîr, wezaretên bingehîn Wezaretên bingehîn bi
salane di destê partiyek taybet de ne? Ji xwe bipirsin, win bi vê yekê razî ne?
Bi sedan ciwanên me ji welatê xwe derketin û koçberî derveyê welat bûn, welêtê
me buheşte naft û gaz têde ye, werin em xizmeta welatê xwe bikin û pêşve bibin,
dengê xwe bidin partiyê ku gotinên xwe bi cih tînin , Yekîtiya Niştimanî ew e
ku dikare rêbaza desthilatdariyê biguherîne û daxwazên we pêk bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

