31ê Tebaxê... Heybeta yekemîn ezmûna demokratîk li Herêma Kurdistanê şikand
Kurdistan 12:12 PM - 2024-08-29
PUKMEDIA
31 Tebaxê
Em nêzî salvegera xiyaneta 31’ê Tebaxê dibin, ku di wê
rojê de di sala 1996’an de partiyeke Kurdistanî bi tankên Beisê hêbeta
Parlamentoya Kurdistanê şikand Salvegera vê dîroka tarî ji bo YNK’ê û gelê
Hewlêrê cuda ye. Ji ber ku gelê Herêma Kurdistanê ber bi xola şeşemîn a
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ve diçe û Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bo roja 20/10/2024 de ku roja hilbijartinan e dirûşma (Hewlêrê
vedigerînin) kiriye serkeftina hewlêriyan.
Hewlêr bajarê têkoşer û karsaz, hejaran e
Şalaw Kosret Resûl di nivîsekî de ragihand: Hewlêr ji kê wardigrin û didin kê ? ji xelkê Hewlêrê re axivî û ragihand: “Hewlêr bajarek e ku xelkê ji bo wê xwîn daye û serweriya wê parastiye, lewma emê Hewlêrê vegerînin ji bo gelê xwe yê resen û wê Hewlêrê ji destê gemar û lerzî yê ku ev çend sal in hatiye ser bajêr û hewl dide dîroka Kurdistanê berovajî bike, rizgar bikin.
Şalaw Kosret Resûl di gotarekê de bi nave Hewlêr ji kê wardigrin û didin kê? got: Hewlêr bajarê têkoşer, karsaz, feqîr û kedkar e, bajarê pirçandî û bihevre jiyanê ye, bajarekî ku xelkê ji bo wê xwîn bexşandiye û serweriya wê parastiye.Hewlêr yê xelkê taxên feqîre ku bi zelalî cudahiyan ji malên xwe de dibînin, lewra dema dibêjin emê Hewlêrê vegerînin, mebesta min ji bo xelkê ye ku emê vegerînin.”
Yên nû hatine dixwazin îmaja bajarê herî mezin xera bikin.Hewlêr bajarê çand, têkoşîn û nirxên bilind ên Kurdewarî ye, ne bajarê nûhatinên ku bi pereyên Hewlêrê medya ava kirine û dixwazin bajêr bêrûmet bikin û bê qîmet nîşan bidin û wêneyê bajarê herî mezin xera dikin.
Em ê Hewlêrê ji wan kesên ku bi partiyeke biyanî ketine nav bajêr warbigirin, ku em hemû jî dizanin xwediyên rastîn ên Hewlêrê nînin, ji ber ku bi awayekî tarî ketine bajêr, em ê vegerînin bo gel.Em ê Hewlêrê ji hîsedarên ku nahêlin kes bi para xwe projeyekê veke, ji yên ku bi sedan donim erda xelkê dagir kirine û qesrên xwe li ser ava dikin, yên ku şîrketên biyanî tînin,bistînin ji gel re vegerînin. Her dema ku gef li wan hatiye xwarin, ji Hewlêrê reviyane û beşeke mezin ji serweta bajêr ji xwe re wargirtine û beşeke biçûk jî firotine xelkê Hewlêrê.
Şalaw Kosret Resûl di dawiya axaftina xwe de wiha got: Peyama vegerandina Hewlêrê ji destên hovane ku bi salan e ji bo xirabkirina wê dixebitin,bo rizgarkirina wê ye, em ê wan destên lerzok ji jiyana welatiyan derxînin heta ku bajarê kevnar dîrokek nû tomar bike.
Tenê çend roj mane bo salvegera xiyaneta dîrokî
Di 31’ê Tebaxa 1996’an de PDK şikoya yekemîn ezmûna demokratîk a Herêma Kurdistanê şikand ku di sala 1992’an de ji aliyê nêzî milyonek dengdêr ve hatibû avakirin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema ku Pêşmergeyên Herêmê berevaniya wê dikirin, parlamento veguherand geraja çek û tankên rêjîma Beis.
Endamê xola berê yê parlemenê dibêje: Hatina çekên rêjîma Beis bo avahiya parlamentoyê rewakirina sûcên Enfal û kîmyabaranê bû, lê bi dengên xelkê Hewlêrê emê wê rûmetê vegerînin parlamentoyê û Hewlêrê ji destê talankeran vegerînin.
