Yekîtiya Niştimanî: Mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê parastî ye
Kurdistan 01:57 PM - 2024-08-13
PUKMEDIA
Encûmena parêzgeha Kerkûkê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pabendbûna xwe bi
siyaset û nêzîkatiya serokê rihmetî Mam Celal ji bo pêkanîna pêkvejiyana
aştiyane di navbera pêkhateyên din ên resen li parêzgeha Kerkûkê dupat kir.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di civîna
polîtburoyê de tekez kir: Ev serkeftin û hilbijartina parêzgarê Kerkûkê û
serokê encumena parêzgehê ne tenê serkeftina Yekîtiya Niştimanî û gelê Kurd e,
belku ew destkefta xelkê parêzgeha Kerkûkê ye bi hemû pêkhateyan xwe, ji ber ku
siyaseta Yekîtî berdewamkirina siyaseta serok Mam Celal e, ku hertim parastina
mafên hemû pêkhateyan dikir ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyanan.
Di civînê de behsa girîngiya beşdariya hemû pêkhateyan di hikûmeta
herêmî û rêveberiya dahatî ya Kerkûkê de hate kirin û tekez li ser vê yekê hate
kirin ku birayên Tirkmen jî weke yên din cihê xwe di nava rêveberiya Kerkûkê de
heye û Yekîtiya Niştimanî dê bibe berevankarê rast ê mafên wan.
Di civînê de, Mekteba Siyasî daxwaz ji hemû alî û aliyên beşdar di
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de kir ku, îro dest ji nekokiyên aliyan berdin û bê
cudahî di navbera pêkhateyan de dest bi proseya birêvebirin, xizmetkirin û
nûavakirina Kerkûkê bikin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amade ye ku
siyaseta gurzegul bişopîne.
Mekteba Siyasî di dawiya civînê de razî bû ku her çend posta Parêzgarê
Kerkûkê li gorî mafê hilbijartinan pişka Yekîtiya Niştimanî ye, lê divê bêyî
cudahiya xizmeta hemû pêkhateyan bike.
Beşa pêkhateyan parastî ye
Nûnera Yekîtiya Niştimanî Sebah Hebîb ji PUKMEDIA re ragihand: Mafê pêkhateyan li parêzgeha Kerkûkê parastî ye û pişka pêkhateya Tirkmen jî tê parastin.
Got jî: Rêveberiya nû ya Kerkûkê postê cîgirê yekem ê parêzgar û cîgirê yekem ê civata parêzgehê ji pêkhateya Tirkmenan re terxan kiriye û em kar bo parastina mafên hemû pêkhateyan dikin.
Siyaseta Serok Mam Celal
Nûner Sebah Hebîb dibêje: Em di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de kar
dikin bo pêkanîna siyaseta çepke gul bo Serok Mam Celal li parêzgeha Kerkûkê dikin.
Piştî wergirtina postê parêzgariyê ji aliya YNK ve dê kar ji bo
xizmetkirina hemû pêkhateyên Kerkûkê bê cudahî bê kirin û berî kurdan xizmeta
ereb û tirkmenan bike, biratî û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên
parêzgehê de bihêztir bike, pirsgirêkan bi ruhê biratî û yek tîm çareser bikin.
Em dev ji ti postê bernadin
Nûner Sebah
Hebîb got: Yekîtiya Niştimanî bi rêkeftin û hevkarî ligel hemû pêkhateyên din
kar li ser dabeşkirina hemû postan dike û Kurd jî Cîgirê Serokê Encûmena
Parêzgehê ye.
Got jî:
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wek yekem serkeftiyê hilbijartinan, dê wek
hemû pêkhateyan li gor mafê hilbijartinê para xwe ya yasayî werbigire û dest ji
ti postên xwe yên mafdar bernedaye.
Mafên pêkhateyan parastî ye
Nûnerê
Yekîtiya Niştimanî Kîlan Qadir ji PUKMEDIA'yê re ragihand: Ti pêkhateyek ji
Kerkûkê nehate bêparkirin û kêmkirin û rûniştina Encûmena Parêzgehê jî bi
awayekî yasayî û bi rêjeyeke giştî pêk hat.
Got jî:
Endamên Encûmena Parêzgehê ji bo tikmenan post veqetandine û li gorî kaxeza danûstandinên
ku pêşkêşî serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanî kirin, cîgirê yekem ê parêzgarê
Kerkûkê ji pişka birayên tirkmen in. û ti pêkhate Kerkûkê nayê paşguhkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

