Kampanyayên Hilbijartinan li Kurdistanê dest pê kir: Armanca YNKê ji bo reforma hikûmetê ye
Kurdistan 12:32 AM - 2024-09-25
PUKMEDIA
Lîsteya hejmar 129
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo sererastkirina rêbaza desthilatdariyê û nehiştina cudahiyan di warê xizmetguzariyê de di dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de kampanyayê dide.
Îro 25.09.2024ê Herêma Kurdistanê derbasî qonaxa helmeta hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dibe. Tevî hewlên aliyên taybet ên ji bo paşxistina hilbijartinan, biryara YNKê bû sedema ku hilbijartin di roja 5emîn ya biryarnameya Serokatiya Herêma Kurdistanê de birêve biçe. Her wiha YNKê hemû amadekariyên pêwîst bo beşdarbûna hilbijartinan kiriye.
Li gor amarên Buroya Hilbijartinan a YNKê, YNKê ji bo gera şeşem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê 172 berbijêr hene, ji wan 72 li Silêmaniyê, 64 li Hewlêrê, 30 li Duhokê û 6 jî li Helebce. Ji %36ê namzedên YNKê jin in.
Biryare di 20ê Cotmeha 2024ê de gera şeşem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê birêve biçe. YNK bi temamî ji bo hilbijartinan amade ye û hewl dide bi rêya vê pirosesa demokratîk, bi mebesta pêkanîna helbijartinê, pirsgirêkên rêveberiya nebaş li Herêma Kurdistanê çareser bike.
Ev şeş sal in hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê çênebûne. Ev du sal in li ser roja wan yasayî re derbas dibe, ku YNKê bi berdewamî li dijî paşxistina wê yekê ye. Serokê Herêma Kurdistanê pêştir 4 biryar derbarê gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê de dabûn, ku di rojnameya fermî de hatibûn belavkirin. Lê belê hewldanên hin partiyan jî her tim hilbijartinan taloq dike.
Parlamentoya Kurdistanê berî niha ji 111 kursî pêk dihat, ji wan 11 kursî ji bo pêkhatan hatibûn diyarkirin. Lê belê, ji van 11 kursiyan yek jî ne nûnerên resen ên hindikayiyan bûn; berevajî vê yekê, xizmeta berjewendiyên partiyên taybet kirin.
Dadgeha Federal a Iraqê yasaya berê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê betal kir û kursiyên wê ji 111an bo 100 kursiyan daxist û 5 kursî ji bo pêkhateyan hatin veqetandin. Her wiha Herêma Kurdistanê jî li ser 4 herêmên hilbijartinê hatiye parvekirin : Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce. Her wiha dê kursiyên pêkhatan li ser van her çar navçeyan bên parvekirin, ku hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê dikarin nûnerên xwe yên rastîn bişînin parlamentoyê.
Her wiha ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hat destnîşankirin ku li gorî yasaya nû ya hilbijartinan ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve hatiye pesendkirin, çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike. Her wiha hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî li gorî lîsteya tomarkirina dengderan a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê birêve diçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

