Belge..PDK`ê ji bo dagîrkirina Hewlêr`ê rênîşanderê kurê Sedam û Sultan Haşim bû
Kurdistan 05:38 PM - 2024-09-01
PUKMEDIA
Rojnameya Êraq`ê
Sedamê dîktator yê rêjîma berê yê Êraq`ê bi şandina kurê xwe û Sultan
Haşim û hejmarek zaf ji fermandeyên Be`is bersiva Mesûd Barzanî serok`ê PDK`ê
bi dagêrkirina Hewlêr`ê da û jiber wê çendê hejmarek zaf kadir û alîgir û
xelkê Hewlêr`ê hatin bê ser û şûn kirin û Hewlêr hat dagîrkirin.
Bi Vîdeo…Serok
Mam Celal navên wan hêzan dixwîne ku roja 31`ê Tebax`ê beşdarî dagîrkirina Hewlêr`ê
bibûn.
Navên
fermande û hêzan:
Ferîqê
Yekem yê Rukin Sultan Haşim Ehmed, Wezîrê Parastinê.
Qusayê
Seddam Huseyn, serpereştayarê pasdarên komarê di şerê de.
Ferîqê Yekem yê Rukin Ebdulwehîd Şenan Rebat, Serfermandarê Artêşa Êraq`ê.
Ferîq Rukin Seyfeddîn Felayh Hesen, fermandarê feyleqa yekê.
Lîwayê firokvaniyê Sefa Şemsedîn Xalis Îsmaîl, fermandarê firokvaniya artêşê.
Lîwa Mehmûd Deham Bedewî, fermandarê feyleqa Pêncemîn.
Lîwa Hemîd Ramazan Ebdullah, Fermandarê Firqeya 8.
Lîwa Salih Yûsif Hemûd, fermandarê firqeya 7 yê piyade.
Lîwa Talib Mesrûr Necim Hesen, Fermandarê fîrqeya Piyade Alî /1.
Ferîqê Yekem yê Rukin Îbrahîm Ebdulstar serok erkanê Garda Komarî.
Lîwa Kemal Mistefa Ebdullah Salih,fermandarê piroseyên Alah Ekber di şerê (Mitwekil
Ele Alah) de.
Lîwa Rukin yê topxaneyê Ebdullah Hesen Elî Nesîf, Fermandarê Topxaneya
Fermandeyê Operasyonan.
Emîd Rukin Xemîs Me'in Husên Nî`eme, fermandarê hêzên Bexdayê di nav Garda
Komarî de.
Elî Mecîd Husên Elî Ibrahîm, fermandarê hêza Ednanî ya Garda komarî.
Emîdê Rukin yê piyade Elî Sufyan Mahîr Hesen, fermandarê lîwaya Piyade yê 29.emîn
yê Garda Komarî.
Ebas Casim Mihemed Elî Eqîd Ruken (Hêzên Taybet) Fermandarê Hêzên Taybet ya 3
ya Garda Komarî.
Eqîd Rukin Basim Yûnis Sedulah, Fermandarê Lîwaya Piyade yê 38 Alî ya Garda
Komarî.
Eqîd Rukin yê zirêpûş Hizêrî Telal Silêman, fermandarê lîwayê û perwerdekarê
artêşa 40 ya Garda Komarî.
Eqîd Rukin Elî
Ebdulah Îsa Şinan fermandarê topxaneyên hêza Ednanî ya Garda Komarî.
Eqîd Rukin yê piyade Elî Etşan Jadir, Fermandarê lîwaya Piyade yê 4 yê
Garda Komarî.
Eqîd Rukin Sebah Ubêd Necim Şebîb Fermandarê Lîwaya Piyade ya 5 ya Garda Komarî.
Eqîd Rukin
yê piyade Casim Mihemed Selîm Ferhan Fermandarê piyade yê lîwaya 6 ya Garda Komarî.
Emîd Rukinê
topxane Hesen Silêman Hesen Seîd, fermandarê topxaneyên hêzên Bexdayê di nav
Garda Komarî de.
Be`isî li Hewlêr`ê bi şahane dijî û PDK`ê diparêze
Di wê derbarê de, Ebo Zêd Salih, endamê serkirdayetî yê berê yê
Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) bo malpera fermî yê PUKMEDIA ragihand ku,
neviyên beşek zaf yên serkirdeyên Be`is ku destên wan di kîmyabaran û enfal û
cenosîda gelê Kurd de hebûn û beşdarî xiyaneta 31`ê Tebax`ê kiribûn, niha li
Hewlêr ya paytexta Herêma Kurdistan`ê jiyanek şahane derbaz dikin û li
ser kelha Hewlêr`ê wêneyên bîranînên xwe tomar dikin.
Ebo Zêd Salih dibêje: Xelkê resen yê Hewlêr`ê di taxên hejar de debara
jiyana xwe dikin û zivistan û havînê difetisin, lê beşek ji Be`isî û neviyên
wan li Sîty û taxên şahane jiyana xwe derbaz dikin û ji aliyê PDK`ê vee w tên
parastin.
Ebo Zêd Salih aşkere kir ku li
gor amarên ne fermî heya niha nêzîkî 300 Pêşmerge û kadir û alîgirên Yekîtî ya
Nîştimanî ya Kurdistan`ê ji ber xiyaneta 31`ê Tebax`ê bê ser û şûnin û heya
niha kes û karên wan çaveriya vegera wan dikin.
Navên beşek ji kadir û alîgirên YNK`ê ku roja 31`ê Tebax`ê winda bûne :

Roja 31`ê Tebax`ê ku wek rojek reşe di dîroka kurd de li başûrê Kurdistan`ê de
tomarkiriye, di wê rojê de 400 Tank û bi dehan Zirîpûş û çendîn ketîbeyên
topxane û Katiyoşe û Hawan û Helîkoter û
çekan yên rêjîma Be`is bi havkariya PDK`ê li dijî xelkê
Kurdistan`ê hatin taqîkirin û avahiya parlemana Kurdistan`ê dagîrkirin ku ew
yekem ezmûna demokrasî yê Herêma Kurdistan`ê bû.
Hevdem li gor amarên Mekteba Şehîdên Yekîtî ku ji bo malpera fermî
PUKMEDIA şandiye di xiyaneta 31`ê Tebax`ê ya PDK`ê de 236 Pêşmergeyên YNK`ê li
Hewlêr û derdora wê şehîd bûne û zêdetirî 700 Pêşmerge jî birîndar bûne, ji bilî wê jî hejmarek malên Pêşmergeyên YNK`ê ji aliyê talanciyên 31`ê Tebax`ê ve hatin talankirin
û mal û zarokên wan hatine derbiderkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
10:49 AM - 2025-12-06
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Rêjeya hejariyê li Îraqê kêm dibe
Êraq 11:32 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05



.jpg)


Aplîkêşin

