Serokwezîrê Êraq,ê fermana avakirina komîteyeke wekhevkirina mûçeyên xanenişînan da
Kurdistan 04:19 PM - 2024-08-23
PUKMEDIA
Diravê Êraqî
Serokwezîrên Êraq,ê komîteyek ji bo
cîbicîkirina yasaya yekgirtî ya xanenişînan destnîşan kiriye; endamekî Komîteya
Aborî ya Parlemana Êraq,ê jî ragihand di demeke nêzîk de ew komîte dê yekemîn
civîna xwe encam bide.
Aborînasekî jî derbarê wekhevkirina mûçeyên
xanenişînên herêmê û cî bi cîkirina yasaya xanenişîniyê got: Mûçexwerên Herêma
Kurdistanê dê sûdê ji biryarê werbigirin û cîbicîkirina yasayê jî dê garantiya
mûçeyên mûçexweran û xanenişînên herêmê bike.
Komîte dê dest bi karî xwe bike
Biryar Reşîd Endamê Komîteya Aborî li civata nûnrên Êraq`ê ji bo malpera fermi ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Serokwezîrê Êraq,ê Mihemed Şeyah Sûdanî komîteyek ji bo wekhevkirina mûçeyên xanenişînan yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Êraqê di çarçoveya yasaya yekgirtî ya xanenişînan de pêk anî.
Biryar Reşîd got: Li gor yasayê ji mûçeyên mûçexwerên herêmê %25were birîn ku %10 jêbirîn ji mûçeyên mûçexweran tê birîn % 15 jî hikûmetê girtiye stûyî xwe û di demek nêzîk de dê dest bi kar bikin.
Mûçexwerên herêmê sûdmend dibin
Dr. Lava Aras ÎbrahîmŞarezayê darayî û aborî û mamostayê zanîngeha Silêmaniyê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: Pêştir %7 mûçeyên bingehîn yên mûçexwerên herêmê hatibû birîn, lê niha ku herdû hikûmet amadekariyan dikin daku yasaya xanenişînî ya yekgirtî ya Êraq`ê li herêmê jî bê cî bi cî kirin,hemû mûçexwerekî herêmê %10 mûçeyên wan yên bingehîn tê birîn ku piştî xanenişînbûna wan tê dayîn.
Dr. Lava Aras Îbrahîm got:w rêjeya jê birînê ku ji ber wekhevkirina xanenişînî ya yekgirtî ya Êraq`ê ji mûçexwerên herêmê tê kirin gelek nîne,berûvajiya wê di dema pêş de piştî xanenişînbûna mûçexweran birê xanenişîniyê ku werdigire berward bi niha gelekî zêdetir dibe, Ji vî alî ve em dikarin bibêjin ku mûçeyên herêmê dê sûdê wergirin, ne ku zirarê bibînin.
Bi cîbicîkirina yasayê mûçeyê herî kêm dê bibe 500 Hezar Dînar
Bi cîbicîkirina yasaya yekgirtî ya xanenişînan a Êraq,ê, kêmtirîn mûçeyên xanenişîniyê dê bibe 500 Hezar Dînar, di demekê de ku mûçeyên hindek xanenişînên herêmê di navbera 200 Hezar û 350 Hezar Dînar de ye.
Mamosteya zanîngeha Silêmaniyê maje bi wê yekê dike ku, Bi cîbicîkirina yasaya yekgirtî ya xanenişînan ya Êraqî, rastexwe mûçeyên xanenişînan dê wek mûçeyên xanenişînên Êraqî bibe û dê bê zêdekirin, bi awayekî ku mûçeyê her xanenişînekî ji 500 Hezar Dînar kêmtir nagire, lê li herêmê gelek xanenişîn hene ku mûçeya wan di navbera 200 hezar û 350 hezar dînar de ye.
“Dr. Lava Aras got Cibicîkirina yasaya yekgirtî ya xanenişînan ya Êraqê li Herêma Kurdistanê, dê piştrastiyeke zêdetir bide karmend û mûçeyên xanenişînan ku dê di paşerojê de mûçeyên wan bê garantîkirin, ne wek berê ku birîna mûçeyê ji wan nema.
Li gor pêdaçûnên PUKMEDIA, ew lijneya ku ji aliyê serokwezîrê Êraq,ê ve ji bo wekhevkirina mûçeyên xanenişînan yên hikûmeta Herêma Kurdistan,ê hatiye avakirin, dê biryarê li ser mûçeyên xanenişînan bide û Li gorî xanenişîna Herêma Kurdistanê, beriya niha %7 ji mûçeyê wan yê bingehîn hatiye birîn, lê li gorî hevsengiyê dê mûçeyê wan zêde bibe.
Mûçeyên mûçexwerên hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li gorî yasaya yekgirtî ya xanenişîniyê ya hejmar 9 a sala 2014ê ku hatiye rastkirin be, Li gorî vê yekê, jêbirîna mûçeyê dê ji %7 bo 10% zêde bibe, lê di heman demê de mûçeyê herî kêm yê xanenişînan dê 500 Hezar Dînar be û bi vî awayî sûdê ji hevsengiyê werdigirin, bi taybetî xanenişînên herêmê ku niha hindek ji wan mûçeyên wan di navbera 200 heya 350 Hezar Dînar e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

