Dezgeha Asayîşê îtîrafên terorîstekî DAÎŞê eşkere kir
Kurdistan 09:59 PM - 2024-08-19
PUKMEDIA
Logoya Asayîşê
Asayîşa Herêma Kurdistanê belgeyeke vîdyoyî ya îtirafkirina terorîstê DAIŞê yê girtî li Qerehancîrê belav kir, ku zêdetirî 25 endamên asayişê kirine armanc.
Dezgeha Asayîşê di daxuyaniyekê de ku gihiştiye destê PUKMEDIA’yê ragihand: “Piştî rûbirûbûna şerekî çekdarî di navbera hejmarek terorîstên DAIŞê û hêzên Asayîşê de li navçeya (Qerehancîrê) ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, roja 14.07.2024ê şer û pevçûn derket. Endamê Asayîşê (Cewamir Ezîz Reşîd) şehîd bû û di heman rûbirûbûnê de terorîstekî DAIŞê hat kuştin û terorîst (Heyder Kerîm) yekser hat girtin bi birîndarî.” Li Çiyayê Zembûrê di operasyoneke ku bi hemahengî hat kirin de cihên terorîstan li Çiyayê Zembûrê bi balafirên F-16 hatin îmhakirin . Operasyon bi hemahengiya Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Ewlekariyê, Asayişa Niştimanî ya Iraqê, Rêveberiya Asayişa Kerkûkê û Odeya Operasyonên Kerkûkê pêk hat.”
Daxuyaniyê her wiha got: “Piştî lêpirsîna terorîstê girtî, wî li xwe mikur hat ku gelek tawan pêk anîne, û Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê hemû belgefîlm û zanyariyên derbarê wan operasyonên ku ji aliyê terorîstan ve hatine encamdan belav dike, ji ber ku wan zêdetirî (25)endamê Asayîşê kirine armanc. Di daxuyaniyê de hat gotin, wan hêzên ewlekariya Iraq û Kurdistanê kirine armanc û bûne metirsî li ser welatiyên Kerkûk û derdora wê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama îtîrafên terorîstan û lêkolînên hêzên Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê de terorîstê bi navê Elî Ebdullah li Kerkûkê hat desteserkirin û piştre jî terorîstê bi navê Mixlif Zekaa El-Kaqûlî hat girtin. Li navçeya El-Reşad û hevdem terorîstên bi navê Zeydan Xelef Îlyas û Nezan Zeydan Xelef hatin girtin, di operasyoneke din a ewlehiyê de li navçeya Qerhengîr û gundê Cîmenê hatibû lidarxistin.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku “Li gor zanyariyên berê û di encama lêkolînan de terorîstê bi navê Ala Şucêî li parêzgeha Helebce ji aliyê hêzên Rêveberiya Operasyonê ve hat girtin û hemû terorîst hatin dadgehkirin.” Her 6 terorîst niha li gorî xala (2) ya yasaya Têkoşîna dijî Terorê re hatine desteserkirin û lêkolîn li ser dosyeyên wan tê kirin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

