Kurd daxwaz ji Begda dikin Helebçe bibe parêzgeh
Kurdistan 04:37 PM - 2024-09-09
Daxuyaniya Serokomariyê
Serok li gel şandeke Encûmena Piştgiriya Helebce civiya
Pêştir parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, şandeke Encûmena Piştgiriya Helebce dê serdana Serokomar, Serokwezîr, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û aliyên siyasî bike da ku proseya parêzgariya Helebce were temamkirin û got: “Ji bo Helebçe bibe parêzgeh pêwîstiya me bi piştgiriya serokomar, serokwezîr û partiyan heye.’’
Serokkomar pêşwaziya şandeke Encûmena Piştgiriya Helebce kir
Di çarçoveya serdana şandeke Encûmena Piştgiriya Helebce de, Dr. Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd ragihand:"Helebce ne bi tenê ye û em li gel xelkê wê ne, daku em li ser bextreşiya xwe derbas bibin,divê bajar û welatiyên wê bi guhertina navçeyekê bo parêzgehekê bên qerebûkirin."
Serok got ku wî du name ji civata nûneran re şandine û daxwaz kirine ku proje yasa bikeve rojeva civata nûneran ji bo dengdan û pesendkirinê, bi taybetî piştî bidawîhatina rêkarên yasayî û temamkirina proseyê ji aliyê wezareta pilandananê ve.
Girîngî li ser temamkirina proseduran tê danîn
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona YNKê li ser navê Helebce Çiro Hema Şerîf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand;“Em îro 09.09.2024ê li gel Encûmena Piştgiriya Helebce serdana serokomar, serokwezîr û cîgirê serokê parlamentoya Iraqê dikin û tekezî li ser temamkirina proseya parêzgeha Helebceyê dikin û daxwaza vekirina fermî ya sînoran dikin.
Chro Hama Şerîf got: Biryar e şanda han di rojên bê de serdana aliyên Iraqî bike û daxwaz ji wan bike ku piştegirya pesendkirina proje yasaya Helebce bibe parêzgeha û çend mijarên din ên girêdayî wî bajarî bikin.’’
Helebçe dikeve rojeva civata nûneran
Pêştir Cîgirê Serokê Ofîsa Serokomariya Iraqê Ezadîn Mecîd Mihemed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re gotibû: “Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd roja 13.08.2024ê nameyek ji serokê bi wekalet yê parlamentoya Iraqê Mohsen Mendelewî re şand û jê xwest ku biryara pêkanîna parêzgeha Helebce bikeve rojeva encumenê da ku rêkarên yasayî bi dawî bibe.’’
"Ji bo berjewendiyên gel û rêzgirtin û dilsoziya bi xwîna şehîdan û qurbaniyên gelê Kurd ku rûbirûyê kîmyabarana û Enfalê bûne, em daxwaz dikin ku proje yasa Helebce bibe parêzgeh li parlamentoyê." Ezadîn Mecîd Mihemed got, pêştir serokê Herema Kurdistanê ji partiyên kurdî re gotibû ku divê li parlamentoya Iraqê lihevkirinek ji bo dengdana dawî ya li ser parêzgeha Helebce pêk bînin.’’
YNK xwe xwediyê proje yasayê dibîne
Encûmena Wezîran a Iraqê di 13-3-2023an de proseya federalî bo parêzgeha 19ê ya Helebce bidawî anî, niha ew bajar di civata nûneran de ye û tê pêşbînîkirin ku xwendina sêyem bo wê bibe.YNK xwe xwediyê proje yasayê dibîne Helebce ku bibe parêzgeh û di dema borî de heta xwendina yekem û duyem ya proje yasayê hewlên mezin dane, her wiha Fraksiyona YNKê jî di encûmenê de jî.
Parlamenteran 87 îmze ji bo xwendina sêyem û bidawîkirina proje yasaya parêzgehkirina Helebce kom kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Şervanên Kurd çalakiyên fedayî encam dan û sê Dron jî xistin xwarê
12:05 PM - 2026-01-10
HSDê Firokxaneya Leşkerî ya Kuwêrsê toparan kir
10:48 AM - 2026-01-10
Fransa:Divê aliyên şerker li Helebê vegerin Peymana Agirbestê
10:11 AM - 2026-01-10
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
09:32 AM - 2026-01-10
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
Kurdistan 09:32 AM - 2026-01-10 -
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
Kurdistan 10:46 PM - 2026-01-09






Aplîkêşin