Parlamenterê Fraksiyona YNKê di rûniştina borî ya Parlamentoya Kurdistanê de Balanbo Mihemed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand; Ger partiyek Hewlêr û parlamento bi çekên rêjîma Beisê dagîr kiribe, emê di vê hilbijartinê de bi piştevaniya gelê berxwedêrê Hewlêrê di pêvajoyeke tevahî demokratîk de vegerînin.
Balanbo Mihemed got: 20-10-2024 roja têkoşîna li dijî zulmê û vegerandina rûmeta xelkê Hewlêrê bo gel û parlamentoya Kurdistanê ye ku berî 28 salan ji aliyê çekdarên rêjîma Beis ve hat dagîrkirin û vê xiyanet destûr dan tawanên kîmyabarana, Enfal û gelek tawanên din ên rêjîma Beis li dijî gelê Kurd.
Şahid: Pêşmergeyên YNK berevaniya Parlamentoya Kurdistanê kirin
Peyamnêrê serbazî yê artêşa Êraqê dibêje, roja 31ê Tebaxê dema ku Partiya Demokrat a Kurdistanê hêzên Rêjîma Beis anîn ber avahiya Parlamentoya Kurdistanê, Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bergiriyeke bêhêvî nîşan dan û li hember parastina Parlamentoya Kurdistanê rawestiyan û vê mijarê em şok kirin.
Mihemed Sabir Elêwî ku di 31.08.1996ê de peyamnêrê cengê bû dibêje yek ji wan diyardeyên herî girîng ku wê rojê bala min kişand, ketina pasdarên komarê bo nav avahiya parlamentoya Kurdistanê bû, ku tê de Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî li wir destana parastina lehengiyê da destpêkirin.
Got jî: Dema ku avahîya parlamentoya Kurdistanê ket, ez gelek xemgîn bûm û ew yekem ezmûna demokratî li herêma Kurdistanê di bin kontrola komarî de ye, lê ti hêzek min nemabû, min tenê ev dema xirab di dilê xwe de tomar kir.
Di dîroka kurdan de rojeke reş
Roja 31ê Tebaxa 1996ê yek ji rojên reş bû di dîroka Herêma Kurdistanê de, xiyanetek ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve hat kirin û di wê rojê de Partiya Demokrat zêdetirî 400 tank û bi dehan otombîlên leşkerî, ketîbe û helîkopterên rêjîma Beis a hilweşiyayî ber bi bajarê Hewlêrê ve bi xwe re anî. û bi alîkariya Partiya Demokrat avahiya parlamentoya Kurdistanê kontrol kirin.
Avakirina parlamentoya Kurdistanê yekem ezmûna demokrasiyê bû li Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinan ku tê de 967 hezar û 229 hemwelatî beşdar bûn û dengên xwe dan bo hilbijartina wê parlamentoyê, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê ligel pasdarên Komarî şerê demokrasiyê xiste bin bombebaranê de, xiyaneta herî mezin li dijî gelê Kurdistanê tomar kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Barack û Sefedî tekez li pêkanîna Peymana 10 Adarê dikin
02:01 PM - 2026-01-10 -
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
10:08 PM - 2026-01-10
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
08:48 PM - 2026-01-10
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
07:01 PM - 2026-01-10
Civata Şêxmeqsud bo xelkê Şêx Meqsûd:Xwedî li birîndaran derkevin
06:11 PM - 2026-01-10
zortrin xwendraw
-
Tom Barack ji Şereh daxwaza aramiyê li Helebê dike
Cîhan 08:48 PM - 2026-01-10 -
Kurdistanî li dijî êrîşên ser taxên Kurdnişîn xwepêşandanan dikin
Kurdistan 12:27 PM - 2026-01-10 -
Barack û Sefedî tekez li pêkanîna Peymana 10 Adarê dikin
Cîhan 02:01 PM - 2026-01-10 -
Agirbestek demkî li Şêx Meqsûd hat ragihandin
Kurdistan 10:08 PM - 2026-01-10 -
Serok Bafil: Divê li dijî Kurdên Rojava tundûtûjiya bê ragirtin û hemû vegerin gotûbêjan
Kurdistan 11:17 PM - 2026-01-10 -
Pênc şervanan çalakiyên fedayî encam dan û sê Dron jî ketin xwarê
Kurdistan 12:05 PM - 2026-01-10 -
Kenada:Divê xelkê sivîl yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bên parastin
Kurdistan 09:32 AM - 2026-01-10 -
Wezîra Alman: Êrîşên ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
Kurdistan 07:01 PM - 2026-01-10



.jpg)
.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

