Serokomar : Divê Helebce bikeve rojeva civînên parlamentoyê
Kurdistan 03:48 PM - 2024-08-19
PUKMEDIA
Bîrdariya Şehîdên Helebce
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê ji Fraksiyona YNKê jî ragihand:’’ Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd daxwaz ji Serokê Parlamentoya Iraqê Mohsen El-Mendalawî kir ku proje yasaya ku Helebce wek parêzgeha fermî qebûl dike bikeve rojeva parlamentoyê da ku dengdan û pesendkirina qanûnê di dema xwe de bê kirin û got,ji bo xwendina sêyem a proje yasaya bibe parêzgeha Helebce me 87 îmze kom kirine û me daxwaza bidawîkirina parêzgariya Helebce kiriye.’’
Helebçe bibe parêzgeh, wefadariye bo qurbaniyên gelê Kurd
Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd nameyek ji Serokê Parlamentoya Iraqê Mohsen Mandelewî re şandiye û daxwaz kiriye ku ew proje yasayê bikeve rojeva civîna bê ya parlamentoyê ku deng li ser were dayîn.
Serokomarê Iraqê di nameya xwe de wiha got:"Di berjewendiya gel de , ji bo rêzgirtin û dilsoziya bi xwîna şehîdan û qurbaniyên gelê Kurd ku rûbirûyê kîmyabarana û Enfalê bûne, em daxwaz dikin ku proje yasa bibe parêzgeha Helebce li parlamentoyê."
YNK xwe xwediyê proje yasayê dibîne
YNK ji ber hewldanên berdewam ên fraksiyona xwe li parlamentoya Iraqê xwe xwediyê proje yasaya parêzgehkirina Helebceyê dibîne.
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona YNKê li ser navê Helebce Çiro Hema Şerîf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand;“YNK’ê xwe xwediyê projeya parêzgehbûna Helebceyê dibîne û di vê çarçoveyê de me di dema borî de heta xwendina yekem û duyem ya proje yasayê hewleke mezin daye.
Çiro Hema Şerîf got: ‘’Me 87 îmza kom kirine û şandine desteya serokatiya parlamentoyê ku nûnerên hemû fraksiyonan tê de cih digirin û me daxwaza xwendina sêyem a proje yasayê kiriye ku bibe parêzgeha Helebce û deng li ser were dayîn.’’
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê Fraksiyona YNKê li ser pişka Helebce got: “Fraksiyona YNK’ê li Parlamentoya Iraqê hewl dide dengên herî zêde ji bo proje yasayê kom bike, da ku dema dengdana li ser proje yasayê dengên pêwîst bi dest bixe, Helebce bibe parêzgeha 19’emîn a Iraqê.’’
Hewldana Serok Bafil ku Helebce bibe parêzgeh
Berî niha Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serdana aliyên Iraqî kiribû û ji wan xwestibû ku piştgiriya daxwaza YNKê li parlamentoyê ji bo temamkirina proseya wê bikin.Li gor zanyariyên PUKMEDIA, aliyên Iraqî bi rêya parlamenterên xwe li ser piştgiriya parêzgariya Helebceyê li hev kirine.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî avakirina kabîneya Sûdanê ji bo ku Helebce bibe parêzgeh, hewlên cidî dan.Lewma parêzgariya Helebce destkefteke din a YNKê ye ji bo gelê Kurd bi giştî û xelkê Helebce bi taybetî ye.
Encumena Wezîran parêzgeha Helebce pesend kir
Encûmena Wezîran a Iraqê di 13-3-2023an de proseya federaliyê bidawî kir ku bibe parêzgeha 19ê ya Helebce.Pêşnûmeya qanûnê niha li Meclisa Nûneran e û tê payîn ku ji bo xwendina sêyemîn were xwendin.
Bi pesendkirina proje yasayê, Helebce dê bibe parêzgeha 19emîn li Iraqê û herwiha dê bibe parêzgehek din bo Herêma Kurdistanê.Ji aliyê îdarî ve Helebce niha ji navçeya navendî ya bajêr û çar navçeyên (Xurmal, Biyara, Bamo, Sîrwan) pêk tê.
Sînorên erdnîgarî yên parêzgeha Helebce bi fermî ji aliyê Wezareta Plandanan a Iraqê ve hat pesendkirin.
Qanûna Parêzgeha Helebce li Iraqê
Bend 1:
Li Herêma Kurdistana Iraqê parêzgehek nû dê bê avakirin û bibe parêzgeha 19emîn a Komara Iraqê û navenda wê navçeya Helebce ye.
Bend 2:
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê/Iraqê sînor û yekeyên îdarî yên parêzgehê destnîşan dike.
Bend 3:
Pêkanîna bendên vê qanûnê berpirsiyariya aliyên pêwendîdar e
Bend 4:
Ev qanûn ji roja ku di rojnameya fermî ya El-Waqi' El-Iraqiye de tê weşandin, dikeve meriyetê.
Sedemên derxistina qanûnê
Di berjewendiya giştî de, di encama berfirehbûna erdnîgarî û zêdebûna nifûsê û qurbanîdana gelek xelkê Helebce ji ber kîmyabarana bajarê Helebce di sala 1988 de ji aliyê rejîma berê ve, û herwiha li hember ziyanên cesareta mirovî, madî û manewî ya niştecihên wê û pozîsyona cîhanî ya ku ji ber vî sûcî bi dest xistiye ev qanûn hat derxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

