Şêx Cafer: Di vê kabîneyê de azadî hatin astengkirin

Kurdistan 06:41 PM - 2024-09-11
Şêx Cefer Şêx Mistefa PUKMEDIA

Şêx Cefer Şêx Mistefa

Pêşmerge

Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa dibêje: “Di van salên dawî de rêya desthilatdariyê ber bi rêyeke şaş ve tê meşandin û di navbera herêmên cuda yên herêmê de cudahiyên girîng hene û mijara azadiyan hatiye astengkirin.’’

Di civîna gel a li gel hejmareke zêde ji kesayetiyên civakî, têkoşer û çînên Şarbazêr ku bi amadebûna Ziyad Şehîd Cebar, berpirsê malbenda  rêxistina Silêmaniyê   û Cewamer Cûtyar Nûrî û Awat Mihemed pêk hat, wiha got:Fedekarî û têkoşîna bêwestan a kurên we bû sedem ku parlamento û hikûmeta herêmê ava bibe û ji destpêkê heta kabîneya nehemîn xizmeteke baş pêşkêş kir. Lê di van salên dawî de rêça desthilatdariyê ber bi rêyeke şaş ve tê meşandin û cudahiyên girîng di navbera herêmên cuda yên herêmê de hene û ji bilî desteserkirina deshilatê, mijara azadiyan jî hatiye tengkirin."

“Erkê YNK û hêzên astengdar ên li ser qada siyasî ya Kurdistanê ye ku bi piştgiriya xelkê, reftarên deshilatê li herêmê biguherînin û vegerînin ser rêya Kurdayetiyê û xizmetkirina gelê xwe.”Her wiha got
Di heman demê de careke din tekezî li ser helwest û nêrîna niştimanî ya Serok Bafil Celal Talebanî û serkirdayetiya YNKê li ser pêwîstiyê yekxistina Pêşmerge û avakirina artêşeke yekgirtî ji bo parastina gelê Kurd ji her metirsiyekê kir, tevî giringiya pêkanîna hevpeymaniyeke bihêz di navbera hêz û aliyên siyasî û yekrêziya yekrêziya gelê me û rûbirûbûna pirsgirêkên cuda.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket