Wezîrê Dadê û Parêzgarê Kerkûkê tekezî li ser bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê û xebata hevbeş dikin
Kurdistan 11:20 AM - 2024-09-01
PUKMEDIA
Parêzgarê Kerkûk Rêbwar Taha û Wezîrê dadê Xalid Şiwanî
Wezîrê Dadê yê aqê D.Xalid Şiwanî sardana avahiya parêzgeha
Kerkûkê kir û hevdîtin bi parêzgar Rêbwar Taha, cîgirê teknîkê Îbrahîm Temîm,
Şêwirmendê serok wezîr bo karûbarên pirojeyan D.Amêr Ciborî û hevkar û
berpirsên beşan, kir.
Li ofîsa fermi wezîrê dadê li gel parêzger û berpirsên li
parêzgehê civîn pêk anî, avakirina rêveberiya nûh pîro kir ku wê ber bi
ortaqiyê û xizmeta hevwelatiyên Kerkûkê û peydakirina aramî û ewlehê û bingehên
pêkvejiyanê ve biçin.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Kerkûkê kêfxweşiya xwe bi serdana
Wezîrê Dadê nîşan da û tekez li ser karkirina weke yek tîm ji bo xebata hevbeş,
piştevanîkirina bingehên pêkvejiyanê, aştî û avadankirinê û karkirina ji bo
projeyên taybet ên ku xizmeta hemû pêkhateyan dike, rola mezin û piştevaniya
rêveberiya parêzgehê ji Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Dr.Mihemed Temîm
û Wezîrê Dadê Dr.Xalid Şiwanî.
Parêzgarê Kerkûkê balkişand ser baldariya rêveberiyê ji bo
hevkarî û hemahengiya li gel Encûmena Parêzgehê ji bo cîbicîkirina bernameya
hikûmetê û piştevaniya bingehên geşepêdana Kerkûkê.
Piştî bidawîhatina civînê, Wezîrê Dadê komgireke
rojnamevaniyê lidar xist û tê de tekez kir, emê kar bikin ji bo çareser kirina
kêşeyên girêdayî xal û yasayên girêdayî parêzgeha Kerkûkê, ku ji bo çareser
kirina astengiyên li pêşiya dezgehên dadwerî û hevahengiya zêdetir di navbera
Wezareta Dad û parêzgeha Kerkûkê de ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan
ji welatiyan re.
Wezîrê Dadê got jî: Ya herî girîng û xema me ya herî mezin
ewe ku dûrî asayî û astengiyan baştirîn xizmetguzarî ji welatiyan re bê
pêşkêşkirin û serdana me ya îro bo parêzgeha Kerkûkê ji bo pêkanîna rewşa
hemahengî û hevkariyê li gel parêzgeha Kerkûkê hat.
Dr.Xalid Şawanî got: Ji bo xizmetkirina Kerkûkê,
cîbicîkirina pirojeyan û bidestveanîna armancên tê xwestin, em pîrozbahiyê li
rêveberî û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dikin ku dest bi erk kiriye û
lidarxistina hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi xwe destkeftek
niştimanî û yasayî ye ji ber ku ev parêzgeh bi salan e ji lidarxistina
hilbijartinan bêpar dima.
Got jî: Hikûmeta Kerkûkê piştî zincîreyeke dûr û dirêj ji
civîn û diyalogan hat û em kar dikin ku baştirîn xizmetguzarî ji welatiyan re
pêşkêş bikin û pêkvejîyana aştiyane û biratî pêş bixin û Kerkûk jî weke sembola
pêkvejiyana aştiyane û em weke Kerkûkî parastina nasmnameya xwe bikin ji ber ku
cihêrengiya ku li Kerkûkê heye ji bo vê parêzgehê hêzek e û em li ser hewlên
cîbicîkirina projeyan û dabînkirina derfetan kar dikin û li ser paşeroja xwe
geşbîn in Kerkûk.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

