YNK`ê pirsa Helebce dixe rojeva parlemanê
Kurdistan 06:30 PM - 2024-08-15
PUKMEDIA
Parlemana Êraq`ê, Goristana Şehîdan li Helebce
Hewldanên
Serok Bafel û Firaksiyona Yekîtî yên ji bo bidawîkirina pirsa bi parêzgehkirina
Helebce berdewam in; û tê çaverêkirin ku ew pirs di civînên dema bê yên civata
nûneran de, bi dawî bibe, endamek ya Fraksiyona YNK`ê jî dibêje: Hemû rêkarên
yasayî û îdarî ji bo vê pirsê bi dawî bûne; tenê dengdana dawiyê li ser wê yekê
maye.
Rêkarên yasayî û îdarî bi dawî bûne
Çiro Hema Şerîf, endama Civata Nûnerên Êraq`ê ji Fraksiyona YNK`ê bo malpera fermî ya Yekîtî ya Niştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA ragihand : Çawa beriya niha firaksiyona YNK`ê daxwaza bi parêzgehbûna Helebce kiribû niha jî ,serok Bafil Celal Talebanî û serokê firaksyona Yekîtî li civata nûneran soz ji aliyên Êraqî wergirtine ji bo dengdanê bi merema derbazkirina wê pirojeyê û ewê li ser wê yekê berdewam bin heya ew pirs yek alî dibe.
Çiro Heme Şerîf got: Raste hindek aliyan navên cihên din digel navê Helebce anîne daku ew bibin qeza yan jî parêzgeh, lê ji bo pirsa bi parêzgehbûna Helebce tavaya rêkarên yasayî û îdarî temam bûne , tenê denga dawiyê li ser wê maye.
Ji bo parêzgehbûna Helebce ew çaveriya xwendina siyem dikin
Pêştir li ser daxwaza firaksyona Yekîtî pirojeya bi parêzgehbûna Helebce ketibû karnameyên rûniştinên parlemanê û xwendina yekem û duyem ji bo wê hatibû kirin û tê çaverêkirin di civînên dema bê ya civata nûneran de xwendina siyem û ya dawiyê ji bo wê bê kirin.
Di serdanên ji bo Bexdayê de û civînên digel serkirdeyên Êraq`ê ; serok Bafil ronahî xistibû ser pirsa bi parêzgehbûna Helebce û serokê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê ji serkirdeyên Êraq`ê re gotibû: Bi parêzgehbûna Helebce destkeftek ya biçûk e ji bo ew qurbaniyên mezin yên Helebce ji bo Êraqeke demokrasî hatibûn dayîn, û pêwîste aliyên Êraqî digel aliyên Kurdistanî wê pirsê di berjewendiyên Helebceyîyan de bi dawî bikin.
Hilbijartina serokê nû yê parlemanê pirsên çarenivîsaz ragirtine
Di wê derbarê de jî Çiro Heme Şerîf ragihand firaksyonên Kurdistanî ji bo bi parêzgehbûna Helebce piştevanên me ne, lê pirsa hilbijartina serokekî nû ji bo parlemanê piraniya pirsên çarenivîsaz ragirtine; lewra em çaverê dikin ku piştî hilbijartina serokê parlemanê rastexwe bi parêzgehbûna Helebce bikeve nav karnameyên rûniştinên parlemanê.
154 sal bi ser bi qezabûna Helebce derbaz dibin ku dîroka wê vedigere bo sala 1869 an, her weha rêjîma dîktator ya berê ya Êraq`ê sala 1988 an mezintirîn tawana komkujî û cenosîdê li hemberî Helebceyîyan encam dabû ku kîmyabarankirina wî bajarî bû û di encamê de zêdetirî 5 hezar kes şehîd bibûn, niha jî bi hewlên Yekîtî ; parlemana Êraq`ê di hewla bi parêzgehbûna Helebce de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

