Komisyonê 3 berbêjêrên din dûrxistin
Kurdistan 06:38 PM - 2024-09-08
PUKMEDIA
Logoyê Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinan
Komisyona
Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinên Êraq`ê dûrxistina 3 berbijêrên din yên ji bo
Hilbijartina Gera Şeşem ya Parelemana Kurdistan`ê ragihand ku bi vê yekê;
hejmara berbijêrên hatine dûrxistin heya niha gihîşte 7 kesan, ku çi kes ji wan
yên Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ne bûne; û li gor zanyariyên
PUKMEDIA tevaya berbijêrên YNK`ê mercên komisyonê derbaz kirine.
Ew 3 berbijêr mercên komisyonê di wan de ne bûne
Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinên Êraq`ê di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji wê ji bo malpera fermî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEIDA şandiye têde ragihandiye ku Civata Komisyaran biryara dûrxistina 3 berbijêrên din yên ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê daye; jiber ne bûna mercên komisyonê di wan de.
Di daxuyaniyê de hatiye: Her yek ji Şêrwan Şêrwanî ji Lîsta Helwest li bazineya Hewlêr`ê, Şivan Seîd ji Lîsta Neweya Nû li bazineya Duhok`ê û Cefer Osman ji Lîsta Goran li bazineya Silêmaniyê; jiber ne bûna mercên komisyonê di wan de hatine dûrxistin.
Komisyonê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji wan aliyan kiriye ku berbijêrên wan yên hatine dûrxistin di heyama 3 rojan da navên berbijêrên nû arasteya komisyonê bikin daku berbijêrên hatine dûrxistin ji kaxaza hilbijartinan bên derxistin û li cihê wan berbijêrên nû bên danîn, hevdem ji bo wê mebestê jî beşê kargêrî ya hilbijartinan li komisyonê hatiye agahdar kirin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.
Komisyonê aşkere kiriye ku; ew berbijêr li gorî madeya 21 ji Yasaya Hilbijartinên Parlemana Kurdistan`ê; ya hejmare 1 ya sala 1992 an hatiye serrastkirin; hatine dûrxistin.
Mercên berbjêrbûnê:
Li gor pêdaçûneke PUKMEDIA ew madeyên ku berbjêr li gor wê yekê hatine dûrxistin ji 6 mercan pêk tln ku ev in:
Yekem:Welatî û akinciyê Kurdistan`ê be.
Duyem: Nivîs û xwendinê bi başî bizane.
Sêyem: Temenê wî ji 30 saliyê zêdetir be û ji rûyê aqil ve temam be.
Çarem: Divê ew bi tawaneke rezîl ne hatibe sizakirin.
Pêncem: Bi tawanê dizî û kuştina bi mebest ne hatibe sizakirin.
Şeşem: Beşdar nebû be di tawanên Hizba Be`is li dijî Kurd li Kurdistan`ê.
Ev yek di demekê de ye ku Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinên Êraq`ê roja 06-08-2024 an dûrxistina her yek ji Hêlîn Ekrem, Hêmin Omber, Saman Mehmûd û Diyarî Hîdayet yên ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê ragihandibû; jiber ku serpêçî di yasayên komisyonê de kiribûn ku yek ji wan berbijêran; berbjêrê take kesî ye û 3 berbijêrên din jî ku yek ji wan berbijêrê Neweya Nû bû.
Çi berbijêrekî YNK`ê ne hariye dûrxistin
Kandîdnên Yekîtî ya nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) li her 4 bazineyên Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê çi pirsgirêkek wan nebûne û hemû mercên berbijêrbûn di wan hene û ew destpak in û çi tawanên wan yên berê jî nîn in.
Çavkaniyek ji Mekteba Hilbijartinan yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) ji bo malpera fermî yê PUKMEDIA ragihand ku, berbijêrên YNK`ê hemî merc di wan de hene ku Komisyona Bilind ya Serbixwe yê Hilbijartinên Êraq`ê diyarî kirine û çi berbijêrek YNK`ê ne hatiye dûrxizstin.
Mekteba Hilbijartinan yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) dibêje: Piştî pêdaçûn û hûrbîniyê ji bo berbjêran ji aliyê dezgehên taybetmend yên Êraq û Herêma Kurdistan`ê ve,berbijêrên YNK`ê tevaya mercên berbijêrbûnê di wan de hene ku dê beşdarî hilbijartinê bibin.
Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) dê bi 172 berbjêran beşdarî Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê bibin ku biryare roja 20`ê Cotmeh ya sala 2024 an bi rêve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

