Mekteba Siyasî: Baskê otorîter yê PDKê ji soza xwe ya serxwebûnê poşman bûye
Kurdistan 06:53 PM - 2024-09-24
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya salvegera referandumê daxuyaniyek belav kir û got:’’Encamên referandûmê hêviya serxwebûna Kurdistanê pêk neanî."
Teksta peyamê:
Peyama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya salvegera referandumê
Civakên Gelê Kurdistanê
Ji her kesî re eşkere ye ku mafê referandom û biryardana li ser çarenivîsa siyasî ya gelê me mafekî rewa û demokratîk e, li gor pirensîpên navdewletî yên girêdayî diyarkirina çarenivîsa neteweyan e.Weke prensîba xwe ya neguherbar, alîgirê afirandina şert û mercên guncaw ji bo cîbicîkirina bijardeya demokratîk û niştimanî ye, ku diviyabû di referanduma 25/9/2017 de bihata xwendin û hevsengiya navçeyî û navdewletî li ber çavan bê girtin û ji rewşa welat û bi hemahengî li gel hevalên gelê me ku şîret û pêşniyarên dostane di rewşek baştir ya yekrêziya navxweyî de li me kirin, diviyabû bihata şopandin,da ku herkesî bi hev re berpirsyarî û erkên xwe di encamên baş û xerab de hilgirin ser milên xwe.
Lê mixabin encamên referandumê hêviyên Kurdistanê yên ji bo serxwebûnê pêk nehanî.
Li şûna serkirdayetiya referandomê, bi taybetî baskê serkirdayetiya otorîter û tekparêz a PDK, erkê çareser kirina encam û dermankirina birînên piştî têkçûnê girt ser milê xwe, lê bi axaftinên nedadperwerî û neberpirsiyarî xwînrijandin û refên gel bişkînin, nexwestin soza xwe ya serxwebûnê bi cih bînin û proseya referandumê veguherandine amûrek ji bo danûstandinên navxweyî. Di pratîkê de, wan xaka Kurdistanê li navçeyên dervayî herem berbi çarenûsa bazariyeke bêberpirsiyarî ve hişt, nemaze ku girêkên wan ên sereke yên desthilatdariyê hebûn. Encamên referandumê û daxwaza lihevkirinê kirin li ser asta navxweyî jî, wan serbilindiya xwe ya derewîn bi referandumeke têkçûyî veguherand gotareke siyasî ya erzan, bêyî berçavgirtina encamên xirab li Kerkûk û navçeyên dervayî herem. Di heman demê de YNK û hêzên pêşmerge bi qehremanî li bereya Naberdî şehîd û qurbanî dan û bi nêrîneke niştimanî ya demdirêj ji bo parastina gelê me rêya rizgarî û berxwedanê girtin. Hinekên din jî ji ber rûbirûbûnê reviyan û toza têkçûnê bi rijandina xwînê û tometbarkirina hêzên netewî di medyayê de nixumandin û rê li nirxandineke rast û objektîf ya proseyê ji bo destnîşankirina berpirsên têkçûna referandumê û encamên wê di Cotmeha heman salê de girtin.
Xwişk û birayên hêja
Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewlên mezin dide ji bo serrastkirina rêbaza desthilatdariyê û têkoşîna li dijî gendelî û yekdestdariyê di siyaset û rêveberiyê de, ji bo berovajîkirina rewşa dijwar a berê hewlên mezin dide û hêviyên mezin ji gelê Kurd re heye ku siyaseta quretî, otorîterî û xemsariyê careke din wekî zêr ceza bike û di heftemîn salvegera encamên referandumê de derfeteke nû bide gelê me ji bo pêkanîna hikûmeteke bi berpirsiyarî û jêhatîtir. Careke din weke serdema zêrîn a Serok Mam Celal, siyaseta aqilane ya YNKê û derfetên wê yên netewî li gel hikûmeta federal, li gor mafên xwe yên destûrî, biryarên rast li ser pêşeroja Kurdistanê bide, daku peywendiyeke hevseng û saxlem bi Bexdayê re li ser du stûnên bihêztir ji bo baştirkirina jiyan û refaha xelkê pêk bîne û israrkirina li ser daxwazên netewî. Dûr ji gefên bêbingeh ên pîrozbahiyên referandumê û dûr ji encamên şermê yên reva wan ji hemû eniyan di meha Cotmehê de.
Kurdistaniyên hêja
Li hember erzanfiroşî û xwe spartina hêza herêmê û rojeva dudilî,emê li gorî stratejiyeke kurdewarî ya resen ber bi sererastkirina rê û pêşve xistina çarenûsa gelê me ve diçin.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
24-9-2024
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

