Monumênta Parêzvanên Rastiyê nav û peyama azadiyê zindî dihêle
Kurdistan 06:14 PM - 2024-09-15
PUKMEDIA
Monumênta Şehîdên Rastiyê
Piraniya şehîdên rojnamevanên Bexda û Hewlêrê di Monumênta Parêzvanên
Rastiyê de hatine tomarkirin.
Parêzvanên Rastiyê ji Silêmaniyê çêroka şehîdbûna 551
rojnamevanan vedibêj in; ku li seranserî Êraq û Herêma Kurdistan`ê ji bo gihandina
rastiyê û zanyariyan canê xwe bexşîne;nav û qurbaniyên wan li ser Monumênt
ya Parka Azadî hatine xêzkirin ku ewê her û her zindî bimînin.
Bav û birayê min di bin erdê de ne, lê navên wan li Silêmaniyê zindî ne
Îsmaîl Tahir û Emar Îsmaîl Tahir El lamî navên wan di
rêzbendiya sala 2004 an de ne ku di monumêntê hatine xêzikirin; di wê salê de 68 rojnamevan li Bexdayê bûne qurbanî ku Îsmaîl û Emar bav û kur in.
Silêmanî bajarekî bi azadiya ramanê tê naskirin
Yasir Îsmaîl Serokê
Dezgeha Nîlê ji bo Rahênana Ragihandinê ku yek ji malbatên şehîdan e, bi coş ji
PUKMEDÎA re axivî û got: Min; Îsmaîl Tahir bavê xwe û Emar Îsmaîl birayê xwe
wek du rojnamevan li ser monumêntê dîtin; ez serbilind bûm ku birêz Qubad
Talebanî pêşkêşî me kir ku ew tiştekî mezin e wek rêzgirtinekê ji bo giyanê wan
rojnamevanên şehîd yên ku xwe ji bo ragihandina rastiyê feda kirine.
Yasir Îsmaîl got: Monumênt
ji her tiştekî din cudatir e ku ew bîranîna qurbaniyan ji bo dîrokê diparêze, ku
ne tenê di çarçoveya konferans, cihên girtî û bîranînên kevneşopiyê de dimîn in,ev monumênt dê bilind bimîne û min
hest bi şermezariyê kir û dema ku ez serdana Silêmaniyê bikim, bê guman ezê
biçim serdana vê monumêntê ya bajarê Silêmaniyê ku bi azadiya derbirînê tê
naskirin
Ji bo komkirina navên rojnamegerên şehîd 18 meh in kar tê kirin
Li kêleka monumêntê,
li heman parkê Platforma Azadiyê heye, ku Rewanşad serokê Mam Celal biryar dabû
ku ava bikin daku bi serbestî û azadiyane rexne li hemû kêmasiyan bigir in, di
serî de Mam Celal jî; monument jî hizra Qubad Talebanî kurê wê serokê mezin e
bûye , hevdem proje gelek pêwîstiya xwe bi gelek tiştan hebû lewra tîmekê
zêdetirî 18 heyvan bi wê yekê mijûl bû; jiber ku pêwîstiya wan bi zanyariyan ji
19 parêzgehan hebûn.
Qubad Talebanî xwedanê vê ramanê ye
Dana Esed ; Serpereştyarê Projeya Monumentê ji malpera fermî
ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: Cîgirê Serok Wezîran;
Qubad Talebanî xwedanê vê hizrê ye û nêzîkî 18 heyvan kar têde hate kirin û pêdaçûnên
hûr ji bo komkirina navên rojnamevanên şehîd li tevaya parêzgehên herêm û
Êraq`ê hatine kirin.
Monumênt navên rojnamevanên şehîd zindî dihêle
Dana Esed got: Ev monument; rojnamevanên ku ji wê demê ve li
Êraq û Herêma Kurdistan`ê şehîd bûne bi bîr tîne; ev rêzgirtinekê ye ji bo
wêrekî û pabendbûna wan bi gihandina rastiyan û hewldanek e ji bo parastina
mîrata xwe û zindî hîştina navên wan bo heta hetayî.
