Mekteba Siyasî: YNK parastina mafên resen ên Kerkûkê dike
Kurdistan 05:54 PM - 2024-08-12
PUKMEDIA
Civîna Mekteba Siyasî
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî civîna bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî daxuyaniyek da û ragihand:“YNK ji bo pêkanîna siyaseta Deste Gul li Kerkûkê amade ye û divê nakokiyên biçûk deyne aliyekî û bi hev re bêyî cudahî di navbera civakan de beşdarî proseya birêvebirin, xizmetkirin û avakirina Kerkûkê bibe û berevaniyê li mafên xelkê bike. "
Daxuyaniya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro (12.08.2024) di bin serokatiya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî de civînek li dar xist û ragihand :’’Li gorî nirxa hilbijartinan parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê hate destnîşankirin û pîrozbayî li Parêzgar hate kirin û tekezî li ser pabendbûna bi siyaset û rêbaza Serok Mam Celal bo pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên xwecihî yên bajêr de kir.’’
Di civînê de Serok Bafil Celal Talebanî tekez kir ku, ev serkeftin ne tenê ya YNK û Kurdan e, belku destkefteke hemû Kerkûkiyan e, ji ber ku siyaseta YNK berdewamiya heman siyaseta Serok Mam Celal e ku hertim mafên hemû pêkhateyên xwecihî yên Kerkûkê di nav de Kurd, Ereb, Tirkmen û Xirîstiyanan diparêze.
Di vê derbarê de beşdariya hemû pêkhateyan di hikûmet û rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku em weke pêkhateyên din bi birayên Tirkmen re tekez dikin; Di rêveberiya Kerkûkê de cihê xwe yê rewa heye û YNK jî parêzvanê rasteqîne yê mafên wan e û rê nade ti kes ji mafên wan bêpar bike.
Di heman demê de Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bang li hemû aliyên beşdar di encûmena parêzgeha Kerkûkê de kir ku; Werin em nakokiyên biçûk bidin aliyekî û bi hev re beşdarî proseya rêvebirin, xizmetkirin û avakirina Kerkûkê bibin bêyî ku cudahî di navbera civakan de hebe û YNKê de amade ye ji bo pêkanîna siyaseta Deste Gul.
Di dawiyê de Mekteba Siyasî destnîşan kir ku; Herçend parêzgeha Kerkûkê ya niha li gorî nirxa hilbijartinan YNK ye, lê divê dûrî hizbî û neteweyekê xizmeta hemû pêkhateyan bike û Kerkûk ne tenê bibe mînaka pêkvejiyana aştiyane ya civakan, belkî bibe mînakeke xweş ji bo pêşketin û geşbûna Iraq û navçeyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

