Peyama Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê ji bo hilbijartinê

Kurdistan 03:14 PM - 2024-09-26
 Lîsteya 129 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê PUKMEDIA

Lîsteya 129 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê

Hilbijartin Lîsta 129 YNK

Serkeftineke mezin, serrastkirina rêbaza rêvebirinê, başkirina debara jiyana welatiyan û paarstina wê bi hêzek e mezin wek YNK`ê tê kirin.

 

Komeleên xelkê Kurdistan`ê; girseyên welatparêz ên parêzgehên (Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce), akinciyên berxwedêr yên rêveberiyên herêmî (Germyan, Raperîn, Soran, Zaxo), dengdêrên hemû bajar, bajarok û gundên Herêma Kurdistan`ê.

Herêma Kurdistan`ê di warê samanên xwezayî de herêmeke dewlemend e, di warê geştiyariyê de herêmeke xweş e û di warê çandiniyê de jî axeke bi xêr û bêr e; ev taybetmendî bingeha avakirina welatekî dewlemend û pêşketî ne ku dê xweşiyê ji bo hemû çînan peyda bike; lê di van salên dawî de ji ber dûrketina ji prensîbên hevbeşî ya hikûmetê û peyrewkirina siyaseteke ne realîst û rêvebirina xelet, Herêma Kurdistan`ê di warê aborî de paşve çûye û rûbirûyê metirsiyên cidî yên cuda bûye.

 

Jiyana welatiyan roj bi roj xerabtir dibe û giraniya Herêma Kurdistanê berbi lawazbûnê diçe; dibe. Ev yek jî ne li gorî xwestekên YNK`ê û têkoşîn, qurbanîdan û berxwedana gelê Kurditan`ê ye ye, ji ber wê jî YNK`ê soz daye ku bi bernameyeke berfireh ji bo parastina pêkhateya Herêma Kurdistan`ê erkê xwe yê dîrokî ji bo vê hilbijartinê pêk bîne ji bo parastoina qewareya Herêma Kurdistanê û baştirkirina debara jiyana xelkê Kurdistan`ê, YNK di sala 1992’an de piştî rûxandina rêjîma Be`is bi hewlên Serok Mam Celal û YNK’ê damezrênerê rastîn ê sîstema federal a Herêma Kurdistanê bûye, ev sîstem di destûra Êraq`ê de hatiye çespandin, lewra dem hatiye ku ev ezmûn ji têkçûn û yekdestdariyê bê parastin.

Ev hilbijartin derfetek çarenivîsaze û herwiha berpirsyariyeke dîrokî ye li ser milê me hemûyan ku em bi hevre vê derfetê ji dest nedin û hewl bidin ku rêbaza desthilatdariya Herêma Kurdistan`ê serast bikin û mûçeyê herêmê jî çareser bikin.

Siyaseta YNK’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan`ê û hikûmeta Federal de diyar e ku li li paytexta welatekî din pîwate digel hikûmeta Federal bigihe rêkeftineke hertimî ji bo çareserkirina pirsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û hemû pirsên din, bi awayekî ku mafên gelê Kurd û mafên destûrî yên herêmê parastî bin.

Em bi xwe ne desthilatdarên mutleq in

Prensîba me ya bi cêgir ew e ku ne tenê em desthilatdariya mutleq in, hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ne, li gorî layiqê hilbijartinê û lihevkirina pêşwext, di rêvebirina rêveberiyan de hebeş in; Em rêzê li encamên hilbijartinan digirin, pirrengiya siyasî û azadiya karkirina partiyan di lûtkeya xwe de ye, hemû hêz wê bi awayekî demokratîk û hevdu qebûl kirin bên mamelekirin, navendên wan neyên girtin û neşewitandin, alîgirên partiyên din neyên derxistin.

Li cem me sektora (çandinî, pîşesazî, xwendina bilind, sewalkarî, geştûgûzarî, tendirustî) û hemû beşên din ber bi pêşve diçin û destê avadaneyê gihîştiye dûrtirîn gundên li sersînoran û armanca me ew e ku em zêdetir bikin.

 Em li dijî girtina rojnamegeran e li ser bîrên cuda û azadiya derbirînê û rexnekirina hikûmetê.

-Mafê xwenîşandanê mafekî bingehîn ê hemû çîn p texan e.

-Çareseriyên siyasî û dîplomatîk ên ji bo parastina aştiya li ser sînoran û parastina welatiyan li pêşiya me ne; me di demên borî de jî ev yek di pratîkê de selmandibû û em ê vê biparêzin.

- Çareseriyên siyasî û dîplomatîk yên ji bo parastina aştiya li ser sînoran û parastina welatiyan li pêşiya karên me ne.

