Talebanî: Divê hilbijartin daxwazên welatiyan pêk bîne

Kurdistan 04:58 PM - 2024-09-09
Qubad Talebanî û Balyozê Amerîka Daxuyaniya Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û Balyozê Amerîka

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanofsky civiya û derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û çend pirsên din gotûbêj kirin.

Mijara sereke ya civîna ku îro duşemê (09.09.2024) li Hewlêrê bi amadebûna Steve Bittner konsulê giştî yê Amerîkayê hat lidarxistin, behsa hilbijartinên dahatû yên parlamentoyê hat kirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê proseya hilbijartinan bi awayekî paqij û dadperwerane birêve biçe, da ku di  warê bidestveanîna xwestek û îradeya welatiyên Herêma Kurdistanê de serkeftî be. Herdu alî li ser wê yekê li hev kirin ku divê grûpa çavdêrên navdewletî ji nêzîk ve çavdêriya proseya hilbijartinan bike.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa ewlekariya Iraq û navçeyê û pêwîstiya mayîna hêzên hevpeymanan li Iraqê hat gotûbêjkirin, ji ber ku heta niha jî teror metirsiyeke mezin e bo ser ewlehî û aramiya navçeyê.

Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî hat kirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî hatina şanda hikûmeta federal bo Herêma Kurdistanê bi girîng behs kir  û got ku, emê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku li gel hikûmeta federal bigihin rêkeftinekê û hemû pirsgirêkan  çareser bikin, ji wan jî mijarên girêdayî mûçe û bûdceyê.


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket