Qubad Talebanî: Ji bo pêşxistina sektora perwerdeyê gelek projeyên me hene
Kurdistan 12:33 PM - 2024-09-22
Ajans
Qubad Talebanî û rêkxera Next Step
Îro yekşemê pêşangeha “nesxt step” di duyemîn rûniştina xwe
de li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya gelek zanîngeh, peymangehên hikûmî û
taybet û kompaniyên bazirganî hate lidarxistin.
Di merasîma vekirina pêşangehê de Cîgirê Serokê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmareke din ji berpirsên hikûmetê û
hejmareke zêde ya xwendekar û mêvanan amade bûn.
Di çarçoveya çalakiyên pêşangehê de, Cîgirê Serokê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di semînarekê de ku ji aliyê PUKMEDIA ve hat şpandin
de got: Ev pêşangeh ji bo pêşxistina sektora xwendinê û asta xwendekaran û
dabînkirina paşerojeke baştir ji bo wan gelek girînge, herweha ji bo
peydakirina derfetên kar ji bo xwendekarên derçûyî.
Got jî: Zêdekirina zanîngeh, peymangeh û xwendingehan li
herêma Kurdistanê alîkariya geşepêdana xwendinê dike û em kar li ser pêşxistina
vê sektorê li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin û di vî warî da gelek projeyên
me yên giring hene.
Talebanî wiha dewam kir: Ez bi xwe bawerim bi afirînerîyê,
ku me ji qonaxekê ber bi qonaxeke pêşketîtir ve dibe û bi pêwîstiya peydakirina
cih û derfetan bo xortên afirîner ku xwe îsbat bikin û xwe nîşan bidin. ev
mijar pêwîstî bi piştevaniya dualî ya hikûmetê û sektorên taybet heye.
Got jî: Ciwan ew in ku çerxa pêşketinê ber bi pêş ve
dibirin, û divê derfet û hêviyek mezin bidin xortan ku di xizmeta welatê xwe de
kar bikin û asta rêvebirinê pêş bixin û ew in ku dê di paşerojê de welat bi rê
ve bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

