Serrastkirina rêbaza desthilatdariyê û dawî anîn li cudakariyê
Rêportaj 09:55 AM - 2024-09-26
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi jimare (129) duruşma serrastkirina rêbaza desthilatdariyê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de û çareserkirina pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê, ji bo xizmetkirina welatiyan û dabînkirina pêdiviyên wan hildigire.
Serok Bafil: Gelo hûn ji hikûmeta ku axa pîroz a Kurdistanê ji bo berîkê difiroşe, razî ne?
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya destpêkirina kampînên hilbijartinan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek girîng araste kir.
Serok Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de got: Ev hilbijartin gelek girîng in û ne wek hilbijartinên din in û dengên we winda nabin, du partî hene ku bandorên wan li ser jiyana we hene yek ji wan ev gelek salin ezmun kiriye, Serokwezîr li gel wê partiyê ye û wezaretên bingehîn jî li gel wê partiyê ne, ji xwe bipirsin û li zarokên xwe binirin win razîne ji vê partiyê,wî karibû wek pêwîst bergiriyê li mafên we bike? Karîbû axa Kurdistanê wek pêwîst biparasta? Ev partî li gor berjewendiyên dujminên kurd û Kurdistanê ku ji bo wê me gele şehîd dane axa kurdistanê difroşe.
Serok Bafil Celal Talebanî diyar kir: Divê hûn hest bi ewlehiyê bikin, ne wek îro ku firokeyên bêpîlot ên gelek welatan li ser serê me difirin, ev hemû welatî û ciwan li vî welatî tên kuştin û ti kes peyvekê jî nabêje, desthilatdarê vê welatî hişê xwe li ser berjewendiyên taybet û berîkên xwe ye, werin em rastgo bin, bi rastî jî pêwîstiya welatiyan bi şandina mûçeyan heye, Bexdad dixwaze mûça bişîne lê ew rê li ber wê yekê digirin ku ew pere derbasî bankên wan bibin û ev jî heqareteke mezine ji jiyana welatiyan re.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê got: Ma hûn dizanin ku Kurdistan ji bo civaka navdewletî çiqas ezîz bû, hikûmeta me cuda bû, hemwelatî bi serbestî nêrîna xwe dihanî ziman? Ka niha kî dikare nerîna xwe ya cuda nîşan bide? Nivîskarên me hene ku ji ber gotarek an jî şîroveyek piçûk li ser malperên medyaya civakî hatine girtin û wek terrorist tên cezakirin.
Got jî: Eger hûn dixwazin guhertinekê bikin, di 20/10 deng bidin wê partiyê ku karibe rêya Kurdistanê serrast bike û asta jiyana we baştir bike, ez nabêjim ku Yekîtiya Niştimanî xeletî nekiriye, gelek şaştiyên wê hebûn, wek ku çawa bav ji male derdikeve mal rastî pirsgirêkan tê, lê niha Yekîtiya Niştimanî bi hêz û yek denge, û yekem tiştê ku em dikin ku Kurdistanê bi yek çavî bibînin û ti cudahiyê nexin navbera navçeyek û ya din.Em ê bi hev re bin û xizmetguzariyan pêşkêşî her kesî bikin û em ê dawî li cihêkariyê di navbera navçeyan de bînin.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: Dengê xwe bidin kesî ku gotinên xwe bi cih tîne, derfetê bidin min û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji salan ve her tiştê ku me gotiye me bi cih aniye, me got em ê yasaya hilbijartinan bighurin û me guhart, me gotibû ku emê Kerkûk kesk bikin û me kir, Me parêzgar li Yekîtiya Niştîmanî û Kurdan û li we vegerand.
Serok Bafil Celal Talebanî got: Peyamek min ji bo kadroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, malbatên şehîdan, kesên xwedî pêdiviyên taybet, girtiyên siyasî û pêşmergeyên qehreman heye, ev Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku we dixwest, YNK bi hêz û yekgirtî ku bi tena serê xwe dijî dijminên Kurdistanê radiweste, dengê wê li Bexdayê tê bihîstin û peywendîyên wê bi civaka navdewletî re vegerîyane rewşa xwe a ku di serdema serok Mam Celal de, Yekîtî wê pişteke we be, Dengê xwe bidin Yekîtiya Niştimanî, ew partiya ku her sozek bide bi cih tîne, û Yekîtiya Niştimanî milkê we ye û wê hertim bi we ra be tenê dikare rêbaza desthilatdariyê rast bike, tenê Yekîtiya Niştimanî.
Yekîtiya Niştimanî rijde li ser lidarxistina hilbijartinan
Îro Herêma Kurdistanê derbasî qonaxa kampînên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bû û tevî hewlên hin aliyan bo paşxistina hilbijartinan, rijdbûna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû sedema lidarxistina helbijartinan û biryarnameya 10 ya Herêma Kurdistanê ku têde biryar hatibû dayîn ku di 20/10//2024 hilbijartin werin lidarxistin.
Ev 6 sal in hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nehatine kirin û 2 sal bi ser roja yasayî ya wê re derbas bûne û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hertim tekezî li ser ne paşxistina hilbijartinan dikir û piştî wê jî biryara Dadgeha Federalî ya kêmkirina hejmara kursiyan derket ku ji 110 bo 100 kursî û ji wan 5 kursî ji pêkhateyan re hatine dabeşkirin û Herêma Kurdistanê li ser 4 bazneyên hilbijartinan Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce hatiye dabeşkirin.
Sererrastkirina rêbaza rêveberiyê
Yekîtiya Niştimanî bi hejmara (129) ji bo serrastkirina rêbaza hukimdariyê li Herêma Kurdistanê kar dike bi awayekî ku daxwazên hevwelatiyan bi cih bîne û taybetmendiyê bi dawî bîne û pirsgirêkên ku li Herêma Kurdistanê hene çareser bike û xizmeta welatiyan bike û jiyan û debara wan tevlî nekokiyên siyasî neke.
Yekîtiya Nîştimanî di wê baweriyê de ye ku rêveberiya Herêma Kurdistanê nekariye xizmeta welatiyan bike û ji rêya xwe ya rast derketiye di dabînkirina jiyaneke baş û debara jiyana welatiyan û dabînkirina dadwerî û wekheviyê di navbera hemû deveran de, lewma bi hemû hewlên xwe bi rêya sindoqên dengdanê hewla rastkirinê dide.
Yekîtiya Niştimanî bi 172 namzedan beşdar dibeYekîtiya Niştimanî bi beşdariya 172 namzedan di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li ser her çar bazneyên (Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce) hatiye dabeşkirin û rêjeya zêde ya namzedan ciwanên hilgirê bawernameya dereceyên akademîk in.
172 namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser rêveberiyan hatine dabeşkirin û 68 namzed ji bo Parêzgariya Hewlêrê, 72 berbijêr bo Parêzgariya Silêmaniyê, 30 namzed bo Parêzgeha Duhokê û 6 namzed bo Parêzgeha Helebce.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