Li gor pêdaçûna rojnamevanî ya PUKMEDIA, ji koma 551
rojnamevanên ku li Êraq û Herêma Kurdistan`ê şehîd bûne, tenê 20 rojnamevan li
Herêma Kurdistan`ê bûne qurbanî û 531 rojnamevanên din jî li seranserî bajarên
din yên Êraq`ê şehîd bûne.
Ji hejmara giştî ya şehîdan 23 rojnamevanên biyanî ne
Serpereştyarê Projeyê; Dana Esed got: Navên şehîdan ji Duhok`ê
heta Besra hatine komkirin û dabeşkirina şehîdan li gorî cihê ku di dema
karkirinê de şehîd bûne; ku ne li gorî nasnameyan wan in.
Dana Esed aşkere
kir ku, di nava qurbaniyên ragihandina rastî û azadî û pîşeya rojnamegeriyê de
551 kes şehîd bûne; ji ber vê
yekê cudahî ne hatiye kirin û di nava şehîdan de tenê 23 rojnamegerên biyanî
ne; sedema sereke ya hejmara
zêde ya şehîdên ku di dema şopandina di bereyên cengê de şehîd bûne.
Di sala 2006’an de herî zêde rojnamevan şehîd bibûn
Li gor zanyariyên PUKMEDIA ku li ser hejmara şehîdan li gor
sal û parêzgehan kiriye,li her 19 parêzgehên Êraq û Herêma Kurdistan`ê ew
rojnamevan şehîd bûne, ku herî zêde di sala 2006 an de 114 rojnamevan şehîd
bûne lê di salên 2021-2022 an çi rojnamevanek şehîd nebûye.
Di hejmara rojnamevanên ku şehîd ketine de Bexda li pêş hemû Êraq`ê ye
Her girêdayî rojnamevanên şehîd li ser asta 19 parêzgehan
zaftirîn rojnamevanên şehîd bûne li Bexdayê ne ku 286 rojnamevan bûn, û
kêmtirîn jî li Helebce, Meysan û Qadisiye bûne ku li her parêzgehekê yek şehîd
bûye.
Sendîkaya Rojnamevanên Êraq`ê: Ev monumênt xwedî nirxek e exlaqî ye
Sena Niqûş; Seroka Beşê Şehîd û birîndaran li Sendîkaya
Rojnamenên Êraq`ê ji PUKMEDIA re ragihand ku; monumênt xwedî nirxeke exlaqî ya
bilind e ji bo bîranîna wan rojnamevanên ku ji bo ragihandina rastiyê û
parastina azadiyê canê xwe bexşîn e.
Sena Niqûş: Monumênta şehîdên Rastiyê fikreke ramana Qubad Talebanî ye
Sena Niqûş got: Ev monumênt
destpêşxerî û ramaneke yekta ya Qubad Talebanî ye; û riyek nûjen û watedar e ji
bo azadî û rêzgirtin li qurbaniyan; her weha hilbijartina Silêmaniyê ji bo vê projeyê
herî guncaw e, ji ber ku Silêmanî bajarê azadî û rexneyê ye, herî kêm
destdirêjî û girtina rojnamevanan li wî bajarî hene; û hemû tevger û ramanên
cuda li xwe digire, her weha ew bi bajarê azadiya raderbirînê tê naskirin; ku
bîr û hizrên cuda têde hene û
dengek wî heye ku her gavê rastbêj e.
Di 20 salan de 20 rojnamevan li Herêma Kurdistan`ê şehîd bûne
Hejmara şehîdên 20
salên borî heta sala 2024ê, 20 rojnamevan li Herêma Kurdistan`ê şehîd bûne, ji
wan 12 rojnamevan li Hewlêr`ê şehîd bûn û herî kêm jî li parêzgeha Helebce ku 1
rojnamevan şehîd bûye; 5 ji wan
li parêzgeha Silêmaniyê ne, ya herî dawî 2 rojnamevanên keç bûn ku di encama hêrîşeke
firokeyên bê firokevan yên Turkiyê de li nêzîkî devera Erbet şehîd bûn ; her
weha 2 rojnamevan jî li Duhok`ê şehîd bûne.
Malbata Şehîd Wîdad Hisên: Bi Monumênta Şehîdên Rastiyê em kêfxweş in
Azad Husên birayê şehîd Rojnamevan Wîdad Hisên ji PUKMEDIA
re got: Pêngava avakirina vê monumêntê gaveke gelekî pîroz e û em jî wek
malbatên şehîdên rojnamevanan bi xêrhatina vê pêngavê dikin ; ku Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistan`ê di hemû waran de gavên baş û bi berhemdar diavêje lewra
em ji bi avakirina wê monumêntê gelek kêfxweş bûn.
Rojnamevanên şehîd wê zindî bimînin û kujer dê şermezariyek e heta hetayî bimîn in
Got jî: Ev piroje gelekî xweşe ku navên şehîdên rojnamevan
ji seranserî Êraq`ê têde hene; ku ev destaneke mezine ji alîyê birêz Qubad
Talebanî ve ji bo zindîkirina bîranîna şehîdên rojnamevan hatiye kirin.
Silêmanî bajarê azadiyê ye
Azad Husên dibêje: Silêmanî bi azadîya bîr û ramanê û azadîya derbirînê tê
naskirin û bajarekî kevnar e di warê azadiya ragihandinê de û ew bajarekî zindî
ye û dê her wusa jî bimîne.
Got jî: Em wek malbatên rojnamevanên şehîd gelek keyfxweş
bûn bi hilbijartina bajarê Silêmanîyê ji bo avakirina vê monumêntê, ku bîranîna
rojnamevanên şehîdan e û her demê dê mîrata wan biparêze.
Li parêzgeha Kerkûk`ê ku yek ji bajarên nakok yên madeya 140
ya destûra Herêma Kurdistan`ê û Êraq`ê ye, 23 rojnamevan li wî bajarî şehîd
bûne.
Li ser monumêntê barkodek heye, ji bo ku agahî, data û
hûrguliyê bi wan kesan bide ku serdanê dikin,û ji bo vê çendê jî malperek taybet bi navê
Parêzvanên Rastiyê hatiye dirustkirin.
Bi dîjîtakirina zanyariyên qurbaniyan ew proje zindî dibe
Birwa Osman yek ji Endamên Tîma Monumêntê û Serperiştiya wê
Malperê ye; ji malpera PUKMEDIA re ragihand: Malper û dîjîtalkirina agahiyên
qurbaniyan egerek e girîng û nûjen e ji bo zindîkirina wê projeyê; jiber ku ew navên
berfireh, agahiyên kesîtî li xwe digire û xebata xwe di wê çarçoveyê de didomîne.
Ji sedî 85 agahiyên berfireh derbarê şehîdan de hene û ji bo
temamkirina agahiyên ku rojnamevanên şehîd di kîjan ajans û kanalan de kar
kirine û ji aliyê zayendî de ji hev cuda ne maye; her weha Ji aliyê
zayendî ve tu cihêkarî ne hatiye kirin, di vî warî de xebat hîna tên kirin; û
piştre xebatên derbarê qurbaniyan dê bên weşandin.
Qubad Talebanî: Em hêvîdar in ku navekî din li vê monumêntê neyê zêdekirin
Qubad Talebanî ; Cîgirê Serok Wezîran roja 14ê Îlon ya sala
2024an de di merasîma vekirina projeyê de; hêvî xwest ku navekî din li vê monumêntê
neyê zêdekirin; di demekê de ku navên dawîn ku di lîsta îsal de hatin
tomarkirin ku her du rojnamevanên keç (Gulistan Tara û Hêro Bahadîn) bûn ku li
Silêmaniyê ji aliyê balafirên bê mirov yên dewleta Turkiye ve hatin şehîdkirin;
Qubad Talebanî yek ji kesayetên siyasî û desthilatdar e ku ji bilî piştevaniya
wî ya bihêz ji bo azadiya rojnamevaniyê, piştevanekî baş e jî ji bo
rojnamevanan û raste rast destwerdanê di pirsgirêk û astengiyan de dike; û
alîgiriya rojnamevan û azadiyê dike û dibêje: (Rojnamegerên şehîd wê nemir
bimîn in û mîrata kujeran jî şermezariyek heta hetayî ye).
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

