Mekteb û organên YNK`ê merasîmên şîna neteweyî li dardixin
Kurdistan 12:19 PM - 2024-08-31
PUKMEDIA
Letîf Nerweyî Berpirsê Burdpê Ragihandinê
Di
bîreweriya xiyaneta 31`ê Tebax`ê de li tevaya mektebû organ û melbend û
komîteyên Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) merasîmên şîna neteweyî li
dardixin.
Îro
danê sibê roja Şemiyê rêkefta 31-08-2024 an li jêr navê (Kurdistan ji bo
şehîdên xiyaneta 31`ê Tebax`ê şînê girê dide ) li tevaya mekteb û organ û
melbend û komîteyên Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) merasîmên şîna
neteweyî hat ragihandin; û dest li ser sing ji bo giyanê pak yê şehîdên 31`ê Tebax`l
û tevaya şehîdên riya rizgariya Kurdistan`ê hat danan.
Letîf Nêrweyî ji bo xelkê Hewlêr`ê : Bi dengên we emê xiyaneta 31`ê Tebax`ê derman bikin
Di wê çarçoveyê de li bargeha Burdê Ragihanidina Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) de merasîmek hat sazkirin û têde Letîf Nêrweyî, Berpirsê Burda Ragihandina YNK`ê ragihand ku, xiyaneta 31`ê Tebax`ê tenê li dijî Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) nebû, belku li dijî vîna gelê Kurdistan`ê bû, jiber ku yekem hêriş bo ser Parlemana Kurdistan`ê hat kirin û ala Kurdistan`ê anîn xwarê ku rûmeta netew û nîştiman bû, hevdem hêrişî hêz û aliyên din yên siyasî yên Kurdistan`ê hat kirin, lewra em daxwaz ji xelkê Hewlêr û Herêma Kurdistan`ê dikin ku bi dengên xwe di piroseya hilbijartinê de dawiyê li qorxkarî û takrewî û xwesepandinê bînin û xiyaneta 31`ê Tebax`ê derman bikin
Li Hewlêr`ê jî Şîn hat girêdan
Hevdem di salroija 28 ehemîn ya xiyaneta 31`ê Tebax`ê de li bajarê Hewlêr`ê li hemberî Mekteba Siyasî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) bi amadebûna Şalaw Kosret Resûl, endamê mekteba siyasî yê YNK`ê û Se`idî Pîre, Peyvdarê YNK`ê û hejmarek kadir û hevalên YNK`ê merasîma Şînê bi rêveçû.
Li Duhok`ê jî merasîm birêveçû
Bi amadebûna Aras Mihemed Axa,endamê civata serkirdayetî û berpirsê melbenda 7 yê Neynewa û Cemal Yusif berpirsê melbenda 4 yê Duhok`ê û hejmarek zaf kadir li baregeha melbenda 4 ya Duhok`ê merasîma şîn ya taybet bi şehîdên xiyaneta 31`ê Tebax`ê birêveçû.
Stran Ebdula: PDK`ê wane ji bo xwe dernexistine
Her di wê çarçoveyê de îro danê sibê li baregeha mekteba siyasî li Qelaçuwalan, bi amdebûna Stran Ebdula, berpirsê Sekertariyeta Mekteba Siyasî û hevalên kadir û têkoşerên îdare û beşên mekteba siyasî li jêr navnîşanê (Kurdistan şînê ji bo şehîdên xiyaneta 31`ê Tebax`ê girê dide ) merasîmek şînê hat sazkirin.
Di merasîmê de amadevan çend kêliyek bi bê dengî û dest li ser dil westan, wek rêz ji bo şehîdên wê xiyanetê, piştre Stran Ebdula di gotarekê de behsa dîrok û karvedanên wê xiyanetê kir ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK) ve hatibû encamdan, amaje bi wê yekê kir ku piştî wê xiyanetê YNK`ê ji bo aştî û parastina pêkhateyên herêmê û yekrêziya gelê me rêkeftina stratîjî Peymanên stratejîk û pêvajoyeke aştiyê çêkir, lê PDK`ê li ser heman rêbaza xiyaneta 31`ê Tebax`ê berdewam e ku hîna wane ji bo xwe dernexistine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

