Navê fraksiyonan û endamên ku dengê xwe nedane parêzgarê kurd ê Kerkûkê
Kurdistan 01:28 PM - 2024-08-11
PUKMEDIA
Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbwar Taha
Di kombûna Kurd, Ereb û Xirîstiyanan de li Bexdayê, parêzgarekî Kurd û Erebek wekû Serokê Encumen li Kerkûkê hatin hilbijartin û 9 endamên encumenê dengên xwe dan wan û 7 kesên din beşdar nebûn, tevî Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Parêzgarê Kerkûkê di civîneke yasayî de hat destnîşankirin
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, di civîna roja 10.08.2024ê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê doh bi şev li Bexdayê li Otela Rêşîd bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya,5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan ji Fraksiyona Babil û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn û 7 endam jî beşdarî rûniştina ku li paytext Bexdayê hat lidarxistin nebûn.Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha ku Serokê Hevpeymaniya Hêz û Îradeya Me ya Kerkûkê ji YNKê û Komûnistan pêk tê ,wekî parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin û ev prose bi 9 dengan ji 16 endamên encûmenê ku ji aliyê yasayî ve temam bûye û 50+1 encûmenê bi biryar hat girtin.
Endamê encumena parêzgeha Kerkûkê ji Fraksiyona Kerkûkê Dr.Ehmed Kerkûkî ji PUKMEDIA re ragihand;postê parêzgarî dê du salan be, du salên pêşîn bo kurdan, piştî wê tarîxê dê bê guhertin û kurdek dê bibe serokê civata parêzgehê û postê parêzgar jî dê du salan bo civaka erebî be.
Kê dengê xwe daye parêzgarê kurd?
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, di hilbijartinên 10ê Tebaxê de 4 aliyên Kurd, Ereb û Xiristiyan beşdar bûne, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hevpeymaniya Erebî Rakan Cûbûrî bereya Tirkmenî ku di meclîsê de 7 kursiyên wan hene, beşdarî civînê nebûn û deng nedan.
Li gor lêkolîna PUKMEDIAyê ku ji aliyê çend beşdarên civîna 10ê Tebaxê ve hatiye piştrastkirin, ev fraksîyon û endam beşdarî di diyarkirina parêzgarê kurd de ji bo Kerkûkê ku 7 sal in ji vî mafî bêpar e, bûne.
Ev fraksîyon û endam beşdarî hilbijartina parêzgarê Kurd ji bo Kerkûkê bûn
• Hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me ye (YNK û Komunîst)
1- Rebwar Taha
2- Ehmed Kerkûk
3- Hoşyar Kakeyî
4- Neşat Cevazat
5- Perwîn Fatîh
• Hevbendiya Rêbertiyê
1- Raad Salih
2- Mihemed Îbrahîm
• Fraksiyona Erebî
1- Zahir Asî
• Kursiya Fraksiyona Babîlonê (Dawîn)
1- Melek Ziya Şîba
Ev fraksiyonan û endamên ku hejmara wan sê fraksiyonan û heft endam in, beşdarî hilbijartina kurdekî wek parêzgarê Kerkûkê nebûn.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
1- Hesen Ehmed
2- Şoxan Hasib
• Hevbendiya Erebî
1- Rakan Cibûrî
2- Selwa Mefracî
3- Ehmed Hemdanî
• Eniya Tirkmenî
1- Ehmed Remzî
2- Sawsan Cedo
Her wiha di civînê de biryar hat dayîn ku navên namzedên tirkmenan bên diyarkirin û dema ku navê namzetan ji encûmenê re bişînin dê deng li ser wan bê dayîn.
Serok Bafil: YNK li Kerkûkê jî weke Serok Mam Celal siyasetê dike
Serokê Yekîtiya NiştimanI ya Kurdistanê (YNK) dibêje:“YNK siyaseta Serok Mam Celal dişopîne û bêyî cudahî ji bo hemû aliyên Kerkûkê kar dike.
Serokê Yekîtiya NiştimanIya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî piştî hilbijartina Rêbwar Taha wek parêzgarê nû yê Kerkûkê di yekem axaftina xwe de got: “YNK li Kerkûkê weke Serok Mam Celal siyasetê dike, beriya ku em ji bo Kurdan kar bikin, em ê ji bo hemû xwişk û birayên xwe yên din jî bixebitin.’’
“Divê em gel Kerkûkê aşt bibin û bikin mînaka bihevre jiyan û geşbûnê.Hêvîdarim di çend salên din de li şûna ku bibêjin pirsgirêka Kerkûkê ye, bila bibêjin em dixwazin ev der bibe wek Kerkûkê." Serok Bafil got.
