YNK dê dawî li bankayên malbatî bîne

Kurdistan 06:50 PM - 2024-09-27
Sembolên bajarên Herêma Kurdistanê PUKMEDIA

Sembolên bajarên Herêma Kurdistanê

YNK Serok Mam Celal

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya destpêkirina kampînên hilbijartinan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek girîng araste kir.

Serok Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de got: Ev hilbijartin gelek girîng in û ne wek hilbijartinên din in û dengên we winda nabin, du partî hene ku bandorên wan li ser jiyana we hene yek ji wan ev gelek salin ezmun kiriye, Serokwezîr li gel wê partiyê ye û wezaretên bingehîn jî li gel wê partiyê ne, ji xwe bipirsin û li zarokên xwe binirin win razîne ji vê partiyê,wî karibû wek pêwîst bergiriyê li mafên we bike? Karîbû axa Kurdistanê wek pêwîst biparasta? Ev partî li gor berjewendiyên dujminên kurd û Kurdistanê ku ji bo wê me gele şehîd dane axa kurdistanê difroşe.

Serok Bafil: Deng bidin tiştê ku ew dibêje ku ew ê bike û dike

Di berdewamiya axaftina xwe de got: Dengê xwe bidin kesî ku gotinên xwe bi cih tîne, derfetê bidin min û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji salan ve her tiştê ku me gotiye me bi cih aniye, me got em ê yasaya hilbijartinan bighurin û me guhart, me gotibû ku emê Kerkûk kesk bikin û me kir, Me parêzgar li Yekîtiya Niştîmanî û Kurdan û li we vegerand.

Sîstema bankeyan li herêmê yekdest e

Serok Bafil Celal Talebanî diyar kir: Divê hûn hest bi ewlehiyê bikin, ne wek îro ku firokeyên bêpîlot ên gelek welatan li ser serê me difirin, ev hemû welatî û ciwan li vî welatî tên kuştin û ti kes peyvekê jî nabêje, desthilatdarê vê welatî hişê xwe li ser berjewendiyên taybet û berîkên xwe ye, werin em rastgo bin, bi rastî jî pêwîstiya welatiyan bi şandina mûçeyan heye, Bexdad dixwaze mûça bişîne lê ew rê li ber wê yekê digirin ku ew pere derbasî bankên wan bibin û ev jî heqareteke mezine ji jiyana welatiyan re.

Got jî: Eger hûn dixwazin guhertinekê bikin, di 20/10 deng bidin wê partiyê ku karibe rêya Kurdistanê serrast bike û asta jiyana we baştir bike, ez nabêjim ku Yekîtiya Niştimanî xeletî nekiriye, gelek şaştiyên wê hebûn, wek ku çawa bav ji male derdikeve mal rastî pirsgirêkan tê, lê niha Yekîtiya Niştimanî bi hêz û yek denge, û yekem tiştê ku em dikin ku Kurdistanê bi yek çavî bibînin û ti cudahiyê nexin navbera navçeyek û ya din.Em ê bi hev re bin û xizmetguzariyan pêşkêşî her kesî bikin û em ê dawî li cihêkariyê di navbera navçeyan de bînin.

Serok Bafil Celal Talebanî got: Peyamek min ji bo kadroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, malbatên şehîdan, kesên xwedî pêdiviyên taybet, girtiyên siyasî û pêşmergeyên qehreman heye, ev Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku we dixwest, YNK bi hêz û yekgirtî ku bi tena serê xwe dijî dijminên Kurdistanê radiweste, dengê wê li Bexdayê tê bihîstin û peywendîyên wê bi civaka navdewletî re vegerîyane rewşa xwe a ku di serdema serok Mam Celal de, Yekîtî wê pişteke we be, Dengê xwe bidin Yekîtiya Niştimanî, ew partiya ku her sozek bide bi cih tîne, û Yekîtiya Niştimanî milkê we ye û wê hertim bi we ra be tenê dikare rêbaza desthilatdariyê rast bike, tenê Yekîtiya Niştimanî.

Yekdestdariya partiyek diyarkirî û hizbî bi dawî tînin

Namzedê jimare 49 ê lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li herêma Hewlêrê, Şêrwan Mihemed ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand: “Sîstema bankî yek ji girîngtirîn sîstemên welat e, lê li Kurdistanê ne tenê hatiye paşguhkirin, belku yekdestdariya partiyek diyarkirî û hizbî ye, ji ber wê jî gendelî û îsrafkirin, ku tevahiya proseya bankî li herêmê xistiye metirsiyê.“YNK’ê hest bi van metirsiyan kiriye û dixwaze yekdestdarî û tijîkirina bêrîkan bi dawî bike, di heman demê de bankek niştimanî ya hikûmetê û dûr ji destê partiyê ava bike. Şêrwan Mihemed dibêje.

YNK dê bi hilbijartinan dawî li yekdestdariya hikûmî  tîne

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) vê hilbijartinê weke derfetekê dibîne ji bo bidawîkirina desthilatên tekparêz ên ku dest danîne ser sîstema bankî, mûçe û debara welatiyan.

Namzedê jimare 11 yê lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li devera Silêmaniyê Hardî Şehîd Qadir ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:“YNK berjewendiya welatiyan dixwaze, lewma vê hilbijartinê weke derfetek ji bo bidawîkirina yekdestdariya di sîstema bankî û mijara bûdce û mûçeyan de dibîne."YNK'ê beriya niha xwe ji mijara mûçeyan berpirsyar dîtibû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çendîn caran şandên xwe şandibûn Bexdayê." 

 

(YNK) dixwaze bank di xizmeta welatiyan de bin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwaze bank di xizmeta welatiyan de bin, neku kes û malbat ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û bêrîkên wan tijî bikin.

Namzeta jimare 16 ya lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li herêma Dihokê Sawsan Şahîn ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:’’YNK û Serok Bafil hertim li gel dengê gelê Kurd bûn û li dijî birçîbûna xelkê û xerakirina mal û milkên giştî bûn.Divê bank bikeve xizmeta welatiyên vê herêmê, ne tenê kesek û malbatek ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û bêrîkên xwe tijî bikin, ji ber wê jî YNK dê bi piştgiriya  xelkê guhertinan bike. 

Biryare roja 20-10-2024  hilbijartinên civîna şeşem a Parlamentoya Kurdistanê birêve biçe. Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê bi lîsteya jimare 129 û  bi 172 namzetan ku li çar herêman hatine parvekirin wekû Hewlêr,Silêmanî,Helebce û Dihuk , beşdarî hilbijartinan bibe.Namzedên YNKê ku zêdetirî %88 ji wan xwediyê bawernameyên doktorayê li her çar bazneyên hilbijartinê ne, dê beşdarî proseya civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bibin ku yek ji dirûşmên wê ewe ku dawî lê tînin dibin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket