C.Xelayî: Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê nayê paşdaxistin
Kurdistan 01:24 PM - 2024-09-14
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistan`ê li benda hilbijartinan ye
Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand ku ew
gotegotên derbarê paşdaxistina hilbijartinên Parlemana Kurdistan`ê ne rast in;
û tekez kir, ku di dema xwe ya diyarîkirî de dê bê lidarxistin;endamekî
serkirdayetiya YNK`ê jî dibêje: Hilbijartin di dema xwe de dê bê encamdan; û
gotegotên derbarê paşdaxistina wê ji aliyên ku ji hilbijartinan ditirsin ve tên
belavkirin.
Hilbijartin di dema xwe de dê bê encamdan
Cûmane Xelayî ; Berdevka Komisyona Bilind ya Serbixwe ya
Hilbijartinên Êraq`ê di daxuyaniyekê di ji bo malpera fermî ya Yekîtî ya
Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA derbarê hilbijartinên Parlemana
Kurdistan`ê ragihand ku, Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan pabend e
bi biryarnameya herêmê ku roja 20ê Cotmeh ya sala 2024`an wek roja lidarxistina
hilbijartinan destnîşan kiribû; û ji bo wê yekê jî ew amade ye ji bo proseya
hilbijartinan û pêngavên mezin hatine avêtin wek amadekariyên ji bo proseya
hilbijartinê.
Cûmane Xelayî got: Komîsyon li gorî pîvanên navdewletî li
ser karên xwe berdewam e; û babeta paşdaxistina Hilbijartinên Parlemana
Kurdistan`ê ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve nayê dîtin.
Civata Komîseran dê biryara roja bangeşeyê bide
Berdevka Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê
di daxuyaniyekê di ji bo malpera fermî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK)
PUKMEDIA ragihand ku, Dadwer Omer Ehmed Mihemed, Serokê Desteya Civata Komîseran
hîna çi rojek ji bo destpêkirina bangeşeya hilbijartinan eşkere ne kiriye, jiber
ku ev biryar bi biryara yekdengiya Civata Komîseran dibe; û got: Em niha di qonaxa hûrbîniyên
datayên berbijêran de ne ji aliyê lêpirsînê ve, navên ku di Komîseriyê de tên
komkirin û ji bo pesendkirina wê, ji bo Civata Komîseran tên şandin; û piştî bi dawîbûna pesendkirina wê yekê; ew berbijêr mafên wan hene ku beşdar bibin di hilbijartinan; û Civata
Komîseran dê roja bangeşeya hilbijartinê diyarî bike.
Salar Serhed ;Endamê Civata Serkirdayetî ya
Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) di hevpeyvînekê de ji bo PUKMEDIA ragihand ku, ew wek Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ji bo Hilbijartinên Parlemana
Kurdistan`ê amade ne û got: Ew
prose nayê paşdaxistin û em pabend in bi rênmayên komîsyonê yên derbarê
hilbijartinan de.
Ji bo encamdana hilbijartinan fişarên navdewletî hene
Salar Serhed aşkere kir ku hilbijartin di dema xwe ya
diyarîkirî de roja 20`ê Cotmeh ya sala 2024 an dê birêve biçe; û fişarên navdewletî
jî hene ji bo encamdana hilbijartin; û tekez kir ku YNK`ê dixwaze hilbijartin
di dema xwe de bê encamdan.
Li gor Dr. Îmad Cemîl Serokê Tîma Ragihandinê li Komîyeriyê
, duh roja Înê, Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo
amadekariyên hilbijartinên Parlemana Kurdistan`ê têsta navgîna ragihandinê
encam da, wek amadekariyekê ji bo Hilbijartinên Parlamena Kurdistan`ê, ku ev
proseya dawîn ya û têstkirina amêrên navgîniya ragihandinê ye ku ji aliyê
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ve ji bo amadekariyên Hilbijartinên
Parlemana Kurdistan`ê tên kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

