Komeleya xwendekaran bi formeke nû hate vekirin
Kurdistan 01:42 PM - 2024-08-28
PUKMEDIA
Komelaya xwendekaran
Nûnerê serok Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo karûbarên
xwendekaran Aran Xefûr di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera PUKMEDIA
ragihand: Di heyama du rojên borî de zêdetirî 5 hezar xwendekar daxwaza
endamtiya komeleya xwendekaran kirine û armanca me jî xizmetkirina xwendekaran
û avakirina peywendiyan di navbera zanîngeh û peymangehên herêm û cîhanê de ye.
Nûnerê Serokê YNKê yê bo karûbarên xwendekaran jî got: Em
dixwazin xwendekar bibin navenda xebat û çalakiyên me û di vê çarçoveyê de
rêberan biafirînin û em ê di her du beşên perwerdeyê û xwendina bilind de bi sê
cureyên endamtiyê xizmeta xwendekaran bikin.
Naveroka hevpeyvînê
Awayê nû yê endambûna Komeleya Xwendekaran çawa ye?
- Berê endamên me bi formên destî tevlî komeleya xwendekaran
dibûn, lê niha ji ber pêşketina teknolojiyê û bikaranîna wê me formek
elektronîkî çêkiriye û yên ku dixwazin dikarin bi hêsanî xwe bigihînin formê û
tijî bikin û bibin endamê komeleya xwendekaran ku bê guman ew dateyan diçin
sîstemeke parastî ku ji Zaxoyê heta Xaneqînê hemû xwendekar dikarin bibin
endamên komeleya me, paşê ew xwendekarên ku bûne endam dê bi fermî forma ofîsa
rêxistinê ji wan re tên dagirtin.
Çend cureyên endamtiya komeleyên xwendekaran hene?
Di komeleya xwendekaran de sê cureyên endamtiya me hene, hinek ji wan xwendekar in û tenê dibin endam û piştgiriya manewî didin komeleyê di wê demê de komalge jî ji wan re piştevane. Hin xwendekarên din ên ku dibin endam jê re dibêjin endamên çalak û ev endam bi awayekî aktîf bi komeleya me re têkildar in, di heman demê de cureke din a endametiya me jî heye ku jê re dibêjin derçû, eendamên piştgirî û dikarin bi fikir, rexne û pêşniyaran beşdarî komeleyê bibin û em ê fikrên wan veguherînin projeyan û ti sînor ji xebatên me re tune ye.
Ji bo endametiya Komeleya Xwendekaran merc çine?
Ti mercêk hizbî nine ku xwendekaran neçar bike hizbî be,
balam merce temenê endam ser 16 saliyê be û em ti cudahiyê naxin navbera
netewe, ol, mezheb, cihê niştecihbûnê û rengê endamên xwe.
Armanc û stratejiya komeleyê çi ye?
- “Armanca me ew e ku di navbera zanîngeh û peymangehên
herêmê de bi zanîngehên cîhanê re têkiliyeke xurt pêk bînin, da ku pevguhertina
zanyariyan di navbera wan de çêbibe, her weha yek ji armancên me yên din jî ew
e ku em di nav xwendekaran de rêberan perwerde bikin, em di wê baweriyê de ne
ku navenda komeleya xwendekaran xwendekar bi xwe ye û her tiştê ku tê kirin ji
bo xatirê xwendekar e.
Bi çi sîstem pêwendiyên xwe bi zanîngeh û peymangehan re
berdewam dikin?
- Piştî aktîvkirina komeleya xwendekaran biryar da ku di her
zanîngeh û beşê de nûnerek hebe û bi rêya vî nûnerî em ê di warê maddî û manewî
de heta di warê rêveberiyê de jî piştgirî bidin xwendekaran, ev ji bo ku
xwendekar ji bo pêkanîna xebatên xwe yên zanistî, hunerî û werzîşî û ramanên
xwe di projeyan de vekirîtir bibin.
Heta niha çend endamên nû tevlî komeleya xwendekaran bûne?
- Di du rojên borî de û piştî aktîvkirina lînka forma
elektronîkî, heta niha zêdetirî 5000 xwendekaran forma endamtiya elektronîkî
tiji kirine û daxwaza endamtiyê kirine, ku ev yek jî nîşan dide ku xwendekar bi
dilxwazî ji bo pêkanîna xizmet û çalakiyên xwe rastî hilbijartine.
Lînka forma endametiya Komeleya Xwendekarên Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28 -
Kîmyabarana Helebceyê bi fermî dikeve nav bernameya xwendina Siwêdê
09:02 PM - 2026-03-26 -
Wezareta Parastinê: Drone li nêzîkî Kerkûkê hate xistin, heta niha ti qurbanî tinene
04:38 PM - 2026-03-26
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Hevpeymanan û HSD li Hesekê manorek serbazî encamdan
Kurdistan 01:18 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
Kurdistan 11:15 AM - 2026-03-29 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

