Serok Bafil: Pêwîstiya herêma me bi guhertinek di proseya rêveberiyê de heye
Kurdistan 06:42 PM - 2024-09-09
Daxuyaniya Serok Bafil
Serok Bafil û Balyozê Amerîkî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha mekteba siyasî ya Hewlêrê pêşwaziya Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.Di civînekê de ku, Berpirsê Buroya Pêwendiyan Derbaz Kosret Resûl jî amade bû, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û gavên ji bo lidarxistina hilbijartinên dadmend hatin gotûbêjkirin.
Serok Bafil Celal Talebanî rewşa Herêma Kurdistanê şîrove kir u got:’’ Ber bi hilbijartineke girîng û diyarker ve diçin,pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi guhertinan di proseya hikûmraniyê de heye û divê rewatiya saziyên yasayî were vegerandin. Em hêvîdar in ku her kes ji bo serxistina pêvajoyê û lidarxistina hilbijartinên adil ku bibe sedema aramî û bihêzkirina herêma me bibe alîkar.’’
Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û jiyana xelkê de jî Serok Bafil got:’’ Em hertim alîgirê diyalog û têgihiştina hevbeş li gel hemû hêz û aliyên siyasî bûne, armanca me bidestveanîna jiyaneke dadperwer û pêşerojeke aram e. Em daxwaz ji hikûmetê dikin ku xizmeta welatiyan bike û di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de cudahiyê neke.Mixabin her wekî berê me dît, jiyana xelkê bi nakokiyên siyasî û hizbî ve tevlîhev bû û hikûmet xistine xizmeta berjewendiyên hizbî.’’
Pirsa Pêşmerge û yekxistina hêzan mijareke dinê civînê bû. Di vê derbarê de Serok Bafil got, helwesta me eşkere ye û em dûbare dikin; Em dixwazin hêzeke niştimanî ya bihêz û bê destwerdanên hizbî ava bikin ji bo vê yeke hewlê me berdewam in . Em naxwazin ti astengî li pêşiya vê proseya niştimanî çêbibin û alîkariya hevpeymanan di vî warî de bilind dinirxînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

