Serok komar daxwaz dika ku bi parêzgehbûna Helebce bikeve rojevê karnameyê
Kurdistan 10:50 AM - 2024-09-02
PUKMEDIA
Parêzgeha Helebce
Rêzdar Serokkomarê Komarê Ebdulletîf Cemal Reşîd nameyek ji
Serokê Encumena Nûneran re şand û tê de daxwaz kir ku yasaya biparêzgebûna
parêzgeha Helebce bikeve rojeva Encûmenê.
Di vê derbarê de Cîgirê Berpirsê Ofîsa Serokayetiya Komarê
Ezeddîn Mecîd Mihemed di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: Roja 13/8/2024ê Dr. Letîf Cemal Reşîd serokê
komarê, nameyek ji Muhsin Mendelewî serokê parlementoya Îraqê re şand û tê de
daxwaz kir, ku proje yasaya bi parêzgehbûna Helebce bikeve rojeva civînên encumenê
bi mebesta temamkirina rêkarên avakirina parêzgehê ye.Cîgirê Serokê Dîwana Serokatiyê herwiha got: Ji bo
berjewendiya xelkê û ji bo rêzgirtin û dilsoziya bi xwîna şehîd û qurbaniyên
gelê Kurdistanê yên ku rastî bombebarana kîmyayî û jînosaydkirina enfalan
hatine, cenabê Serok Komarê daxwaza dengdanê li ser proje yasayê kir û pêştir
jî cenabê wî ji aliyên Kurdistanî re tekezî li ser pêwîstiya pêkhatina
yekdengiyê di nav nûnerên Encûmenê de ji bo dengdana li ser avakirina parêzgeha
Helebce kir.
YNK xwe xwediyê proje yasayê dibîne
YNK ji ber hewldanên berdewam ên fraksiyona xwe li
parlamentoya Êraqê xwe xwediyê proje yasaya parêzgehkirina Helebceyê dibîne.
Parlamenterê Parlamentoya Êraqê ji Fraksiyona YNKê li ser
navê Helebce Çiro Hema Şerîf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand; YNKê xwe xwediyê projeya parêzgehbûna
Helebceyê dibîne û di vê çarçoveyê de me di dema borî de heta xwendina yekem û
duyem ya proje yasayê hewleke mezin daye.
Çiro Hema Şerîf got: ‘’Me 87 îmza kom kirine û şandine desteya serokatiya parlamentoyê ku nûnerên hemû fraksiyonan tê de cih digirin û me daxwaza xwendina sêyem a proje yasayê kiriye ku bibe parêzgeha Helebce û deng li ser were dayîn.’
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê Fraksiyona YNKê li ser pişka Helebce got: Fraksiyona YNK’ê li Parlamentoya Êraqê hewl dide dengên herî zêde ji bo proje yasayê kom bike, da ku dema dengdana li ser proje yasayê dengên pêwîst bi dest bixe, Helebce bibe parêzgeha 19’emîn a Êraqê.
Hewldana Serok Bafil ku Helebce bibe parêzgeh
Berî niha Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
Bafil Celal Talebanî serdana aliyên Iraqî kiribû û ji wan xwestibû ku
piştgiriya daxwaza YNKê li parlamentoyê ji bo temamkirina proseya wê
bikin.Li gor zanyariyên PUKMEDIA, aliyên Êraqî bi rêya parlamenterên xwe li ser
piştgiriya parêzgariya Helebceyê li hev kirine.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî avakirina
kabîneya Sûdanê ji bo ku Helebce bibe parêzgeh, hewlên cidî dan.Lewma
parêzgariya Helebce destkefteke din a YNKê ye ji bo gelê Kurd bi giştî û xelkê
Helebce bi taybetî ye.
Encumena Wezîran parêzgeha Helebce pesend kir
Encûmena Wezîran a Iraqê di 13-3-2023an de proseya
federaliyê bidawî kir ku bibe parêzgeha 19ê ya Helebce.Pêşnûmeya qanûnê
niha li Meclisa Nûneran e û tê payîn ku ji bo xwendina sêyemîn were xwendin.
Bi pesendkirina proje yasayê, Helebce dê bibe parêzgeha
19emîn li Iraqê û herwiha dê bibe parêzgehek din bo Herêma Kurdistanê.Ji aliyê
îdarî ve Helebce niha ji navçeya navendî ya bajêr û çar navçeyên (Xurmal,
Biyara, Bamo, Sîrwan) pêk tê.
Sînorên erdnîgarî yên parêzgeha Helebce bi fermî ji aliyê
Wezareta Plandanan a Iraqê ve hat pesendkirin.
Qanûna Parêzgeha Helebce li Êraqê
Bend 1:
Li Herêma Kurdistana Iraqê parêzgehek nû dê bê avakirin û bibe parêzgeha 19emîn
a Komara Iraqê û navenda wê navçeya Helebce ye.
Bend 2:
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê/Iraqê sînor û yekeyên îdarî yên parêzgehê
destnîşan dike.
Bend 3:
Pêkanîna bendên vê qanûnê berpirsiyariya aliyên pêwendîdar e
Bend 4:
Ev qanûn ji roja ku di rojnameya fermî ya El-Waqi' El-Iraqiye de tê
weşandin, dikeve meriyetê.
Sedemên derxistina qanûnê
Di berjewendiya giştî de, di encama berfirehbûna erdnîgarî û
zêdebûna nifûsê û qurbanîdana gelek xelkê Helebce ji ber kîmyabarana bajarê
Helebce di sala 1988 de ji aliyê rejîma berê ve, û herwiha li hember ziyanên
cesareta mirovî, madî û manewî ya niştecihên wê û pozîsyona cîhanî ya ku ji ber
vî sûcî bi dest xistiye ev qanûn hat derxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

