Şalaw Kosret Resûl:Hewlêrê emê vegerînin ji bo gel
Kurdistan 09:32 PM - 2024-08-28
PUKMEDIA
Şalaw Kosret Resûl
Şalaw Kosret Resûl di nivîsekî de ‘’ Hewlêr ji kê wardigrin û didin kê ?’’ ji xelkê Hewlêrê re axivî û ragihand: “Hewlêr bajarek e ku xelkê ji bo wê xwîn daye û serweriya wê parastiye, lewma emê Hewlêrê vegerînin ji bo gelê xwe yê resen û wê Hewlêrê ji destê gemar û lerzî yê ku ev çend sal in hatiye ser bajêr û hewl dide dîroka Kurdistanê berovajî bike, rizgar bikin.
Şalaw Kosret Resûl di gotarekê de bi nave Hewlêr ji kê wardigrin û didin kê ?’’ got: “Hewlêr bajarê têkoşer, karsaz, feqîr û kedkar e, bajarê pirçandî û bihevre jiyanê ye, bajarekî ku xelkê ji bo wê xwîn bexşandiye û serweriya wê parastiye.Hewlêr yê xelkê taxên feqîre ku bi zelalî cudahiyan ji malên xwe de dibînin, lewra dema dibêjin emê Hewlêrê vegerînin, mebesta min ji bo xelkê ye ku emê vegerînin.”
Em ê Hewlêrê ji hîsedaran bistînin
Yên nû hatine dixwazin îmaja bajarê herî mezin xera bikin.Hewlêr bajarê çand, têkoşîn û nirxên bilind ên Kurdewarî ye, ne bajarê nûhatinên ku bi pereyên Hewlêrê medya ava kirine û dixwazin bajêr bêrûmet bikin û bê qîmet nîşan bidin û wêneyê bajarê herî mezin xera dikin.
“Em ê Hewlêrê ji wan kesên ku bi partiyeke biyanî ketine nav bajêr warbigirin , ku em hemû jî dizanin xwediyên rastîn ên Hewlêrê nînin, ji ber ku bi awayekî tarî ketine bajêr, em ê vegerînin bo gel.Em ê Hewlêrê ji hîsedarên ku nahêlin kes bi para xwe projeyekê veke, ji yên ku bi sedan donim erda xelkê dagir kirine û qesrên xwe li ser ava dikin, yên ku şîrketên biyanî tînin,bistînin ji gel re vegerînin. Her dema ku gef li wan hatiye xwarin, ji Hewlêrê reviyane û beşeke mezin ji serweta bajêr ji xwe re wargirtine û beşeke biçûk jî firotine xelkê Hewlêrê.”
Emê Hewlêrê vegerînin ji bo gelê xwe yê resen
Her wiha got:“Belê, em ê paşde bigirin û bidin kesên ku bajêr baş nas dikin û xizmetê jê re dikin. Em ê bidin wan kesên ku ewqas ji bajêr hez dikin ku amade ne ji bo wê her tiştekî bidin.Em ê Hewlêrê ji vê zilmê rizgar bikin"Peyama vegerandina Hewlêrê rizgarkirina Hewlêrê û xelkê wê ye ji destê ku ev çend sal in hewl dide wê xirab bike. Em ê destê lerzîn li ser jiyana xelkê rakin da ku bajarê kevnar dîrokeke din ji nû ve binivîsîne." got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

