Encumena Nûneran deng li ser projeyasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan dide
Kurdistan 12:08 PM - 2024-09-16
PUKMEDIA
Encumena nûnerên Êraqê
Biryare îro Duşemî 16/9/2024ê Parlamentoya Êraqê deng li ser
proje yasaya “Vegerandina milkan ji xwediyên wan re ku di çarçoveya hin
biryarên Encumena Serkirdeyetiya Şoreşê ya hilweşiyayî de ne, bide.
Li gorî rojeva rûniştina dehan ya dewra duyemîn a yasayî ku
ji aliyê dezgeha ragihandinê ya encumena nûneran ve hat weşandin, di xala yekem
a wê de dengdana li ser proje yasaya vegerandina mal û milk ji xwediyên wan re
hatiye girtin. Xala duyemîn a rûniştinê jî ji bo “Dengdana li ser pirojeyasay
bi kirêkirina zeviyên çandiniyê” hat veqetandin.herweha wê xwendina duyemîn li
ser projeyên din bikin.
Yekîtiya Niştimanî ji bo vegerandina maf ji xwediyan re dixebite
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di vê dawîyê de hewlên bêrawestan dabû ji bo derxistina proje yasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê û navçeyên nekok.
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî Xerîb Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtî xwestiye û bi berdewamî hewl dide ku biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî bi rêya Civata Nûneran ku li dijî welatiyên Kurd li navçeyên nakok hatibû derxistin, betal bike.
Mal û milkên ku ji xwediyên xwe yên resen re hatine vegerandin, li gorî 8 biryarên ku ji aliyê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ve hatiye hilweşandin di salên 1975-1979 de hatibûn desteserkirin û armanca wê pêkanîna guhartina demografî bû li deverên nekok û yên ku ziyan ji wê yekê girtine welatiyên kurd û tirkmen bûn.
Berpirsê Desteya Bilind a Herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re gotibû: Armanca yasayîkirina qanûnê hilweşandina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî ye û vegerandina mafên xwediyên wan ên mexdûrin.û got tenê li Kerkûkê zêdetirî 130 hezar donim zeviyên çandiniyê ji xwediyên kurd re hatine desteserkirin û ew zeviyên çandiniyê yên hatine desteserkirin li deverên Serkeran, Topzawa, Daqûq û heta nav bajarê Kerkûkê ne û welatiyên Kurd û Tirkmen jî ji ber van biryaran zirar dîtine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

