Namzetên YNKê daxwazên komîsyonê derbas kirin
Kurdistan 07:02 PM - 2024-08-26
PUKMEDIA
Parlamentoya Kurdistanê û logoya YNKê
Namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li her çar herêmên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ti pirsgirêk nînin û hemû jî pêwîstiyên namzediyê bi cih tînin û rastgo ne û tu tawanên wan nîne.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 172 berbijêran beşdarî hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê ku biryare di 20-10-2024 de were kirin.
Ti namzetê YNK'ê nehatiye dûrxistin
Çavkaniyekî ji Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê ji malpera fermî ya YNK’ê PUKMEDIA re ragihand:"Namzedên YNK'ê hemû pêdiviyên ku ji aliyê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatine diyarkirin bi cih tînin û ti namzetekî YNK'ê nehatiye derxistin."
Çavkaniyê han eşkere kir ku, piştî şopandin û piştras kirina namzedan ji aliyê dezgehên taybet yên Îraq û Herêma Kurdistanê ve, hemû namzedan pêwîstiyên namzediyê bi cîh anîne û dê beşdarî hilbijartinan bibin.
Pêdiviyên sereke yên ji bo namzetiyê
Li gor benda 5 a tomarkirin , pesendkirina lîste û namzedên hilbijartinên Parlementoya Kurdistana Iraqê, ku bi hejmara 7 a sala 2024ê hatiye guhertin, divê namzed xwedî durust bin û bi tawanên şermê û dûrketina ji adetê nehatibin mehkûmkirin, ne bi tawana kuştin û diziyê hatibe mehkûmkirin, tevî ku beşdarî tawanên rejîma dîktator a berê ya Iraqê nebûbe.
YNK bi 172 namzedan tevlî pêşbirkê dibe
Li gor zanyariyên Buroya Hilbijartinê ya YNKê, partiya wan ji bo gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Herema Kurdistanê bi 172 berbijêr beşdar dibe û ji wan 72 namzed li Silêmaniyê, 64 li Hewlêrê ,30 namzed li Duhok û li Helebceyê jî 6 namzed hene.
Ji bo her herêmekê serokekî lîsteyê heye
Şalaw Kosret Resûl wek serokê navçeyê Hewlêrê hatiye destnîşankirin. Mîran Mihemed li Silêmaniyê , Elî Oremarî jib o Duhokê û Barzan Osman ji bo Helebce yê.
YNK 62 namzetên jin hene
Rêjeya namzedên jin di nav lîsteyên YNKê de zêdetirî 30% e ,ji wan li Hewlêrê 24, li Silêmaniyê 26, li Duhokê 10 û li parêzgeha Helebce yê jî 2 namzedên jin hene.
Berdevkê Komisyonê: Navên berbijêran hatine piştrastkirin
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Gelaly ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:"Navê namzedên civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê ji bo piştrastkirinê ji aliyên pispor re hatin şandin û niha nav ji komîsyonê re hatine vegerandin."
Berdevkê komîsyonê got: "Piştî vegerandina navên
berbijaran, biryar e komîsyon li ser bersivên aliyên pêwendîdar ên derbarê
navan de ji aliyê dezgeha karûbarê namzedan û ofîsa yasayî ve binirxîne."
Roja 26-6-2024, Serokê Herêma Kurdistanê pêncemîn biryara
Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina roja nû ya civîna şeşemîn a hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê, ku 20-10-2024 , derxist.Komîsyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan amadekariyên lidarxistina hilbijartinan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

