Firaksiyona YNK`ê daxwaza wekhevkirina mûçeyên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendaman dike
Kurdistan 03:47 PM - 2024-09-19
Nivîsingeha Ragihandina Parlemanter Badriya Hisên
Komîteya Darayî pêşwazî li şandeke Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û Komeleya Kêmendamên Çeperan kir
Firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li Civata
Nûnerên Êraq`ê hewl dide mûçeyên pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendaman digel hikûmeta
federal re wekhev bike;û Firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK jî dibêje: Em
piştevaniya daxwaza wan dikin û mafên wan heye ku mûçeyên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên
Çeperan bê êxistin ser Bexdayê.
Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendaman serdana Komîteya Darayî kirin
Dr. Nermîn Merûf ; Endama Firaksyona Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) li Civata Nûnerên Êraq`ê ji malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand Komîteya Darayî pêşwazî li
şandeke Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û Komela Kêmendamên Çeperan kir; ji bo wekhevkirina mûçeyên hêzên pêşmergeyên dêrîn yên xanenişîn û Kêmendamên Çeperan, sardana wê komîteyê kirin.
Aşkere jî kir ku ew piştgirîya daxwazên wan dikin; û mafên
wan heye ku mûçeyên wan bên wekhevkirin digel hêzên ewlekarî û xanenişînên Êraq`î.
Wezareta Koç û Koçberan piştgiriya daxwaza Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendaman dike
Firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) tekez dike
ku ew Pêşmergeyên beriya sala 1991 an koçber bibûn û piştî serhildanê vegeriyabûn
Kurdistan`ê; dikarin ji wergirtina mûçe, îmtiyazatan û parçeyên
zevî yên mîna yên penaberên ku di sala 2003 an de vegeriyabûn deverên xwe li
deverên jêr û navendî yên Êraq`ê sûd werbigirin; ji bo vê yekê şandeyê piştevaniya Wezîrê Koç û Koçberan wergirt; ji bo
daxwazên rewa yên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çeperan.
Nûnera Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Bedriye Hisên ji PUKMEDIA re ragihand; Em piştevaniya
daxwazên şanda Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çeperan dikin û di vê çarçoveyê
de me serdana Wezîra Koç û Koçberan yê Êraq`ê kir ku wê jî amadebûna xwe ji bo
piştgirîkirina daxwazên rewa yên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çepran nîşan
da.
Bedriye Hisên got:Me gotûbêj li ser guhertina yasaya hijmare
21 ya Wezareta Koç û Koçberan a Êraq`ê ya sala 2009 an kir; û tekezî li ser
zêdekirina xalekê li ser rastkirina wê yasayê kir daku ew Pêşmergeyên ku beriya
sala 1991 an koçber bibûn û piştî serhildanê vegeriyabûn Kurdistan`ê; divê ew yasa wan bigire navxwe daku sûdmend bin
ji wergirtina mûçe, îmtiyazat û parçeyên zevî mîna penaberên ku di sala 2003 an
de vegeriyan deverên xwe li jêr û navendî ya Êraq`ê.
Got jî: Emê di
rojên pêş de serdana Wezîrê Kar û Barên Civakî bikin ji bo gerentîkirina mafên Kêmendamên
Çeperan bi dest bixin; her wiha
emê serdana Wezaretên Darayî û Berevaniyê jî bikin ji bo cî bi cîkirina mafên Pêşmergeyên
Dêrîn; û firaksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) jî dê hemû hewlên xwe ji bo gerentîkirin û
hevkarî û pêdaçûnê ji bo mafên Pêşmerge yê Dêrîn û Kêmendamên Çeperan di sazî û
dezgehên Hikûmeta Federal de bide.
Firaksiyona YNK`ê: Divê mafên Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên Çeperan bên parastin
Dema 2 rojan e; şandeke Pêşmergeyên Dêrîn û Kêmendamên
Çeperan li Herêma Kurdistan`ê ji bo ku mûçeyên wan digel yên Êraq`ê bên wekhevkirin
serdana Bexdayê kirine; di wê çarçoveyê de jî digel Firaksiyona Yekîtiya
Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) û Wezîra
Koç û Koçberan ya Êraq`ê jî civiyane,û her du aliyan piştgiriya xwe ji bo
daxwazên wan nîşan dane; û biryar e jî di rojên pêş digel aliyên peywendîdar ji
bo heman mebestê bicivin.
Ew şande ji Cemîl Hewramî, Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn;Ferîqê
Yekem Cebar Yawer û Sekerterê Berê yê Wezareta Pêşmerge, Fuad Ebebekir Serokê
Komeleya Pêşmergeyên Çeperan û Osman Sedarî Endamê Civata Bilind ya Pêşmergeyên Dêrîn pêk dihat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