-Em her cih û bajarekî Kurdistan`ê cihê xwe dibînin û me hewl nedaye bi riya medyayê rûyekî gemar bidin çi bajar û bajarokekê, ji ber ku YNK`ê hêza hemû welat û Kurdistanê ye; Ji ber ku erkê xwe dibîne ku xizmeta hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê bike.

-Li gorî me welatî di erk, maf û îmtiyazan de wekhev in; walîtiya partiyê ne pîvana dayîna îmtiyazan e.

-YNK çi pêkhateyekê ji bo berjewendiyên xwe bikar nayne û rêz li îradeya wan digire, û ew di wê baweriyê de ye ku divê pêkhate bi xwe nûnerayetiya xwe bikin.

-Em di wê baweriyê de ne ku divê penaber vegerin cihên xwe ji ber ku bajarên Êraq`ê aram in û êdî pêwîstiya wan bi mayîna li Herêma Kurdistan`ê nemaye, bi darê zorê hêlana wan berovajî prensîbên exlaqî û yasayî ye; û çlnabe ji bo mifa wergirin ji aborî û bi karanîna wan di hilbijartinê rê li vegera wan bê kirin.

-Piştî referandomê me gelek hewl da bo diyarkirina parêzgarê kurd bo Kerkûkê û di çarçoveya rêkeftina pêkanîna hikûmetê dabû; lê aliyên din, berevajî lihevkirin û berpirsiyariya Kurdane, gelek hewl dan ku parêzgarê sepêner bihêlin û niha jî piştgiriya namzedên ne Kurd ji bo wê postê dikin.

- Ji bo berjewendiyên bilind yên neteweyî me daxwaz kir ku Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Kerkûk`ê bibin da ku nûnertiya xwe zêdetir bikin û kurdek bibe parêzgar; û dawiyê li xwesepandin û bi Erebkirin û guhertina Dîmografî bê, lê aliyên din di çarçoveya berjewendiyên xwe yê hizbî yên  teng bi cuda cuda beşadarî hilbijartinê bûn,lê partiyên din ji ber berjewendiyên teng ên partiyê cuda cuda beşdar bûn û kurdan ji ber xweperestiyê kursiyek li bajêr winda kirin; û ji ber xweperestiyê, kurdan kursiyek li bajêr ji dest dan.

Komelên Xelkê Kurdistan`ê`.

Dengderên Herêma Kurdistan`ê ji tevaya çîn û Texan..

Ciwan, Jin, Karker, kedkar, Cotkar, Mûçexweran:

 

Ev hilbijartin derfetekk çarnivîsaz e û her wiha berpirsyariyeke dîrokî ye li ser milê me hemûyan ku vê derfetê ji dest nedin û hewl bidin ku rêbaza rêveberiya Herêma Kurdistan`ê serast bikin.

 

Werin em bi hev re biryara rastkirina rêbaza siyasî, îdarî, dîplomasî û xizmetguzarî li Herêma Kurdistan`ê bidin, û xelkê Herêma Kurdistan`ê ji yekdestiyê, û bê mûçeyî ye rizgar bikin.

YNK yekane hêz e ku bi deng û piştevaniya we dikare xizmeteke hêja û rasteqîne pêkêşî komelên xelkê Kurdistan`ê bike; ji bo jinavbirina hemû metirsî û kirîzên curbicur yên li pêşiya Kurdistanê ne.

Piştevaniya me bin ji bo bihêzkirina yekitiya we, ji ber ku bihêzkirina yekîtiyê dê herêmeke bihêztir misoger bike û pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistan`ê bi temamî çareser bibe.

Digel me de bin ji bo cîbicîkirina bernameya piralî ya YNK’ê ku ji kûrahiya dilê xelkê Kurdistan`ê dertê û berjewendiyên hemû çîn û pêkhateyan li xwe girtiye.

Di dawiyê de em dibêjin: Herêma Kurdistan`ê pêwîstiya xwe bi hêzeke bihêz heye, û ew hêz jî her tim YNK`ê bûye û her dê YNK`ê bibe.

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê  hêzek e û bi wê hêzê em dikarin sînorekê ji yasaşikênan li herêmê deynin.

Em bi hev re dikarin xelkê Hewlêr û Duhok`ê ji desthelata yekpartîtî û bindestiyê rizgar bikin.

Em bi hev re dikarin dorpêçên li ser parêzgehên Silêmanî, Helebce, Raperîn, Germiyan û Koyê bi dawî bikin.

Tenê bi hêzeke weke YNK’ê em dikarin herêmê berbi rêveberiyeke berfireh, aştiyane û xizmetguzariyê ve bibin.

Ber bi serkeftina Lîsteya (129) ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) û serrastkirina rêbaza rêveberiyê li Herêma Kurdistan`ê.

Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hejmar (129)

 

#Hilbijartina #129

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket