Hatûçûna konsulê Emrîka li Hewlêr`ê bi binpêkirina azadiyê derbaz bû
Kurdistan 03:13 PM - 2024-08-15
Ajans
Mark Straw Konsolê Berê yê Emrîka li Hewlêr`ê
Mark Straw ku konsulê berê yê Emîrka bû li Hewlêr`ê û dawî li erkên wî hat û Steve Bittner dê cihê
wî bigire, herdû dîplomatên Emrîkî serdana hejmarek berpirsên partî û hikûmetê
li herêmê kirin ku Steve Bittner ji bo xwe nasandina erkê xwe yê nû bû û Mark Straw jî ji bo xatirxwestinê bûye.
Straw di hatin û çûnyînê de pirsgirêka azadiya rojnamevaniyê li herêmê bihîst
Straw di hatin û çûnyîna xwe de guh da pirsgirêka azadiya çapemeniyê li herêma Kurdistanê û xala hevbeş ya hatin û çûyîna Mark Straw ew e ku “nûçeya pirsgirêka azadiya rojnamevaniyê li herêma Kurdistanê dibihîse”,ku li nav axa herêmê nûçeya revandina 3 rojnamevanan li Duhok û Hewlêra ya paytext û xwenîşandana berfereh ji bo azadkirina rojnamevan ku êvareya roja 13/0/8/2024 an malbata wî bi hevbeşî digel hejmarek rojnamevan û çalakvanên sivîl yên Badînan`ê ku dixwestin salroja terorkirina wî bi bîr bînin, lê rê bi wan ne hat dayîn wê yekê bikin herweha hejmarek rojnamevan û çalakvan jî hatin desteserkirin.
Straw yê diplomatkar û ragihandkar peyamek bi riya malpera fermî yê konsulxaneya Emrîka li Hewlêr`ê belav kir û têde got: Di heyama sala bûrî de digel civaka sivîl bi hevbeşî me komîteyek pêk anî bû ji bo pêşxistina mafên jinan, rû bi rûbûna tûndûtîjiaya regezî, cihêrengbûna aborî, handan û bexşîna hizir û ramanan bi karsazên pêşerojê û pêşxistina azadiya ragihandinê.
Straw dibêje: Peywendiyên di navbera Emrîka û xelkê herêma Kurdistan`ê de vedigre beriya bi dehan salan ku ev yek bi riya bexşîna qurbaniyên hevbeş hatine pêk anîn û bi nirxên hevbeş jî hatine xurtkirin.
Mark Straw di çendîn rojname û heftenameyên wek rojnameya Fîladêlfiya wek nûçegîhan di salên 2000 – 2002 an de kar kiriye û ew xwedanê bekaloryos e di dîrok û zanistên siyasî de li kolêja Randolf Mako , her weha xwedanê bawernameya master e di warê rojnamegeriyê de li zanîngeha Kolombiya.
Roja 14/-08-2024 an li Hewlêr`ê, Qubad Talebanî cêgirê serok wezîrên heremê pesna karên Mark Straw kir û jê re got: Te roleke baş dîtiye di warên mafên mirovan û azadiya derbirînê û hevkarîkirina rêxistinên civaka sivîl yên li Kurdistan`ê.
Qubad Talebanî û Mark Straw: Herêm ji aliyê azadiya raderbirîn û rojnamegeriyê ve paş ketiye
Di yekemîn hevdîtina diplomasî ya Qubad Talebanî cêgirê serok wezîrên herêmê û Mark Straw ku wek konsulê nû yê Emrîka dest bi kar kiribû de behsa azadiya rojnamevaniyê hatibû kirin û her dû aliyan teqez kiribûn ku çênabe herêm ji aliyê azadiya raderbirînê ve û di warê rojnamegeriyê de paşve biçe, belku pêwîste peywendiyeke tendirust û pîşeyîtir di navbera deshelata siaysî û mîdyayî de hebe û ew bê pêşxistin.
Straw:Em hêviya hilbijartineke azad û dadperwerane dikin
Straw di peyama xwe ya malavayî de nivîsye: Em bi kêfxweşî li karên pêkeveyî yên ji bo baştirkirine jîngeha herêma Kurdistanê ya ji bo civaka sivîl û karên mîdyayî dinêrin , û çavên me li encamdana hilbijartineke azad û dadperwer û giştgîr e; ku ji mêj ve tê çavrêkirin roja 20`ê Cotmega îsal bi rêve biçe.
Straw supasiya xelkê herêma Kurdistan`ê dike
Di peyama xwe de Straw dibêje: Me bi hevre pêşketin di warên çaksaziya hêzên Pêşmerge de bi dest xistine ku ew erekê serekî ye ji bo dabînkirina asayîşa mayînde ji bo herêma Kurdistan`ê her weha ew alîyekî bingehîn yê hevkarîya ewlekariyê ya demdirêj e di navbera Êraq û herêma Kurdistan`ê de got jî: Ez supasiya xelkê herêma Kurdistan`ê dikim ji bo mêvandariya wan ya teybet û hevbeşkirina çandên dewlemend û dibêje jî:Xizmetkirina min li vir wek konsulê giştî yê konsolxaneya Emerîka ji bo min şanazî û imtîyazek mezin bûye.
Niha Steav Bîtner konsulê giştî yê Emrîka li Hewlêr`ê ye ku di sala 2003- 20024 an de şîretkarê siyasî yê deshelata dema hevpeymania (CPA) bû li bajarên Rûmadî û Hile yên Êraq`ê; û di salên 2003 – 2004 an de jî, di karên diplomasî de li balyozxaneya welatê xwe li bakjarên Esîna û Qudus`ê kar kiribû, her weha çendîn erkên wî yên din jî hebûn di nav sekertariyeta cî bi cî kar yê wezareta derve de li Waşinton`ê; û ji bilî zimanê Ingilîzî, zimanên Erebî, Polonî û Holendî jî dizane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

