Firaksyona YNK: Bêdengiya Herêm û Êraq`ê rewadan bi hêrişan Turkiye ye
Kurdistan 06:25 PM - 2024-09-05
PUKMEDIA
Hêrişa îro ya li Şarbajêr
Firaksyona Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) li
Civata Nûnerên Êraq`ê bi tundî hêrişên firokeyên bê firokvan yên Turkiye bo ser
welatiyên Herêma Kurdistan`ê şermezar dike û dibêje: Bêdengî û bêhelwestiya Hikûmeta
Êraq û Herêma Kurdistan`ê di asta rewakirina wan hêrişan de ne.
Firaksyona Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) di
daxuyaniyekê de ku wêneyek ji wê ji bo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya
Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA hatiye şandin têde daxwaz ji Hikûmeta Êraq û
Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê dike ku bêdengiya xwe bişkînin û helwestek cidî nîşan
bidin.
Li sinorê Duhok`ê 7 kes şehîd bûne
Di dema 72 demjimêrên bûrî de jiber hêrişên firokeyên bê firokvan yên Turkiye bo ser sinorê Duhok`ê û parêzgeha Duhok`ê 7 kes şehîd bûn; ku zarok ji di nav wan de hebû.
Îro piştî nîvro rêkefta 05-09-2024 an firokeyek bê firokvan ya Turkiye otombêlek li nêzîkî gundê Gumwan ya ser bi navçeya Çuwarta kir armanc ku 3 kes têde bûn; û di encamê de her sê kesan canê xwe ji destdan; û duhî jî li sinorê Xelekan di hêrişeke Dironê Turkiye de ku otombêlek kiribû armanca 3 ksan canê xwe ji destdan ku bav û 2 kurên wî bûn; yek ji wan zarok bû.
Firaksyona YNK:Bi tundî wan hêrişan şermezar dikin
Di daxuyaniya firaksyona YNK`ê de hatiye: Bi tundî hêrişên firokeyên bê firokvan bo ser welatiyên Herêma Kurdistan`ê şermezar dikin, bi taybetî di dema 72 demjimêrên bûrî de di encama 2 hêrişên cuda de li sinorên parêzgeha Silêmanî û Duhok`ê 7 welatî şehîd kirin ku endamên du malbatan bûn, yek ji wan jî zarokek bû û hejmarek welatiyên din jî birîndar kirin.
Firaksyona YNK`ê li Civata Nûneran dibêje: Berdewamiya hêrişan û bêdengî û bêhelwestiya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê di asta şehîd û birîndarkirin û binpêkirina serweriya Êraq`ê de cureke ji rewakirina wan hêrişan e.
Li gor zanyariyên PUKMEIDA di hêrişa firoka bê firokvan ya Turkiye ya îro de ji 3 qurbaniyan yek zarok bû.
Firaksyona YNK`ê careka din daxwaz ji Hikûmeta Êraq û Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê dike ku vê bêdengiya xwe bişkînin û helwestên cidî nîşan bidin.
Li gor amarên Rêxistina (CPT) ya Emrîkî; ku di navrasta heyva bûrî de belav kiribû, di dema 33 salên bûrî de jiber hêrişên Turkiye û Îran`ê 845 kesên sivîl li Herêma Kurdistan`ê bûne qurbanî, ku ji wê hejmarê 425 kesan canê xwe ji dest dabûn, ku piraniya qurbaniyan jiber hêrişên Turkiye bûne.
Pêştir jî Kameran Osman, Berpirsê Dîsk ya Mafên Mirovî yê Rêxistina (CPT) yê Emrîkî bo PUKMEDIA ragihandibû ku; çi kesek li Herêm û Êraq`ê rêgiriyê li Turkiye nake, lewra Turkiye rojane deverên me dike armanca hêrişên xwe
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