Serokê YNKê her wiha got: “Ez pîrozbahiyê li hemû hevalên xwe û hemû pêkhateyên Kerkûkê dikim, soz didim wan ku YNK dê siyaseta Serok Mam Celal bi cih bîne, emê bi heman çavan li hemû partiyan binêrin û heta partiyên din jî bidin pêşiya xwe.’’
Saadî Pîra: Em bi rêya parêzgarê Kerkûkê ji bo pêkve jiyanê kar dikin
Berdevkê YNK’ê wiha got: “Bi rêya parêzgarê Kerkûkê em kar ji bo pêkvejiyana aştiyane li parêzgeha Kerkûkê dikin û nakokî bi dawî hatiye û niha dema xizmetkirinê ye.’’
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre danê sibê roja Yekşemê 11-8-2024 di civîneke çapemeniyê de li ser hilbijartina parêzgarê Kerkûkê got:“Piştî 7 meh bendewarî , em destpêkê lêborîna xwe ji hemû Kerkûkiyan dixwazin ji ber berxwedana wan û piştre jî pîrozbahiyê li hemû pêkhateyên Kerkûkê dikin ji ber vê destkefta mezin. Rêbwar Taha parêzgarê hemû Kerkûkê ye û dê bibe parêzvanê DesteGul û hemû reng û dengên Kerkûkê û êdî her kes têdigihe ku Kerkûk bi nêrînên teng ên hizbî nayê birêvebirin û divê giringî bi çand, ziman û hemû civakan bê dayîn.’’
Her wiha got: Di pêşerojê de wek YNK û wek nûnerê hemû xelkê Kerkûkê dê kar bo çareserkirina pirsgirêkên parêzgehê û pêkhatina aştî û pêkve jiyanê bikin, nakokî bi dawî bûne û niha dema xizmetkirina Kerkûk û Kerkûkê ye. ‘’
Berdevkê YNKê got: “Eger em li Kerkûkê ne yekdeng bin û karê xwe nekin, dê weke hilbijartina parêzgar ji aliyê Bexdayê ve biryara li ser me were dayîn. Mixabin di dema borî de serkirdeyê PDKê li Kerkûkê rê neda ku kurd tevlî yek lîsteyê bibin.”
Parêzgarê Kerkûkê: Emê dest bi qonaxeke nû li Kerkûkê bikin
YNK dengê yekem ê bajêr e
Parêzgarê nû hilbijartî yê Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û tê de tekezî li ser pabendbûna xwe bi birêvebirina hemû pêkhateyên Kerkûkê û dabînkirina demeke aram, aborî û xizmetguzariya giştî bo hemû xelkê Kerkûkê kir.
Rêbwar Taha Serokê Hevpeymaniya Hêz û Îradeya Me ya Kerkûkê Şemiyê di demjimêrên dereng ên roja şemiyê 10.08.2024ê de wek parêzgarê Kerkûkê li ser pişka civaka Kurd hat hilbijartin.
Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbwar Taha di daxuyaniya xwe de tekez li ser wê yekê kir, ku ji îro pê ve serdemeke nû li Kerkûkê dest pê dike, ku bê cudahî, aramî, bextewarî û xizmetkirina bi wekhevî ji hemû xelkê re bîne.
Wî pabendbûna xwe bi zêdekirina ewlehî û aramiyê, bilindkirina qalîteya xizmetguzariyê, vejandina jêrxana aborî, cihêrengkirina sektoran, û bikaranîna samanên berfereh ên Kerkûkê ji bo zêdekirina bextewariya niştecihên wê teqez kir.
Taha wiha got: "Em tekez dikin ku em ê vê helwêstê wek navgînek ji bo lihevhatina siyasî û civakî, pêşxistina hevpejirandin, hevkarî û pêşxistina biratî û pêkvejiyana di navbera hemû xelkên Kerkûkê de, bikar tînin."
Her wiha tekez li ser wê yekê jî dikin ku parêzgarê nû yê Kerkûkê bê cudahî dê nûneratiya kurd, ereb, tirkmen, mesîhî û hemû pêkhateyên Kerkûkê bike û xizmeta hemû pêkhateyên Kerkûkê bike.
YNK dengê yekem ê bajêr e
Hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê di 18ê Kanûna 2023ê de hatin kirin û Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye, ku ji aliyê hevpeymaniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê ve hatiye avakirin, wek hêza siyasî ya sereke li Kerkûkê derket pêş. Bi giştî 157 hezar û 639 deng, ku %43 ji dengan bi dest xistiye, bi rêjeya herî zêde ya dengan li parêzgehê bi dest xistiye. Her wiha hevbendiyê 5 kursî bi dest xistin û serweriya xwe li ser hemû civakên parêzgehê ava kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

